Lorîna pênûsê
Bêhna xwînê ji min tê
ez ne mirovkuj im
ji her aliyên min xwîn dipale
sond dixwim
nebûme kujer
ev bêhna xwîna bapîrê min e
ji min tê
dema ew kuştin
xwîna wî
pijiqî ser pêçeka min
hê ew xwîna
ji min dipale
û qêrîna
xwîna bapîrê
min e
hê di guhên min û derya dengan de
dilorînê
dixwazim ji te re
bihara aştiyê pêşkêş kim
ne xopaniya şer
ez şer nas dikim
bapîrê min di şer de mir
bavê min jî
agirê tifika
dayîka min vemirandin
û ew
dîn bû
xwişk û birayên min birin
êdî bi paş de nezîvirîn
maleke me hebû
mîna hêlîna bilbilan
em tê de şa bûn
lê baxê me
dixemilîn ji kulîlkên hinaran
şer dizanim
şer naxwazim
cihê guh li navê şer dibim
Yêzdan bi bîr tînim
spasî jiyanê dikim
çi kulîlkên ku dibînim
bi wan şa dibim
naxwazim biçilmisin
ji duyê jehrê careke din
lê naxwazim
dîl jî bijîm
bila kulîlkên me jî
weke kulîlkên cîrana bêtirs
bibişkivin
û wan kulîlkên bêtirs
yên bi girî yê dilê dayîka min
hatina neqişandin
ji te re pêşkêş kim
xweşika min
|