Seyid Feysel Moctevî

 

 

 


GEWER

Sare Gewer heva livê gul bi xwe ra diçilmisin?
Hûn bi du çavê eman Hekariyê girîn dibin

Ta ku bi xusil ken gulan avi li kaniyan rijî?
Nabe biþon gulên welat, nabe evan temîz kin

Xûne ku rengi da gulê pake û hem muettere (1)
Em bi evan gulên diyar, gel li xewê þiyar kin

Bînine ser ilindiyê ali bi van bibit sitar
Ta ku Xudê jî mêze ket vê sitema ku gul kirin

Ca ku Xudê gevah bit bê gunehin gulên weten
Nîne çi zenbek (2) û guneh yar ku li me bi kîn birin

Deste bi deste dane ber tîrê miselselê sitem
Dest û ser û beden û pê kirne titûn u jêkirin

Baþe eva edealete!?ha (3) li gurê çiya dikin!?
Ya ku digel gelê me da tête kirin bi mêr û jin

Pir bi gGewer miriv civîn bûne bi fevcekî qewî
Çendi demek li vê meþîn ta ku gulan vidaikin (4)

Seyyidi jî birîn bi dil bû bi xema gulên berê
Xem bi dilî kirin teze deste gulên ku perperin


(1) Bihna etrê
(2) Guneh
(3) vihe, visa
(4) xatirê xwe li gulan bixazin

Seyid Feysel Moctevî [email protected]

Senendec 2005-11-18

Helbest : Xezel

Vezn : Mofteilon Mefailon Mofteilon Mefailon

Behr : Recezê Mosemenê Metviyê Mexbûn

 

 

© 2000-2002ROJA NÛ