![]() |
Ji bo serxweþî û bîranîna berpirsîyarê giþtî yê rojnama Dema Nû, yek ji danerên HAK-PARê û endamê serokatiya wê Nurettin Basut li gelek bajarên Awropayê civîn hatin çêkirin. Li Munihê (9 adar) Bremen (10 adar) Nurnberg (10 adar) Paris (16 adar) Berlin (16 adar) Lozan (17 adar) Wuppertal (17 adar) Den-Haag (17 adar) Stokholm (17adar) Kopenhagen (17adar) civîn pêkhatin. Di van civînan da bi hejmareke mezin kesên demokrat û welatparêz û nunerên partiyên siyasî ji herçar beþên Kurdistanê beþdar bûn û ji Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK)ê û malbata Basut û ji gelê kurd ra serxweþî xwestin. Gelek mesajên serxweþîyê hatin sandin. Di van civînan da hevalên wî li ser jîyan, kar û xebata Nurettîn Basut qisekirin, camêrî û merxasîya wî anîn zimên. Fîlmeke vîdeoyê, ku ji mîtîngên Nureddîn yên li hilbijartina gîþtî ya sala 1991'ê da, li Agirî û qezayên wê hatibû filmkirin di civînan da hat raydan. Çawa ku tê zanîn Nurettin Basut di wan mîtîngan da bi zimanê kurdî propaganda dikir û bi her awayî dajote ser tirs û xofa dijmin. Beþdarên civînan bi kela dil, bi hestekî dilxemgînî lê herwisa bi serbilindî ew temaþe dikirin. Di gelek civînan da nas û dostên Basut jî radibûn li ser wî qise kirin. Ji bo Nurettin Basut li Stockholmê civîneke mezin ya serxweþîyê çêbûRoja 17ê Adarê li Stockholmê civîneke mezin ji bo serxweþî û bîranîna Nûreddîn Basut çêbû. Civîn ji alî heval û alîgirên Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) hatibû amadekirin. Civîn bi sekna deqîqekî ji bo rêzgirtina sehîdên Kurdistanê hat vekirin. Sekreterê Giþti yê PSK birêz Kemal Burkay jî hazir bû. Li dor 400 kesî mêvan hatibûn serxweþîyê, di nav wan da nunerên gelek partîyên sîyasî û komeleyên demokratîk hebûn. Wan ji Kemal Burkay, PSK, malbata Basut û gelê Kurd ra serxweþî xwestin. Mesajên hemû partîyên sîyasî di civînê da hatin xwendin û yên yek-yek kesan jî navên wan hatin xwendin. Herçiqas ev civîna taazîyê bi hinceta wefata Nûreddîn Basut bû jî, ew di eynî wextê da bû civîneke qedirgirtin û bîranîna hevrê û hogirên Nûreddîn, kadroyên bijartî yên PSKê ku di sal û nîveke dawî da, di qezayên trafîkê da wefat kirine wek: Yavuz Koçoglu, Enîs Eren, Vedat Sevin û doktor Bozan Erdem. M.Emîn Bozarslan jî beþdarî taaziya Nûreddîn Basut bû û ji Kemal Burkay, PSKê û malbata Basut ra serxweþi xwest. Kemal Burkay li ser jîyan û xebata Nûreddîn Basut xeberda û got: Di civînê da ji axaftina Nûreddîn Basut ya hilbijartina sala 1991 li Agrî bi video hat nîþandan, ji dengê dengbêjê gelî Þakro straneke serhildana Girîdaxê û meqameki gelêrî bi dengê bilûrê hat guhdarîkirin. Bi beþdarî û pergala xwe civîna serxweþîyê layîqî biranîna Nûreddîn Basut û hogirên wî bû. Masajên ku ji civînê ra hatibûn þandin -PDK- Dilþad Barzani Civîna Kopenhagenê Huseyin Kizilocak Ji bo bîranîna ewladê gelê gelê Kurd ê heja Nurettin Basutê ku me di roja 5ê Adarê, di qezayeke trafîkê da winda kir, gelek civîn tên çêkirin, yek ji wan jî li paytextê Danimarkayê Kopenhagenê bû. Civîn ji alî PSK û KOMKAR-Danîmarka hatibû amadekirin. Heval û hogirên Basut, kesên welatparêz û nunerên partîyên siyasî beþdar bûn. Hevalên wi li ser jiyan û xebata Basut qisekirin, nunerên partiyan mesajên xwe yên serxweþiyê xwendin. Di salonê da wêneyê Nurettîn ê ku li ser çiyayê Agirî hatibû montekirin û li ser "OXIR BE CAMÊRO!" hatibû nivîsandin bi gulên rengên kurdî hatibû xemilandin û li kileka wê jî gulên ku rêxistinên din anîbûn, hatibûn danîn. Civînê bi rawestina ji bo rêzgirtinê destpê kir. Dûra li ser navê PSK-Danîmarka hevalekî axaftinek kir û behsa jiyan û têkoþîna Nurettin Basut kir. Dûra jî du hevalên ji mintiqa wî ku bi salan pê re xebitîbûn û tevayî di zindanê da mabûn, behsa henek û rûkenîya wî, xebat û mêrxasîya wî kirin, bîranînên xwe bi beþdarên civînê re parvekirin. Ji van hevalan yekî straneke Serhildana Agirî ya ku Þakro dibêje û Nurettin gelekî hez jê dikir, got hingê gelek ji guhdaran histêrên xwe negirtin girîyan. Piþt re nunerên YNK, KDP-Iraq, KDP-Îran, KDP-Bakur, Rizgarî û nunerên Însîyatîva Kurd li Danîmarka jî qise kirin û wan ji malbata Basut ra, ji endamên PSK û ji gelê Kurd re serxweþî xwestin. Civîn bi xwendina helbesteke ku hevalekî wî li ser nivîsandîye û bi mesaja Sekreterê giþtî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Kemal Burkay xilas bû.
|
![]() |
||
|