Laqirdî
A.P.Çêxov
 
 

 

Laqirdî

A. P. Çêxov
Ji zimanê rûsî Tosinê Reþîd wergerandiye.

Nîvroja zivistanê ya sar... Qirçe-qirça hişkîyê ye. Ez ketime milê Nadênkayê. Gulanckên wê û mûyê fêza lêva wê ya jorîn pûsî girtine. Em ser çiyayê bilind in. Ji ber lingên me hetanî qûntara çiyê besteke raste şimşat e û tav di wê de mîna neynikê tê xanê. Kêleka me xizika biçûk e, bi mexmerê rengê sorê vekirî, rûkirî.

-Em xwe bişimitînin, Nadêjda Pêtrovna!- ez lava dikim.- Tenê carekê! Min bawer bikin, emê sax û silamet bimînin.

Lê Nadênka ditirse. Mezîla ji ber pêlavên wê yên biçûk, hetanî binatara çîyayê qerimî, ku ziravê wê diqetîne, seva wê gelîkî bê binî ye. Can di çavan de namîne û bîna wê diçike, gava berjêr dinihêre, gava ez tenê dibêjim, xizikê siyar be, lê çi wê bê sêrî, gava ew dil bike di gêlî de bê xwar! Wê dîn be, bimre.

-Tika dikim!- Ez dibêjimê.- Gerekê netirsin! Axir tê bigihîjin, ew tirsonekî ye!

Dawîyê Nadênka qayîl dibe, û ez ji dêmê wê texmîn dikim, wekî ew bi qeziya seva jîyana xwe qayîl dibe. Ez ewa tirsîyayî û dilerize, li xizikê siyar dikim, bi destekî hemêz dikim û em bi hev ra ji jor de tên xwar.

Xizik nolî gulla difire. Hewa tîşbûyî dêmê wê dixe, diqûje, di guhan de dike gujîn, bi hêrs dinale û lê-lêye serîya ji ser mila bavêje. Ji zerpa bê nikarî bîna xwe bikşînî. Te tirê cin tu bi lepên xwe hemêz kirî û bi qarîn berbi dojê dikşîne. Tiştên dor, bera digihîjine hev, dibine qeytaneke dirêj û bi lez bi kêleka te re derbaz dibin... Va, ha, hinekî jî û em sax namînin!

-Ez we hiz dikim, Nadîya! - Ez hêdîka dibêjim.

Xizik hêdî-hêdî bayê xwe sist dike, qûjîna bê, dengê şimitandina xizikê êdî ewqas jî tirs nînin, bîna me tê ber me û va êdî em li jêr in. Nadênka ne mirîye, ne jî zêndî, sipîçolkî bûye, ancax bîna xwe dikişîne. Ez alî wê dikim, wekî rabe ser xwe.

-Ez êdî tu cara naçim,- ew dibêje û bi çavên xwe yên tirsyayî yên mezin vekirî li min dinihêre.- Heta xweşbim li rûbarê dinê! Hindik mabû bimrama!

Qasekê şûn de ew ser xwe de tê û bi pirsdayîn li çavên min dinihêre: gelo min herçar peyv gotin, yanê ji zerpa bê deng ber guhê wê ket? Ez kêleka wê rawestîyame, cigarê dikişînim û lepikên xwe dinihêrim.

Ew dikeve milê min û em demeke dirêj nêzîkî çîyê ji xwe re seyran dikin. Sira wan peyva, çawa tê xuyayê, tabetîyê nadine wê. Ew peyv hatine gotinê, yanê na? Erê, yanê na?

Erê, yanê na? Ev pirsa rûmetê ye, namûsê ye, jîyanê ye, bextewarîyê ye, pirseke giring e, di cihanê de giringtir pirs e.

Nadênka bêsebir, melûl, bi bengzê tûj li min dinihêre, bersîva pirsên min tewekelî dide, bendê ye, gelo ezê tiştekî nebêjimê. O, lîstikeke çawa ye ser wî demê delal, lîstikeke çawa! Ez texmîn dikim, çawa bi xwe, xwe re şer e, dike tiştekî bêje, di derheqa tiştekî de bipirse, lê peyva nabîne, şerm dike, şabûn nahêle...

-Zanî çi? -Ew min nanihêre û dibêje.

-Çi? - Ez dipirsim.

-Ka carekê jî... em xwe bişimitînin.

Em bi pêpelînga va hildikişine çîyê. Ez dîsa Nadênka sipîçolkî ye, dilerize xizikê siyar dikim, dîsa em bayê xwe ji jor da tên, dîsa vizînîya bê ye û xuşînîya xizekê ye, û dîsa dema xizik bayê xwe difire, ez hêdîka dibêjim:

-Ez we hiz dikim, Nadênka!

Gava xizik rawestîya, Nadênka careke dinê dîna xwe dide çîyê, yê ku em hêja jê dişimitîn, paşê li demê min dinihêre, guh dide dengê minî bê hesînî tewakel û serdapê, heta kum û lepik, bejna wê ecêvmayînê nîşan dikin. Û ser dêmê wê nivîsar e:

”Axir ev çîye? Kî ev peyv gotin? Wî, yanê tenê ber guhê min ketin?”.

Ew nedîharî tabetîyê nade wê, wê bêsebir dike. Keçika feqîr bersiva pirsên min nade, pirçûyên xwe kirîye, lê-lêye bigrî.

-Em neçine mal?- Ez dipirsim.

-Lê min... min xweş tê ev şimitandin,- ew soromoro bûyî dibêje.- Em carekê ji neçin?

Ew şimitandin li wê ”xweş tê”, lê gava xizikê siyar dibe, dîsa mîna carên mayîn sipîçolkî, ji tirsa ancax bîna xwe dikişîne, serdapê dilerize.

Em cara sêyemîn peya dibin û ez dibînim ew çawa dêmê min mêze dike, lêvê min dinihêre. Lê ez destmalê didim ber devê xwe, dikuxim û gava em digihîjine nîveka çîyê, pê re digihînim bêjim:

- Ez we hiz dikim, Nadîya!

Û sir dîsa ma sir! Nadênka bêdeng e, di derheqa tiştekî de difikire... Ez wê verêyî mal dikim, ew dike hêdî here, gavên xwe sist dike û bendê ye, gelo ezê wan peyva nebêjim. Û ez dibînim ew çawa ber xwe dikeve, çawa bi zor xwe zevt dike, wekî nebêje: ”Xwe usa nabe, wekî ba wan peyva bêje! Û ez naxwezim, wekî ba bêje!”.

Roja dinê, sibê zû min name sitend: ”Eger îro diçin xwe bişimitînin, werin pey min”. Û ji wê rojê ez û Nadênka her roj diçine şimitandinê û gava xizikê siyar ji jor de difirin, ez hercar bi dengê nimiz wan peyva dibêjim:

- Ez we hiz dikim, Nadîya!

Zûtirekê Nadênka usa hînî wan peyva dibe, çawa hînî şerabê, yanê morfîyê dibin. Ew bêyî wan nikare bijî. Rast e, dîsa mîna berê ditirse ji çîyê bifire, lê niha tirs û qezîya nexşekî delal didine peyvên evînê, ew peyvên wek berê dimînin sir û dilê wê dizêrînin. fiika wê dîsa ser dudane: Ez û ba.- Kî di derheqa evîna xwe de wê mukur tê, ew nizane, lê seva wê, çawa tê xanê, êdî yek e, ji kîjan derdanê vexwe, tenê pê kêfxweş be.

Carekê nîvro ez bi tenê çûm xwe bişimitînim: ez dibînim Nadênka çawa bi xelkê re nêzîkî çîyê dibe û çawa bi çavan li min digere... Paşê bi tirs pêpelîngan ve hildikşe... Ditirse tenê here, o, çawa ditirse! Ew nolî berfê sipîçolkî ye, dilerize, usa dilive, çawa berbi kuştinê diçin. Lê diçe, dor xwe nanihêre. Çawa tê xuyayê, wê dawîyê biryar girtîye bi xwe bizanibe; gava ez ne li wir im, ew peyvên delale, şîrin wê bêne bihîstin

h|È[ÂÚí?ö±ñ‑qË\kB]MÈQˇˇæj'ºQ?ónûme unda dike û paşê jî reş dibe... Em êdî xwe naşimitînin. Nadênka feqîr êdî tu cara wan peyva nabihê, hin jî kes tune bêje, ba nayê bihîstin, ez jî bi demeke dirêj, hela dibe heta-hetayê diçime Pêtêrbûrgê.

Carekê, du roja berî çûyînê, ez nav bax de rûniştîme. Tarîgewrik e. Bax ji hewşa Nadênka di tê de dijî, bi çîteke bilind cihê dibe... Hela êpêceyî sar e, di binê kulîkan de hê berf heye, dar mirîne, lê êdî bîna baharê tê û berî razanê, çivte-çivta çivîkane. Ez nêzîkî çîtê dibim û demeke dirêj ji qelîştokan re dinihêrim. Ez dibînim Nadênka çawa dertê ser şêmîkê, bi dêmê melûl û hisret berê xwe dide esman... Bayê baharê rast dêmê wê yê sipîçolkî yê kesirî dixe... Ew wî bayî tîne bîra wê, ewê hingê ser çîyê dikire vizîn, gava wê ew herçar peyv dibihîstin, û dêmê wê melûl, melûl dibe, ser sûretê wê re hêstir dişûlikin... Û keçika marûm destê xwe dirêj dike, wekî ba carekê jî wan peyva ji wê re bêje. Û ez dimînim heta ba tê û hêdîka wan peyva dibêjim.

- Ez we hiz dikim, Nadîya!

Ya Xwedê, çi tê serê Nadênkayê! Ew dike qûjîn, dibeşire û usa delal, şa û bextewar, bi milên vekirî pêşîya bê de diçe.

Ez jî diçim karê xwe bikim...

Ew gelekî zû de bû. Niha Nadênkayê êdî bîr kirîye. Ew bi zor dane mêr, yan wê bi dilê xwe mêr kir, nizanim, lê wê sêkrêtarê xemxurîya torinayê sitend û niha sê zarên wê hene. Ew, ku me demekê xwe bi hev re şimitandîye û bi peyvên -”ez we hiz dikim, Nadênka!” gîhandine guhên wê, nehatine bîrkirin; seva wê ew niha bîranînên lape bextewar, lape delal in...

Lê niha, gava ez mezin bûme, ez bi xwe tê nagihîjim, min bona çi ew peyv digotin, bo çi laqirdî dikir.

 
© ROJA NÛ 2000-2001