Seyfî Dogan

 

 

 


ÇAY
Dengên têne
Ji sifra heftaran
Dengên gemarî
Û dengên nas
Qala me dikine
Bîra xwîna me
Û bîra girîyê me kirine
Ez wek brûskeke biharê lerizîm
Dilê min wek pelekî dara zeytûnê cirifî
Ne ji tirsé
Ji ber bejîtiya wan
Çayekê bide
Çayeke res wek qetranê
îþev
Ez dê bibim hevalê
Þehîdên azadiyê
Eger ku ez stuyê xwe
Li ber gorên wan xwar bikim
Hêstirkên çavên min ê
Kincên minê reþ wek yek kaxizên ku
Li ber rojê ziva buyî pêtiyé vêxin
Wana ew riya bi xwe helbijartiye
Ser seran ser çavan
Neyar qurban
Stêrk ê bibin þahidên min ku
Ez dê
Mizgîna behiþta di dilê xwe da bi wan dim
li kêleka tirbên wan dara danim
darên meywan
ji zarokan re
ji bo ku nebin qurbana xweþbîrîyê
ez ê
Li ser kevirên balgiyên wan
Yek bi yek
Bi xwîna henîya xwe ya pak
Bijîn xûng û kek
binivîsim
Û ji wan re heta berbangê
helbestên Mehmî Sosê
wek yek çîkên serhildanê bixwînim.
Û wek tizbîyeke ji nodûneh heban bikiþînim.

Seyfi Dogan

 

 

© 2000-2002ROJA NÛ