Dil ji min bir
Þox û þengê zuhre-rengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet-pilingê
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê þepalê misk î xalê,
Dêm-durê gerden þemalê,
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min.
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min bir dil bitalan
Goþeê qewsê hîlalan
Dil ji min bir, dil ji min.
Dêm nedirê bo ebîrê
Xemrî yû gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min.
Sur-þirînê nazenînê
Kuþtim û nakit yeqþnê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min.
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cuhtê þebaban
Dame ber pence w kulaban
Dil ji min bir, dil ji min.
Xoþ-xeramê, ez xulamê
Nazikê þirîn-kelamê
Tûtîya eywan meqamê
Dil ji min bir, dil ji min.
(...)