|
Bi lêdana çakûç hezar çîk direþin
Hedad þevê dihelînin, rojê dirêsin
Hedadî ne gora bîhntengan e, hevalo
Berê xwe polake, hîn dest bavêje hesin
*
Ger dilê te geþ be ev dinya wek gulistan e
Bi birîn be, pîn û pag e, wek goristan e
Min jê hez kir tim, çi di cejnan, çi di þeran da
Dinya xweþ e, delal e, lê ne wek Kurdistan e
*
Bindest ji ço ditirsin, zordest ji gotin û raman
Dengê kewê li zinaran xweþ e, bihna kulîlkan li çolan
Pûlperest pûlan kom dike, malperest mal û zevî
Lê ji vir û bihûþtê ne trên heye ne karwan
*
Ku di ser daristanê da girtin baz û eylo
Goþtê bilbilê erzan dibe, hevalo
Bazara dîn û boman e, aqil li guman e
Tu hatî þiêran pêþkêþ dikî, ha hoo!
*
Di çarînên min da mirov cure-cure ne
Hin jîr in hin teral, hin xêrxwaz, hin fitne ne
Bê hev nabe zana û nezan, hov û hozan
Hin mêr in hin qelsemêr, bom û baqil hene
*
Mirovo, ji bo gulên çilmisî megîr, þîn meke
Ji bo xwîna herikî, emrê çûyî, qîrîn meke
Bibê nebê, bihar dîsa bê, roja me wê hilbê
Ev Kurdistana jîr û jîndar e, tu axîn meke
*
Ew tiþtên berê çûn, cardin wek berê nabe
Dara rizî, gula çilmisî cardin venabe
Hertiþt bi dem û dor e û tim li pêþ e hêvî
Zeman wek avên çeman e, borî ducar nabe
*
Di zibil da bîhna gulê bi çi ra dibe
Çol mezin be çem jî tê da winda dibe
Ew hosteyên ku li welatê famkoran jîn
Hêfa wan, malê bê miþtêrî çi ra dibe
*
Mirovo ev ax, ev çol û çiya warê te ye
Zarotîya te li vir derbaz bû, wek sîngê dîya te ye
Çiqas delal be, bi zêr û zîv, bi gul xemilî be jî
Welatê xelkê te bextewar nake, ne yara te ye
*
Ne diçim camîyê, ne cemê, olperest nîn im
Guh nadim mal û milkê dinê, pûlperest nîn im
Evîndarê ronîyê me, hosteyê delalîyê
Ez ne bende me, wek erd-avê me, diefrînim
*
Tiþtê ku ne hatîye gotin û nivîsîn çi ye?
Dil ji þahi û xema jîyanê êdî têr bûye
Li dinyayê gerîm, pir tiþt dît, bihîst, tam kir û jîm
Þêst sal dirêj e, ji wê dirêjtir ji bo çi ye?
*
Li vê dinyayê gelek bom û bodele heyranê post in
Bi dû pûl û pere diçin, bê dil, bê mêjû û bê dost in
Bo hinan tac û text, bo hinan zêr û zîv giranbuha ye
Ê min jî ku heye tune, ev çend kilam, raman û rist in
Têbinî:
Þeþ çarînên dawin cara pêþin li vir tên belavkirin.
|

|