.gif)
ÞAMÎL ESGEROV
ÇÛ SER DILOVANIYA XWE
Þamîlê Selîm Esgerov ku þaîr, kurdolog, etnograf, wergêr
û yekem þervanê kurdên Azerbaycanê di roja
20ê Gulana 2005an de di 77 saliya xwe de
çû ser dîlovaniya xwe.
Samîl Esgerov, ku di sala 1928an de li Kurdistana
Sor li gundê Axçakentê bajarê Kelbecerê hatibû dinê,
hê di ciwaniya xwe de bi dîrok û edebiyata Kurdistanê
re, ku wê demê nav û dengê wê jî li holê nîn bû, eleqedar
bûye.
Dibistana navîn û amadeyiyê di dereceya baþ de qedandiye
û paþê jî dibistana mamosteyî ya bilind a dewleta Azerbaycanê,
pey re dibistana bilind a partiyê li Bakûyê û ûnîversîteya
pedagojî ya Azerbaycanê xilas kiriye. Her sê dibistanên
bilind bi madalyona zêr kuta kiriye.
Li bajarê Kelbecera Kurdistana Sor edîtorê rojnameyê,
serokê rêxistina ciwanan Komsomolê mudirê
dibistanê, waliyê bajêr, mudirê perwerdeya bajêr, serokê
mûzeya dîrokê bi rengekî navdar daye meþandin. Weke
mamoste di dema seroktiya Þamîl Esgerov de, rêxistina
ciwanên Kelbecerê di gelemperiya Yekitiya Sovyetê de,
di pêþbirka sosyalîst de rêza yekem girtibû.
Mamoste Þamîl li bajarê Bakûyê ji teklîfên ku bibe
rektorê ûnîversîteyê re gotiye na û mayîna li Kelbecerê
tercîh kiriye, ku bêhna kurdayetiyê jê werdigirt. Di
sala 1993yan de piþtî ku Kurdistana Sor ji hêla
artêþa Ermenistanê ve hate dagirtin, bi neçarî jiyana
xwe weke penaber li bajarê Bakûyê domandiye.
Mamoste Þamîl li ba xebatên civakî bi xebatên xwe yên
edebî û zanistî li Yekîtiya Sovyetê û li derveyê welêt
weke sexsiyetekî navdar hatiye nasîn. Tevî ku bi xwe
matamatîksiyen bûye, bi kurdî û azerî helbest nivîsandiye.
Edebî, etnografî, dîrokî û hunerên estetîkî di serî
de nêzîkê 40 pirtûkan nîvisandiye. Mamoste Þamîl, li
ser xebatên edebî yên Mamosta Cîgerxwîn teza xwe ya
doktoriyê nivîsandiye, destana Mem û Zîn
a Ehmedê Xanî wergerandiye zimanê azerî û wekî din jî,
di serî de ji Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Evdirehman
Hejar û Evdila Goran bi sedan helbestan bi zimanê azerî
bi lêv kiriye. Her wiha ferhengoka zimanê azerî-kurdî,
kurdî-azerî nivîsandiyê û bi vê yekê armanc girtiye,
kurdên li Azerbeycanê ku zimanê wan asîmîle bûbû, ji
nû ve zindî bike. Dîsa yekem ferhengoka qafiya(misar)
zimanên kurdî û azerî ji hêla Mamosteyê mezin ve hatiye
çêkirin.
Mamoste Þamîl emrê xwe yê biwate
di rêya ronahîbûna kurdan û
biratiya gelan de borandiye. Bi xwe di vê riyê
de çendî ku rastê zext û zorê
hatibe jî, ji þewaza jiyana xwe tu caran
tawîz nedaye. Di sala 1978an de bi sedema
ku kurdayetiyê dike, çar salan
di zindanê de dimîne, di nav rewþa
çetînahiyê de bi navê Lal
Kiz destana helbestî ku 20 hezar rêzik
e û dîroka têkoþîna gelê
kurd vedibêje nivîsandiye û bi vê
eserê helwesta xwe nîþan daye, li
dijî bêmafiyên ku têne kirin.
Timî di dilê Mamosteyê mezin de evîna Kurdistana mezin
hebû, ew tam dildarê Kurdistana Sor bû. Mirov dikare
bibêje ku li Kurdistana Sor ciyê her kevirî, her darî
û her kaniyê dizanibû. Mamoste Þamîl, li komara
ku lê dijiya dostên wî yên ku ji kurdayetiyê
hez nedikirin jî, jê re digotin Ansîklopediya
Zindî û abîdeyê zindî yê dostaniya kurd û azeriyan.
Ji bo kurdên ku li nav Yekîtiya Sovyetan belav bûne,
wateya Mamoste Þamîl mezin e û li ba dilê wan ew tekane
þservan e, ku têdikoþe di oxira kurdayetiyê de, li nav
kurdên Azerbaycanê.
Gelê kurd ewladêkî xwe yê gelek nirxdar wenda kir.
Em Mamosteyê mezin Þamîl Esgerov ku bi dengekî
mezin ji gundê Kelbecerê diaxiviya, bi dilovanî û sipasdariyeka
mezin bi bîr tînin. Ew mamosteyê me yê mezin e. Bîraweriya
mezin, jîriya wî ya ronî û têkoþîna ku daye di oxira
ronahîbûna Kurdistanê de çavkaniya ilhama me ye.
Li ser navê hezkiriyên wî
Knyaz Mirzeyev: Akademisyen, profesorê filologiye
û serokê yekitiya kurdên Qazakistanê.
Nadir Nadirov: Akademisyen, profesorê petro-kimyayê.
Sêx Remezan. Serokê yekitiya Kirgizistanê.
Bariyê Bala: Saîr
Ehmedê Hepo: Nivîskar
Mihemedê Misto: Profesor
Bariyê Pasa: Albay
Wezîrê Knyaz: Dozger
Resûl Memedov: Doktor
Ezîzê Ziyo Eliyev: Bazirgan
Hiseyin Sadikov. Profesorê matematîkê.
Hesen Hecî Silêman: Nivîskar
Xebatkarên rojnameya Dengê Kurd.
Xebatkarên rojnameya Jiyana Kurd û
kovara Nûbar.
|