-
|

Zarokên
ku bi qeyd û kelepaçan
xweydan
Pêşî Amed, ew zarokê minî herî qemere.
Sîwerek, ewrekî toz û li pey
bajarekî bê
maç.
Ruha, bîrîneka rip û reşe dûa dirijin
li pêşê.
Farqîn, rîya hewreşimê ye ronî dirijîne
li şevên
amedê.
Hezro, bîrçübüneke; bawerî bi lîcê nayê,ew her
dem şeve reşe!
Çinarê ez nikarim bisalixînim;
herin jê bipirsin,ewê ji
xwe fêmkirîy?
Erganî, bajarê bîrhanînên jîn şîne û li dîrokêda mabedî ya veşartî ye
Şirnex, xweyda ye û li
nav qeyd û
kelepçanda.
Savur, berbaye...
Patnos, hatîye lêxistinê, kujer
ne dîyar e!
Qurtelan, bêtonê dixwaze; êdî
li xulîyê
û hesin bê zar
bûye!
Sêrt, gundekî mezine û sê zimana diaxife
Semsur, sêwîke bi reş
vedireşe.
Çolemêrg, maleka mirîy’a ye...
Hezex, pîki vî li cudî dayê, li
ber çavane.
Baykan,bi çengek tituna qaçax
dirije çayxanan...
Agirî-yan, xwe
dispêrin çîya...
"Ev dera Müşe, rîya wê hevraz Müşe" edî tune; lê berejor
Ji ber
çûbûn û hatina
panzeran bûye rasteger...
Ne li " Wanê
da şan" maye,
ne jî li "Bitlîsê
pênc minare".
Lê çîyayê
Herekolê bi cîh
û ware û li Bîtlîsê
gemar diherike.
Şemdînî, her dem dûr e;sînor hatîye darxistin yek jî
cîhê ku lê
nêzîke;
disekine bîrtîne bi yek yek tiştan lê kes nizan
-bejî!
Mêrdîn, li ber bankan pesnokên şemalî û gundîyên ku xwedan
ker.
Çaya qaçax
wedixun û rojên
wan jî li
demên hemçax
qaçaxin
Perwarî, wak rêbirekî ku ji
jan û kesera
xwe fedîdike!
Qiziltepe, puşîya serê wê hildane; bi dorhêla wê têlê
sitrî, xemla wê
bi nav xwina sor
û gevez da pêçane,
hundirê wêda mehmetcîkên
kedxwaran bi cîh
kirine.
Ji bo
wê ye ku
wek buka ku hêwî dîtî,
xemgîn û xeyîdîye...
(...)
Wergêr:
Azad AYYILDIRIM
|
|