Necîb Mehfûz
 

NÎSAN MEHA TOZÊ Û DEREWAN

 

Dûyê cigarê, di wê oda bilind ya zirav û dirêj da hewa giran kiribû. Dosyayên li ser teregê di vesîna mirinê da bûn. Ma îþê henek û pêkenînê bû.. çaxa meriv li rûyê bi mirûz yê karmendên wêderê dinihêrî. Ew personalên ku bi îþ û karê xwe yê bêmane mijûl dibûn, li kaxezên xwe qeyd dikirin; mesref û hatinî, mûrî (mîro), kêzikên himamê, pîrhevok. Her çend hemû pencere girtî bûn jî, bîna toza ser kolanê, bi dizî xwe berdida hundur.

-Te rapor qedand? Þefê daîrê pirsî.

- Erê, wî got, bi halekî westîyayî û peþmûrde.

Þefê wî awreki tûj lê dinihêrî. Çirûsk dipekîyan ji wan awirên wî yên tûj li paþ wan berçavkên stûr. Gelo bi keneke bê mane û bûdala hatibû xapandin? Hela binhêre çi tiþtên ehmeqî û ecayîb diqewimin di vê meha tozê û derewan da!

 Li ser þef, qismê ku di ser masê ra xuya dikir, livin û guhartineke ecayîp çêdibû. Guhartineke hêdî lê gelekî berbiçav. Hêdî hêdî dihate pifdan û diwerimî. Sîngê wî, di dawîyê da sere wî giþk. Anîs zîq bûbû li þefê xwe dinihêrî. Ji niþkava ew ji ber wê pifdanê ewqas mezin bûbû ku êdî serê wî, stuyê wî di nav wî cendegê werimî da winda bûbûn, sîmayê wî êdî ne kifþ bû. Ew meriv bûbû gogek goþt. Wê goga goþt giranîya xwe winda dikir, ewqas sivik bûbû ku pêþîyê hêdî hêdî, paþê bi lez bilindî hewa bû. Wek daîreke firoke, hilhat û li tawanê xênî ket.

- Tu çima wisa zîq bûyî li tawana dinihêrî, Anîs efendi? Þef jê pirs kir.

Aha! Dîsa xwe da dest! Hemû zivirîbûn, wisa bi halekî dilþawitiyê lê mêze dikirin û serê xwe dihejandin, mina ku bêjin “belengazê Xwedê!” Bêþik heqê þef hebû.

“Hingê bila stêrk bibin þahid! Hetta kermêþ û beq jî weha naynin serê min. Marê bi jehr jî xizmeteke wisa ji qralîçeya Misirê ra kirîye ku tu kes nikare bike. Tenê hûn bi kêrî tiþtekî nayên hevalno! Tenê hêviyek maye  di qisa hevalê min da: Tu dikarî di kêlekê da bi me ra bijî, em kirêya wê ji te naxwazin, lê divê tu hertiþti hazir bikî heta em tên”.

Hema niþkava coþ bû û destpê kir nameyên li ber xwe ji hev veqetand. “Birêz!.. Piþtî nameya we ya 2/2/1964, referansa we 1911, û nameyên we yên 28/3, referansa we 2008, ji me ra þeref e ku em we hayedar bikin…

Û digel wê toza ku bi dizî ji kolanê dikete hundur, dengê straneke bi argo dihate bihîstin: “Lê dayê, hîv li ser derîyê me sekinîye..” Wî dest ji nivîsandinê berda û di ber xwe da “Allah” got.

Hevalekî karmend ji mile rastê bang lê kir:

 “Lo, hûn warisên dîroka herî kevnare! Bi hêvîya xewneke wisa ku tucarê nabe heqîqet, hûn wek akrobatan dixebitin ku nanê zikê xwe derxin. Lê ez di nav we da, ku merivekî bêhempa me, ez ê bê raket ji asîmanên der derbazbim.

“ Þagirtê qehwê kete hundur. Laþê Anîs ji ber kurmê esrarê (abstînensê) dilerizî. Wî ji lawikê meyger qehweke bê þekir xwest.

- Qehwa te wê li ser masa te hazir be, dema tu ji cem mudur beg vegerî, lawkê meyger bersîv da.

Ew gewdê Anîs ê qelew û bilind, odê terk kir. Gewdê wî giran bû, ne ji ber qelewiyê, lê ji ber ku hestîyê wî gir bû. Çû li pêþberî masa mudur bêdeng sekinî. Mudur, serê wî di ber da, bi hin kaxezan va mijûl dibû. Serê wî yê rût di çavê Anîs da mina binê kelekeke ku deverû zivirîbe, xuya dikir. Wî hewl dida ku li wêderê baþ hay ji gotina xwe hebe, ku tu çewtîyekê neke û nekeve rewþeke xirabtir. Di dawîyê da mudur, rûyê xwe yê çargoþe rakir û awirekî tûj da wî “Gelo dibe  ku çewtîyek bi dizî ketibe rapora min? Ya ku min ewqas bi îtîna amade kir!”

- Min ji te tika  kir ku tu beyanata pêþketina hatinîyên meha çûyî bi awakî fireh rapor bikî.

- Belê rast e beg effendi... û min jî beyanateke wisa pêþkêþî zatê we kir…

- Eva ye?

  Wî li raporê nihêrî û destnivîsa xwe ya li ser zerfê xwend: “Beyana pêþketina hatinîyên meha Adarê, ku li ser daxwaza mudurê giþtî yê arþîvê hatîye nivîsandin.”

- Belê eva ye mudur beg.

- Binihêre û bixwîne…

Li jora kaxezê pêþîn çend rêzên destnivîsandî yên rind fîyaqe dikirin, lê dûra valahî dihat. Þaþ mabû, bi lez ew pelên gemarî diqeliband. Hemû rûpelên mayîn vala bûn! Serê xwe vegerand, wek evdalekî li mudur nihêrî. Mudur êdî hew dikaribû hêrsa xwe bigre.

- Bixwîne!

- Mudur beg, min rapora xwe peyv bi peyv nivîsî.

- Ka ji min ra bêje, kuda çû dûmahîka wê?

- Bi rasî ev tiþtekî ecêb e.

- Þûna sere pênûsekê li ser kaxez xuya dike.

-Serê pênûsekê?

- Ka wê pênûsa xwe ya bi tilsim bide min.

- Mudur rahîþte pênûsê û xwest bi wê çend xêzikan li ser zerfê bikþîne. Tu tiþtekî xuya nekir.

- Têda dilopek murebek nemaye. Her diçû û nerihetîya ser çavê Anîs bêtir dihate xwendin. Mudur bi gazinc jê ra rewþ þirovekir:

- Diyar e ku te dest pê kir nivîsand û murekeb têda hindik mabû û zû xelas bû, lê tu hay jê nebûyî, te her domkir û nivîsand…

Hêrs û meraqa mudur tevlihev bûbû.

- Ka ji min ra bêje çawa bûye  ev tiþt?

“ Erê çawa? Di zemanê pir kevnare da çawa bûye ku can û livîn bi hêþînahîyên di navbera kevirên bin deryayê ketîye?

- Tu ewqas korefam nînî! Bi qasî ez ji te fam dikim Anîs effendi!

Anîs bêdeng serê xwe xûz kir.

-  Di þûna te da ez bersîv bidim. Te bi xwe nedidît ku tu çi dikî, çimkî tu serxoþ û tevizî bûyî.

- Beg efendî...

- Eva rastî ye, ku êdî herkes pê dizane, hetta dergevan û ew lawikê qehwefiroþ jî. Ez ne waiz im ne jî parêzvanê te me. Tu bi dilê xwe yî, çi ji jîyana xwe dikî tu bi kêyfa xwe yî.  Lê heqê min heye ez ji te bixwazim wekî tu dev ji van dînîtîyan berdî, di wextê xebatê da.

- Beg efendi...

- Çi beg efendi, beg efendi! Qencîyeke piçûk li min bike, dev ji van dînîtîyên xwe berde di wextê îþ da.

- Xudê dizane ez nexweþ im!

- Ji xwe tu tim û tim nexweþ î.

- Hûn bawer nakin...

- Ji ber nexweþiyê wisa ye, ne tiþtekî din.

- Tiþtê ku di çavên te da dibînim, sorbûn, west û giraniyê dibinîm.

- Guh mede gotinên xelkê...

- Çavên te berevajî dinihêrin, ne li berepêþ wek hemû mexlûqatên Xwedê yên mayîn. Xwe nevêje binê wê çala bêdawî. Tu niha çil salî yî, salên çilî salên hiþ û kemaletê ne! Dev ji van bêhiþîyan berde!

Þef, destên xwe yên bi pirça sipî rakir û bala wî kiþand.

- Ez tenê miaþê te yê du rojan dibirim, lê hay ji xwe hebe, careke din tiþtekî weha neke, wî got û Anîs vegerîya ku here.

- Tu dê kingê daîra dewletê û holika dûxanê ji hev cuda bikî, wî ev gotinên dawîyê lê zêde kir çaxa Anîs berbi derî diçû. Dema vegerîya cîhê xwe giþkan serê xwe zivirandibûn, bi meraq li wî dinihêrîn. Wî qet guh neda wan, çû li ber masa xwe rûniþt, qehwe li ser masê li benda wî bû. Wî di bin çavan ra dît ku hevalekî îþ pêþda hat ku tiþtekî jê bipirse, lê wî qet li xwe daneynî.

- Here îþê xwe, îþê te bi min nine…

Wi murekebdank derxist ku pênûsa xwe dagre. Neçar bû ku hemû wê raporê jî nû va çêke. ”Pêşketina hatiniyan... Çi pêşketin e çi hal e! Tenê yek pêşketin heye, ew jî em dizvirin û dîsa têne ser sifirê. Û di vê xebatê da hemû tiştên hêja winda dibin, tehsila tipê, a huqûqê, ew xisim û pismamên ku mirov li gundê xwe yê berê ê xweş hîştine û ji mêj da ew ji bîr kirine, jin û keç niha di bin axê da... Û ew gotinên xweş ku wextekê bi agirê şewq û dilxweşiyê vêdiketin, îro di binê cemedeke stûr da veşartî ne. Rê vala û bêdeng in. Derî û pencere tên girtin. Ji  ber pîyê hespan toz dûman radibe. Memlûkî * dema nîşangirtina tîravêtinê da ji şabûnê diqîrin. Kî bikeve ber wan li Margûş û Gamelayê**, dibe armanc ji bo tîrên wan. Xelk li hember qêrin û şahîya wan bêdeng dibe. Jinika ku du lawên xwe qurban daye, ji wan tika dike: ”Merhemet bikin gelî memlûkîyan.” Lê merhemeta nêçîrvanan tune. Ewana vî tiştî, tenê ji bo wext derbaskirinê û kêfê dikin.”  

Qehwa li ber wî sar bûbû û tama wê xirab bûbû, wextê ku memlûkî tîq – tîq dikenîyan. Paşê ew fantazî bûn serêş û memlûkî jî her dikenîyan. Wan rû berdidan û toz û dûman li pey xwe radikirin. Pozbilindî û êşkence kirin ji bo wana hertim kêfxweşî bû.

Lê niha xebateke bi kêyf destpê kir di vê oda tarî da, vê yekê dida xuyan ku roja xebatê êdî qediyabû.


* Memlukî tirk in, wek kole çûne Misrê, paþê li wir emîratek avakirine. Di tirkiya nû da ji wan ra kolemenler tê gotin.

** Du taxên Qahîrê ne.

Wergera ji swêdî: Haluk Ozturk

Cara pêþin di Roja Nû , hejmar 66an de, (sal 1989, bi îmza Xalid Lezgîn) hatiye weþandin.

 
© ROJA NÛ 2000-2001