Cîgirê waliyê Mûsûlê Xusro Goran
di roja
12ê îlonê de li Stokholmê
semînerek da. Babeta semînerê
dîroka Mûsûlê
û rewþa wê ya
siyasî ya
îro bû.
Semîner ji aliyê Nûneriya Hikumeta Herêma Kurdistanê ya welatên
bakûr hatibû
lidarxistin. Di
civînê de bi qasî dused rewþenbîr û siyasetmedarên kurd
bi baldarî gudariya
Xusro Goran kirin.
Wek tê
zanîn rêvebirê
îdara Mûsûlê ê kurd
Xusro Goran
di pirsa Mûsûlê
de kesekî pispor
e. Wî li ser Dîroka
Kurdistanê û li
ser bajarê Mûsûlê pirtûk
nivîsandine. Ew
li Stokholmê
jiyaye û li zanîngeha
Stokholmê beþê
ekonomî û dîrokê xwendiye.
Xusro
li ser pirsa Mûsûlê weha got: Di destpêka avakirina Iraqê de ku bi alikariya ingîlîzan çêbû- pirsa Mûsûlê peyda
bû di
navbera dewleta
tirk û Iraqê de. Tirkan dixwastin Mûsûlê
têxin nav
sînorên xwe. Pirs bû kêþeyeke navnetewî.
Ji bo
çareserkirina wê
Koma Neteweyan dest avêt pirsê.
Koma Neteweyan
di sala 1924a de komîsyonek þande Mûsûlê ji bo lêkolînê bikin û vê derheqê
de raporekê amade
bikin. Piþtî xebat
û lêkolîna salekê
wan rapora xwe pêþkêþ
kirin.
Di wê raporê da dema
behsa Iraqê
derbas dibe Mûsûl
li dervayî
Iraqê tê hesibandin.
Di raporê
de tê destnîþan kirin
ku ji
sedî þêst
pênc (%65) xelkê wira
kurdin û lewma
di cî de ye ku mirov
ji wan re jî
dewletekê ava bike. Lê ji ber
ku wilayeta
Mûsûlê di hêla
aborî de gelekî
girêdayî Bexdayê ye gereke daxilî Iraqê
be. Û wisa jî
kirin. Lê îro pirs ketiye
ser riya çareserkirinê. Gelek tiþt cî
bi cî bûne, lê gelek tiþt jî
hîna li benda çareserkirinê ne.
Goran derbarî dîroka bajarê Mûsûlê
de, etnografya wê
û giringiya wê ya
di prosesa
avakirina Iraqa de ravekir. Wî
got ku Mûsûl ji berê
de bajarekî giring
ê bazirganiyê ye, û Mûsûl bajarekî kozmopolîtîk e. Îro jimara ereban
di nav
bajêr de zêdetir
e, lê her wextî weha nebûye.
Beþekî giring
yê xelkê Mûsûlê
yê ku
xwe ereb
dihesibînin di eslê xwe
da kurd
in, asîmîle bûne.
Ew bêtir
ji eþîrên
kurd omerî, kîkî
û gergerî ne.
Niha ku Kurdistan azad e ew êdî li
kurdîtiya xwe
xwedî derdikevin, ji ber ku
tirs nemaye.
Hemû kurdên koçber
vegeriyan e. Gundên
kurdan de ereb nemane, eþîra gergerî,
êzdî û fille
berê xwe ereb
didan qeydkirin,
lê nuha ev pirs jî
nemaye. Têkiliyên kurdan
û ereban baþ in. Lê sînorekî
dirêj yê Mûsûlê bi Suriyê
re heye, kontrola wê dijwar e, hêzên xêrnexwaz,
terorîst bi hêsanî xwe berdidine hundur
û karên teroristiyê saz dikin.
Xusro Goran, nediyarbûna sînorên federaliyê
wek pirsa serek
e ya mezin, destnîþan kir
û got ev yek dibe sedemên
gelek tevlihevî
û serêþiyan. Wî, di axaftina
xwe de bi tundî
li ser pêwîstiya xurtkirina tevgera netewî li
Mûsûl û Kerkûkê
sekinî. Wî got gereke kurd bi hev bigrin û bi þêweyekî neteweyî tev bigerin.
Xusro ji hevwelatiyên kurd yên
li dervayî
welat tika kir
ku di
serjimar û hilbijartinê
de beþdar bibin.
Cigirê waliyê Mûsûlê di van salên
derbasbûyî de wek
parêzge çi xizmetên
sereke kirine
bi jimar û fakta pêþkêþ
kir.
Mesela li Mûsûlê 144
mekteb vekirine, perwerda bi zimanê kurdî gelekî pêþda
çûye ûhwd.
|