Navê Nalî yê rastî Xidir e. Nalî navê
wî yê nivîskariyê ye. Kurê Ehmed Þaweys e, ji eþîra
Mikayilan e. Di sala 1798a da li gundê Xaluxol hatiye
dinyayê.
Nalî, ji ber xwendina xwe ya medresê li gelek bajarên
cuda maye, wek; Sinnê (Senendaj), Sabilax, Helebce,
Silêmaniye.
Di sala 1830 da çû hec, di vegerê da hate Þamê û
li wir çend salan ma û dû ra çû Îstenbolê. Wî li
Îstenbolê gelek rewþenbîr û alimên kurd naskir û
bi wan re dan û standin kir.
Di heyamê Nalî da, li baþûrê Kurdistanê mîrîtiya
kurdan ya bi navê Mîrîtîya Erdelanê desthilatdar
bû. Ji hin helbestên Nalî dîyar dibe ku pêwendiyên
wî û mîrê Erdelanê Sulêman Paþa (1938 mirîye) û
kurê wî Ehmed Paþa hebûye. Ehmed Paþa mîrê Baban
yê here paþîn bû (1846 mirîye).
Dema Nalî li Þamê dima, di sla 1937a da, mîrîtiya
Baban ji alî dewleta Osmanî ve hat belavkirin. Li
servê yekê Nalî gelekî xemgîn dibe. Wî evîn û hesreta
welat di gelek helbestên xwe da aniye ziman. Þi`reke
wî ya gelekî bi nav û deng heye ku wî ji Þamê ji
helbestvanekî dewra xwe Salim re þandiye û tê da
dinivîse:
"Qurbanî
tûzî rêgetim ey badî xoþ mirûr
Ey peykî þareza bi hemû þarî Þarezûr"
Salim jî di helbestekî da bersiva wî dide û behs
dike çawa tirk ketine Kurdistanê (hêla Sulêmaniyê)
û zulmê dikin. Li cîyekî weha dibêje:
"Lew
sayewe ke hakimî Baban be der kiran
Ney dîwa kes le çehreyî kes cewherî huner"
Nalî, bilî zimanê kurdî, zimanê erebî, tirkî û farisî
jî baþ zanibûye. Dîwaneke Nalî heye ku heta niha
gelek caran hatiye çapkirin.