Herdu
îdareyên Kurdistana Baþûr bûn
yek!
Hêvî û daxwazeke gelê
kurd ya mezin îro-7ê Çileyê paþîn-
pêkhat: Herdu îdareyên Kurdistana baþûr,
piþtî gelek danûstanên serwerên
herdu aliyan îro li Pîrmamê bûn
yek. Polîtburoyên YNK û PDK ku îro
di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî de civîyan li ser dabeþkirina
wezaretan li hev kirin û bi vî awayî yekitiya
hukumeta Kurdistanê çêbû.
Piþtî li hevkirina herdu aliyan,
îro civîneke çapemeniyê hat li
dar xistin. Serok Barzanî got ku ew bi dilxweþiyeke
mezin vê mizginiyê wek diyariyeke eydê
dide hemû gelê kurd, malbatên þehîdan
û hemû rêxistin û partiyên
Kurdistanê.
Endamê Polîtburoya YNK Kosret
Resûl Alî jî di axaftina xwe de peymana
wan ya li ser yekkirina herdu hukumetan wek gaveke dîrokî
rave kir û ji Mam Celal Talabanî û serok
Mesûd Barzanî û hemû kes û
rêxistinên ku ji bo lihevanîna wan li
ser yekitiya hukumetê xebitîne, spasiyên
xwe pêþkêþ kir.
Li gor peymanê serokatiya parlamentoyê
wê ji YNK re û serokwezîrî jî
ji PDK re bimîne ta dawiya sala 2007a.
(Çavkanî:
Dema Nû / Hewler)