NEWROZ DI HIMBÊZA HELEBÇE
DE ŞEHÎD KET
Temenê buharê şazde roj bû.
Her çi ewrê li asmanê welatê me heyî,
pênc hizar cara agir pêket.
Her çi çîyayê heyî pênc hizar cara xwe çemand.
Her çi dara buharê kesk kirî, pênc hizara cara
xemla xwe werand.
Her çi çem û rûbarê heyî pênc hizara cara şêlî
bû.
Her çi gul û nêrgiza heyî, pênc hizar cara çirmisî.
Her çi befra li serê çîyayê me mayî, pênc hizar
cara bihujî.
Her çi kevokeka spî li ser takê darekê dadayî,
pênc hizar cara di xwînê werbû.
Her çi dayîka heyî, pênc hizar cara kirasê xwe
yê reş, di reşî veda.
Û her çi şehîdê heyî, pênc hizar cara ji
gora xwe rabû û pênc hizar cara hawar kir: HELEBÇE!
Temenê buharê şazde roj bû...
Her bihosteke axa welatê me karê xwe kiribû
û li benda Newrozê bû.
Newrozê jî karê bûkaniyê kiribû û wekî her bûkên
çîyayî, bej û bala xwe bi sê renga xemilandibû; sor spî û kesk.
Û ji nişkave ji dilê rojë derket û riya
HELEBÇE girt.
Lê riya HELEBÇÊ jehrê girtibû!
Temenê buharê şazde roj bû…
Esman yê ducanî bû û xemek jê za, pênc hizar
cara bi qasî HELEBÇE.
Wê xemê dilê geş yê Newroza me poşî..
Newroza me ji bi carekê xemla xwe werand;
Sor ... bû reş.
Sipî… bû reş.
Kesk… bû reş.
Û ewrekê reş çavê rojê girt û kire bû şev, şeveka
tarî jehr û seqem jê dibarî.
Xewa mirinê bi çavë Newrozê de hat, lê hîn raneza bû.
Pênc hizar zarok li Hîroşîmayê hatin û rengê sor anîn.
Pênc hizar zarok ji Awşîwîdzê hatin û rengê sipî anîn.
Û pênc hizar zarokên birçî ji Afrîkayê hatin û roj li ser
destan bû.
Careka dî Newrozê xemla xwe girt.
Û careka dî riya sor a HELEBÇE girt.
Temenê buharê şazde roj bû…
Li xopana HELEBÇÊ govenda zarokan bû.
Pênc hizar zarok ji Dêsimê bûn.
Pênc hizar zarok ji Amûdê bûn.
Pênc hizar zarok ji soryan û Dekan bûn.
Pênc hizar zarok ji Mehadê bûn.
Ho ey bîst û pênc mîlyon şehîdên li ser axa Kurdistanê dijîn!
Rê vekin… Newroz birîndar e û dixwaze di hembêza HELEBÇê de şehîd
bibe!
Temenê buharê şazde roj bû…
Newroz di himbêza Helebçê de şehîd bûbû.
Saet yazde bû.
Her ewrê li asmanê welatê me heyî, pênc hizar cara agir
pê ket û pênc hizar cara nivîsî HELEBÇE
Her çi pêşmergê heyî, pênc hizar cara sond xwar!
Bi wî zarokê di himbêza xwe da, kenî li ser lêva mirî!
Bi wî zarokê li ser destê dayika xwe , jehrê xewna wî lê birî,
Bi wî dêmê geş yê li nav gîyayê buhar; vemirî,
Pênc hizar cara sond xwarin.
Pênc hizar cara tola Helebçê bistînin!
Mueyed Teyîb
|