Pîr RUSTEM
 
 

Çend (û çend) roj

Di jiyana pêximberekî de

 
   

(1)

Li mûnşiyê li hêviya otombêlê bû, ramanên wî mîna gêrikan diçin û tên; gid- gida wan di serî de bilind dibe; li derdora xwe dizîvire. Ew bi ber çavan dikeve, nikare salên wî binase. çav dibêjin em ên kesekî sîh salî ne; por dibêje ez çel im, dev û lêvên wî ên qurmicî dibêjin em ên kesekî heftê salî ne.

Ev kesê sal ne nas erebana xwe ya sêtekerî, bi herdu destan, têvedide. Li ser pişta wê sominine nerm hene, çendek ji refê pêşîn ketine. Wî piştî gereke dirêj hinek somin firotibûn. Di ber wan de çend şixat bela-wela bûbûn.

    Cilên wî bi gemar, qirêj û qetiya ne, hestûyan serî tê re hildane. Por wek sirbigeyekê, di nav herdu milan de, serî hildaye. Belkî ne pore jî...Bi dîtina polîsên belediyê re, wî xwe avête ser pişta erebanê û dema dît hembêzkirina wî ji sominan re bê sûde ye; dê her wan ji xwe re bibin, bi lez ew dixistin devê xwe, heya hêşt ku çav ji cihê xwe bi der bikevin.

(2)

- “Ezê li ser evê daniştokê rûnim; na, ya din nêzîktirî wê ye”. Rûnişt lê wê ne dît. Ew jî, ji bilî porê wê yê reş ku şeveke zivistanê tînê bîra yekî, ti tiştî din nabîne. Di wê demê de zarokek di pêşiya wî re dibore; cilên wî ne cil in, qetiya û bi qirêj in; porê guvrişkî ne ji dê û bavê xwe girtî. Di baweriya wî de ye ku, ti caran şeh reya poçê wî nedîtiye. Êv çiye.Li pêş wî erebaneyeke wêranketî -ew sûsfiroş e-bi herdu destan, têve dide. Lê bi rê nakeve. Hêza di mil û zendan de nikare wê alava wêranketî pêşve bide. Kesek ji cem jin û zarokên xwe hildibe, ber bi wî ve tê û, berî bighe cem, deng lê dike ku bide dû wî. Mîna cewrikekî stû xûz dike û dide pey wî kesî

- “Çima ev tişt Xweda ?”. Wî xwest bigirî, belê giriyekî germ ku bihêle ew ziwa bibe. Lê kanî ew sîngê ku karibe seriyekî wek ê wî hilgire ?!.

(3)

- “Mirov e.. ?!”. Kesekî çel, pêncî û belkî heftê salî be jî, kesekî bê temen e. Bi rastî yek nikare jêre bi- bêje mirov e. Ne dûr e ku leylana mirovekî be. Riwekî tenik di ser de çermine qermiçî. Poç mîna rêlekê ye, tu çi dixwazî tiwê di nav de bibînî; kurm, kêz, kevir û daran. Li ser cilên wî mera, bilî ku karibe nav li wan bike, kare her tiştî bibêje; cilin ku gemar û pîsîtiya li ser wan hêştî ji hev neşelin. Li ber wî Xweda fedîkar derdikeve.

Lawên Xweda, lawên Evdul-lah werin binêrin ku, çawa dernece û cîhwar belav bûne. Dema ku nêzîkî wî dibe ji bihna pîsîtiyê gêj dikeve û kenekî bê sînor, bi wî û bi bajarê ku paqij dike, dike.

(4)

Çire sor e. Divê otombêl rawestin. Li pey hev zincîrek girtin. ji hemû modêlan tê de hene. Ew di nav re dibeze, carekê cama vê, eynika ya din û ya din misdide. stiriyên zivitana ku zû hatî di laşê wî de tên xwar. Ew cilên tenik nikarin xwe li ber wan ragirin. Dighe ber otombêleke qurşînî, yeke pan û dirêj e. Bi lez û hostekarî paçê di dest xwe de di ser cama wê re digerîne. Bi zanyariya xwedîkaran, naskir ku nîşana kesk nêzîk bûye. Dest ji paqijkirina wê berdide û xwe dighîne nik wî. Bi dilsarî berçavka reş ji ser poz hiltîne, nirîneke bê xem li stûyê wî yê xwar dibarîne.

Pêle benzînê dike; rê, bajêr û sîngê zarok diqelşîne.

(5)

Derdikeve ser balkûnê, dixwaze nirînekê ji keça cîranan bidize, tîrên çavan ber bi mala keçikê ve diherikin. Derî girtî ye, lê dîsan jî dikevin hundir. Bi stirî û neynûkên kulên birîndar vedigerin. Wî kes li hundir nedît, dengê stranbêj û tembûran nebihîst. Lê gulan gote wî ku îro roja derxistina hevala zarotiya wî ye. Di rojekê de, dêwekî ew bi rêve dîtibû, çavên wî pê dikevin, disekine û deriyê teksiyeke reş jê re vedike.

Ew di cihê xwe de rûnişt û temaşa wan kir. Kenekî reş barî.

(6)

Zukak, yeke ji zukakên “Bajarê Mirinê” ye. Katjimêr devê kêrê ye; roj û şevê, ken û girî dibire. Bûyer, etarekî Sêv û Porteqalan erebana xwe têve dide. Wê jî bi destê zariwê xwe girtî û rakêş dike ku wî bi dûr xîne, da ku çav lê nekevin. Lê ew mesmûta ne diçû. çavên xwe ji wan der naxîne, girêz bi dêv dikeve û bi hêz destê xwe ji nav lepa dê derdixînê û êrîşî  ser wan dike. Dema etar dibîne ku di nik wî de rawestiya ye û, bi harî, li barê wî dinhêre, riwê xwe diguhêre û hêsrek ji çavan tê xwar. Ev çekên perîşanî, qelsî û gidîtiyê, kesî bi xwedî nakin.

Ew kes, erebana xwe têvedide, lê zaro xwe nagire, bi mêranî dest avêt Sêv û Porteqalan, bi lez û tirs ew xistin hembêza xwe û xwest rê bibire. Lê otombêl di riwê wî de der dikeve, sêvan ji hembêzê di weşîne û qîrînekê ji dilê dê dikşîne. Çend kesên nêzîkî wê derê komdibin.

- “Sûcê zaro ye”. Yekî got.

- “Bavo, zaroyan tînin û nizanin wan çawa xwedî bikin”. Ê din got.

- “Zikan li hevdu diwermînin. Tuyê bibêjî neslê kevroşka ne. Sal yek zik yek. Nabêjin emê zikên van ji ku tijî bikin”. Ê din got.

- “Sedema vê yekê etar e. Eger ew ne li vir ba, ti tişt çênedibû. Gereke fermanek bi qedexekirina karê van cewrikan derkeve”. Xweda got û çend sêv, ji yên ku zaro direvandin, xistin devê xwe.                

(7)

......

 
© ROJA NÛ 2000-2001