
Ehmedê Xanî
Tablo
ji alî hunermendê kurd
Qulîxanê Memed hatiye çêkirin.
Ehmedê Xanî þairê kurdan yê netewî ye. Xanî di
sala 1651 da li navça Hekkariya hatiye dinê, di
sala 1707 da li Bazîdê wefat kirîye.
|
- "Ez
mame di hikmeta Xwedê da,
- Kurmanc
di dewleta dinê da,
- A
ya bi çi wechî mane mehrûm
- Bilcumle
ji bo çi bûne mehkûm?"
*
* *
Kurmanc
ne pir di bê kemal in
Emma yetîm û bê mecal in,
Fîlcmle
ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xudan in.
Ger
dê hebûya me jî xudanek
Àlî-keremek, letîfedanek,
Ìlm
û huner û kemal û iz´an
Þi´r û xezel û kitab û dîwan
|
Berî Ehmedê Xanî hozanên wek Elî Herîrî, Baba Tahirê
Hemedanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran bi zimanê
kurdî berhemên hêja afrandibûn, ango Xanî ne kesê
yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsandine, lê ferqa
wî ji wan þairên berî xwe ew e ku wî doza azadiya
gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema
wî ya manzûm "Mem û Zîn" wek sertaca edebiyata
kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd
bûye çavkaniyeke netewi ya giranbiha. Xanî ji bo
afrandina nasnama netewî, ji bo bilindkirina ala
yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsandiye. Herçend
ew dastan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye
bi riya wê çîrokê fikir û ramanên xwe, daxwaz û
pêþniyazên xwe pêkêþî gelê xwe bike.
Bilî "Mem û Zîn" du berhemên wî yên din
jî hene, "Nûbar" (Nûbahara Biçûkan) û
"Eqîda îmanê".Wek tê zanîn Nûbar ferhengoka
kurdî ya pêþîn e, wi ji bo zarokan nivîsandiye.
 |
Nivîsa
li ser kevirekî gora Xanî
(ji arþîva Roja Nû) |
|
Ev
cins bibûya li ba wî me´mûl
Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl,
Min
dê `elema kelamê mewzûn
`Alî bikira li banê gerdûn
Bi
navê ruhê Melê Cizîrî
Pê hej bikira `Elî Herîrî
Keyfek
we bida Feqihê teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran.
|
 |
Tirba
Ehmedê Xanî li Bazîdê
(ji
arþîva Roja Nû) |
|