 |
 |
 |
 |
|
 |
Kemal
Burkay |
|
|
-
|

-
-
Kemal
Burkay
HÊVÎ
Li wir, li gundan, li çîyan, bin berfê da
Bi hêrs be, bê hêvî mebe, serbilind be
Bi dil û can bêje stranên azadîyê
Roj wê bê û erd bi gulan bixemile
Li wir, li çol û bajaran, li Kurdistanê
Ger birçî û bê derman bî jî, serbilind be
Ev e hêza xebatkaran, rîya þoreþê
Yek be û bimeþ, rizgarî bi yekitî dibe
1974
EVÎN
Evîn çi ye, germîya dest û çavan e
Evîn çi ye, ji dil tê, kilam e
Baran e li ser axa havînê
Pel û ba ye
Evîn azadî ye
Him dilop e, him derya ye
Nîsan 1990
ROJBAÞ
Rojbaþ dinya!
Rojbaþ ewrên reþ û sipî
Dar û ber, gîya, mêþ û mûrî
Rojbaþ roja zer û sîs
Gulên rengîn
Çûkên dengîn
Rojbaþ zinarê mezin
Toza ber lingê min
Gelîyê kûr
Çîyayê dûr
Ava çirik
Gula dirik
Ba û baran
Rojbaþ jîyan!
Çileyê Pêþîn 1990
MEÞKA KURDAN
Dengê meþkê nerm e
Ji lorîya dê
Dengê meþkê nerm e
Ji kilameke xemgîn
Lê meþka kurdan
Deh qat xemgîn e
Di têlên dil da dilerze
Rojên koçerîyê tîne bîran
Çîrokên evîndaran
Ku tim bê mirad mane
Zulmê, berxwedanê û çîyan
Û mêrxasên þikestî
Meþka kurdan
Wek ji sedsalan nisilîye
Hunguvê êþ û jan e
Çileyê Pêþîn 1993
-
DENGBÊJ
Dengbêjî
ji dil e
Dilê
dengbêj dikele
Dengbêj bayê beriyên welatê min e
Berhemên zozanên rengîn e, gul e
Kilamên
wî dengê simên hespên kumêt in
Ava
belakiyan e, bi þirrîn e
Geh
çemekî dîn e, dixulxule, bi qîrîn e
Geh
giran dikiþe, dilorîne
Li
dengê wî geh þer e, geh aþtî ye
Þayê
dîlanan e, gîrîya þîn e
Dengê
wî jana birînan
Tama
bîranînan
Germiya
evîn e
Berxwedan
e, hisret e, hêvî ye
Dengê
wî zmanê me yê þîrîn
Çîroka
Kurdan e, jîn e
|
|
|
|
|
|
|
|
|