
Mela Mehmûd Bayazîdî
Zanyarê kurd û xebatkarê civakê
yê bi nav û deng Mela Mehmûd Bayazîdî sala
1797-a li bajarê Bazîdê (Bayazîd) ji diya
xwe bûye. Xortanîyê da ewî Quran xwendîye,
di nav edebîyata bi zimanên erebî, farisî
û tirkî da kûr bûye û zimanên wan bê qisûr
zanibûye.
Ewî lêgerînên xwe yên zanyarî pêþî li bajarê
xwe kirîye, paþê jî - li Tewrêzê. Dû rêwîtîya
xwe ya li Farizistanê ra, ew vedigere Bazîdê,
dibe serwêrê medresê û di nav hemwelatîyên
xwe da zû tê naskirin. Lê piþtî, ku serekê
eþîra kurda ya bi nav û deng li Bazîdê ji
text tê avîtin, ew cîguhastî Erzurumê dibe
û li wira karê mamostatîyê berdewam dike.
Bayazîdî xwedî qedirekî bilind bûye, bona
wê yekê ye, ku navê wî li gelek mizgeft û
medreseyên bajarên cuda kirine. Hurmeta wî
di nav karmendên dewletê yên Tirkîya Osmanîyê
da jî hebû. Hukumdarên sultanîyê çend cara
wî wek qasidê xwe þandine bal serekên serhildanên
kurda yên li wilayetên Botanê û Hekarîyê bona
ku wan ra bikeve nava peywendîyan. Lê jê ra
bingehek heye ku em bêne ser wê bawerîyê,
ku pevgirêdanên Mela Mehmûd Bayazîdî yên surî
(bi dizî) bi serokên serhildanên kurda ra
hebûn. Usa xuya ye, ku ewî hewl dida sipartinên
hukumetê ne ku ji bo berjewendîyên Tirkîya
Osmanîyê, lê ji bo kara kurdên têkoþer pêk
bîne.
Hukumeta Tirkîyê destpê kir þik
bire ser Mela Mehmûd, ku ew bi isyankira ra
girêdayî ye. Wî pêþî sirgûnî Wanê dikin, paþê
digrin, davêjine zindanê, lê piþtî 15 roja berdidin.
Mela Mehmûdê navdar, wek dibêjin, qedirê xwe
di destê xwe da digirt û ne dihîþt, ku cezake
ji wê zêdetir bidne wî. Lê dîsa jî ew ber çavê
hukumetê ket. Piþtî wê di nav bext û qedera
Mela Mehmûd da ecêbên giran bûn.
Dema þerê Rûsîyayê-Tirkîyê (salên
1853-1856) birayê wî þehîd ket. Piþtî têkçûna
Tirkîyê, kar û barê kurên wî, ku bazirganî dikirin,
her diçû xirabtir dibû. Wan rojên bona M. M.
Bayazîdî giran da, zanyar û dîplomatê rûs A.
D. Jaba hewara xwe li wî dadixe û daxwaza alîkarîyê
jê dike. Di gulana sala 1856-a da ew dibe konsûlê
Erzurumê. Hema wan çaxa jî akadêmîk A. Dornê
ji Pêterbûrgê ji A. D. Jaba ra pêþnîyar dike,
ku desthilatdarîya xwe bi kar bîne bona berevkirin
û lêkolîna materîyalên bi zaravê kurmancî.
Piþtî sala 1856-a Mela Mehmûd
di hêla lêgerînên ziman, dîrok û çanda kurda
da dibe mamosta, ronahîdar û karmendê A. D.
Jaba. Ew bi alîkarîya kurdên xwendî û xasma
M. M. Bayazîdî, gelek destnivîsarên kurdî berhev
dike û ji Akademîya Zanyarî ya Pêterbûrgê ra
diþîne. Di nav wan da hinek destnivîsarên Mela
Mehmûd jî hebûn, ku derheqa dîrok, êtnografîya
û zargotina kurda da bûn. Ji wê demê vir da
navên zanyarên rûs û kurd gelek cara bi hev
ra tê ser zar-zimana û ew nav yekser bi herfên
zêrîn ketine nava dîroka kurdzanîyê.
Di salên 1858-1859-an da M. M.
Bayazîdî gramera erebî-farisî-kurdî ya Elî Teremoxî
(dawîya sedsala XVî û destpêka sedsala XVîî)
ber digre (kopî dike) û jê ra pêþgotinekê dinivîse.
Di wê da ew derheqa jînenîgarîya Elî Teremoxî
da malûmatîya dinivîse, qala hin zanyarên kurd
û nivîskarên gramera kurdî dike, derheqa rola
xwendina di dibistana da li nav jîyana çandî
ya Kurdistanê da tîne ber çava.
Mela Mehmûd yek ji sê xudanên
dîyalogên bi kurdî-fransî ye, ku berhemeke bona
hînbûna zimanê kurdî ye. Di wê da weke 3 hezar
dîyalog hene, ku çend alîyên jîyan û deba kurdên
Tirkîyê di sedsala XîX-a da tînine ber çavan.
Di wê da malûmatî hene derbarê erf-edet, rabûn-rûniþtina
kurda da, îzbatîyên dîrokî yên derheqa eþîretên
kurda û tiþtên mayîn da hatine destnîþankirinê.
A. D. Jaba, ku sala 1880-yî da
karê wergera wan gotûbêja ser zimanê fransî
bi serhevda tîne (xilas dike), di pêþgotina
wê da dibêje, ku nîyeta wî heye jînenîgarîya
alîkarê xwe yê dilsoz Mela Mehmûd Bayazîdî binivîse.
Dibe konsûlê rûsa sozê xwe pêk anîbe jî, ji
ber ku ew merivekî ciddî bû, lê destxeta derheqa
wê yekê da ne gihîþtîye destê me.
Hema di wan çaxa da M. M. Bayazîdî
bi pêþnîyara A. D. Jaba pirtûkeke hewaskar dinivîse
bi sernivîsa "Rabûn-rûniþtin û erf-edetên
kurda" û wê da derheqa timtêla kurda, dem-dezgê
wan, leyîstik û sazbendîya gelêrî, derheqa huner
û çanda kurda da radixe ber çavên xwendevana.
Ew pirtûk di sala 1963-a bi wergera rûsî ji
alîyê kurdzan M. Rûdênkoyê da hatîye çapkirinê.
Ji namên A. D. Jaba, ku ewî þandîye
Pêterbûrgê, em pê dihesin, ku bi hîvîkirina
wî Mela Mehmûd Bayazîdî wek berdewama xebata
dîrokzanê kurda yê bi nav û deng Þerefxanê Bîtlîsî,
xebateke dîrokî "Dîroka kurda ya nû"
(weke 1000 rûpel) nivîsîye. Di wê pirtûkê da
dîroka weke hevtê sala (ji salên 1785-1786 hetanî
salên 1857-1858) ya navçeyên kurda yên sereke
dihate ber çava. Mixabin, em nizanin çi hatîye
serê wê pirtûkê. Xuya ye, ku destnivîsara wergera
nîvcîmayî di arþîva A. D. Jaba ya Smîrnê da
maye. Tenê wergera fransî ya "Pêþgotina"
wê pirtûkê hatîye parastinê, ku A. D. Jaba kirîye
û derheqa vê yekê da kurdzan Y. Ð. Vasîlyêvayê
gotareke xwe da nivîsîye.
A. D. Jaba bi Mela Mehmûd Bayazîdî
ra tevayî koleksîyona destnivîsarên kurdî yên
here tam û mezin (weke 50 heb) yên derheqa folklor,
dîrok, êtnografîya, zimanê kurda da berev kirine.
Ew kolêksîyon weke 90 sala çap ne bûn, hetanî
sala 1957-a M. B. Rûdênkoyê ew di xebatên Pirtûkxana
Pêterbûrgê ya bi navê Saltîkov-Þêdrîn da ne
da weþandinê û naskirinê, lê sala 1961-ê xebateke
wê ya bi navê "Derheqa destnivîsarên kurdî
yên li Lênîngradê" ronahî dît.
Para koleksîyonê ya here sereke
- ew destnivîsarên helbestvanên kurda yên sedsala
navîn yên here bi nav û deng Feqîyê Teyran,
Melayê Batê, Melayê Cizîrî, destnivîsarên sertaca
helbestvanîya kurda "Mem û Zîn"-a
þayîrê bi nav û deng yê sedsala XVîî Ahmedê
Xanî û yên mayîn in. Di wê koleksîyonê da, ku
piranî bi hereket û hewldayîna Mela Mehmûd Bayazîdî
hatîye sazkirinê, destnivîsarên usa degme hene,
wek em bêjin yên þayîrên mezin Harîs Bîtlîsî,
Selîm Silêman, Durfîþanî, Remedanî, Mûrad-xan
Bayazîdî, ku kubarîya edebîyata kurda ya klasîk
in. Bi saya ewê koleksîyonê em pê hesîyan, ku
vêrsîyonên kurdî yên destanên "Leyl û Mecnûn",
"Yûsif û Zelîxe", "Zembîlfiroþ"
hene.
Bi alîkarîya Mela Mehmûd Bayazîdî
A. D. Jaba cara pêþin ferhengên fransî-kurdî
û kurdî-fransî û usa jî ferhenga zaravên kurdî
yên hekarî-rewandî amade kir.
Mela Mehmûd Bayazîdî di dema karkirina
xwe ya here adan da - salên 1858-1859-a bi pêþnîyara
A. D. Jaba destpê dike "Þerefnamê"
ya Þerefxanê Bîtlîsî ji farisî werdigerîne kurdî,
zaravê kurmancî. Ew werger di hêla zanyarîyê
da gelekî baldar e. Ya pêþin, ji ber ku ew hetanî
niha dîroka bi zimanê kurdî ya tek-tenê ye.
Ya duda, destnivîsara Pirtûkxana Rûsîyayê ya
gelî (Pirtûkxana dewletê ya berê) da bi destî
Mela Mehmûd Bayazîdî hatîye nivîsandin. Kurdzanên
Pêterbûrgê ev yek û herwaha ew jî, ku van dehsalîyên
paþin li bal kurda, xwesma ronakbîra, daxaza
bi zimanê dayka xwe dîroka gelê xwe bixûnin
rû daye, dane ber çava û sala 1986-a ew destnivîsar
bi cûrê faksîmîlê (teksîr) çap kirin û kirine
milkê xwendevanên kurdîaxêv. Di hêlekê da jî
ew firsendek e, ku mîrata kedkarê kurda yê sedsala
XîX a ra nas bin.
Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl |