|
Êvarek
Di êvarek ji êvarên welat de,
dilê xortek gundî, xwe ber bi dilê keçek
bajarî avît.
Li ser vê, du dil bûn xwedîyê bedenek.
Paþê, êþek ji dîroka evînên
bedew derket, hat bû xemla pêsîra herd
bedena;
bû agirê hundurê herdu dila,
hat pêgirt,
hat vêket,
hat vejand,
niha
dikelîne
Bi vî re, ji niþkê ve, du gazîyên
xurt, yên wek stranên dengbêjên
kevneþop, deng dan ji êvarê,
êvar bû hêvî
êvar bûu miraz,
êvar bû destpêk.
û nêrînên ku hevxwez bûn,
çevê xwe ji hev revandin.
Lê yekî, bêyî ku lê binhêre,
yê din didît, heye ku dihate dîtin jî
Êdî dilopek ji dilopên êþên
eþqê, ji dîroka evînan pekyabû
û dixwest bibe cîhgirê hundurê dilê
wan.
Ji ber ku dê bibûya mînak, ji çîrokên
nujen re
|
|
Nedayîn
Divê dengê min bigîhêje te niha.
Dengê lorînên dilê min;
strana bibêje ji te re, klama
yên eþqê, evînê
Tu bibîhîzî.
Li cem hevalên xwe bî,
li cem "yar"ên xwe.
Çavên te tijî bibe, bi hêsîra.
Hêsîrên ku ji çavê te dertên,
tên li ser sûret dikiþin,
dirijin,
niqutî nav erdê dibin.
Erd li min dinhêrin,
Ji min jî dixwazin,
Ku tev li yên te bikin.
Lê ez nadim, nadim.
|