Gayê belek
Mêşek pîs xwe bi xwîna gayekî qut û lawaz qelew kiribû, her ji danê
sibhê ta demê cot û berdanê wî ew şerenqa xwe
“ya ku ji serê derziyê ziravtir û ji neşterê
tûjtir bû” di çermê wî re dikir; ji teniştê derdikir
diçû di piştê re dikir, paşê firrek li xwe
dida û bilind dibû ta ji ber çavan winda dibû, dîsan
serserkî jorde xwe berdida ser pişta wî û şerenqa
xwe dirêj dikirê. Ku têr dixwar, dîsan dikir firrrr
û diçû di guhekî wî de pal dida û lavja têrbûnê distirî.
Li rojên sirr û seqem an jî barov û baranê de nav
teşkên Gayê lawaz û belengaz bûbû cihê nivistina
Mêşo, her giz (qet) xwe jê dûr ne dikir. Bi şev
jî ku Gayê reben diçû axûrê, Mêşo difirrî diçû
di ber sivandê re û distirand. Roja paştir hêşta
zû li gel derketina Gayî ji axûrê, Mêşo xwe ji
sivandê berdida xwarê, vin û hey vin, qesta karê roja
xwe dikir. Wî çi xweşî ji Gayê bêçare re ne hêlabû,
her ne dihêla gavekê hêsa bibit.
Hebû ne bû, Gayê belek ji dûvkê xwe pêvetir çekek ne bû, lê mixabin ku
ew jî qut bû, ne digehiştê. Lê pa li gel vê jî
xwe bêhêvî ne dikir, tim ji xwe re digot:
- Qatî dê carekê şaş bibit û li ser qûnpatka min danit, hingê
ez dê qamçiyekî veweşînimê, an dê bikujim, an
jî dê çavtirsandî bibit, êdî wê bikit "tobetirr"
û xwe nêzîkî min na kit.. Hey pîsê ji hemî pîsan pîstir,
ger tu bifirrî biçî ber perrê asmana jî her tu dê
rojekê ber vî qamçiyê min bikevî. Pa soz bit
ez te biperixînim.
Lê pa gelek car û gelek roj dihatin û diçûn, tiştek ji vê "gorrî
ne gorrîn". Wî çend ew dûvkê xwe yê wek qamçiyê
cendirmeyan vediweşandê tewş diçû. Dikir
û ne dikir, ne dikarî Mêşo ji xwe dûr bikit.
Mêşo ji kef û zirtên vala ên Gayê belek ne ditirsa,
çiku wî baş dizanî ku çeka gayî dûvkê gayî ye
û ew jî jê na girit û na gehitê jî ger ne çit li ser
ranê wî an evraztir, wî jî her giz xwe nêzîkî wê semtê
ne dikir. Gayê çarereş ji hêz ket û mîna qerqodekî
dihat berçav. Mêşo jî çawan hezkiriba û kengê
viyaba xûna şirîn dimêht û dirêht "ne li
minê û ne li teyê" taku zik û pişt ji lîr,
qunêr û pirrzikan dagirtin, û ew çermê pakij û spehî,
kirêt û bêmerêsî kir. Bere bere (piç piç) dûvkê wê
jî qerimî û ji karket, êdî ne şiya wek berê veweşînitê.
Wesan ji xwe re got:
- Rast e ku Mêşo ez lawaz û bê hêz kirime, lê ez hêviya xwe na birrim,
çiku kesê bêhêvî ma, ew mir û ne ma.
Mêşo ne tenê bi karê xwe pîs û çepel bû, lê belê zimanê wî jî pirr
pîs û dirêj bû. Êvarekê Gayê belek ji cotî dihat,
hevalê wî Kerê boz ji karwanê salê zivirrîbû. Ku çavê
Gayî pê ket, çi ne ma ji keyfan bifirrit, çiku wî
bawer dikir ku dê Mêşo xwe ji bîr bikit û carekê
biçitê. Hema ku çûyê, Xwedê jê stand û ew jî ji vê
sitema wî rizgar bû. Lê heçîke Kerê boz bû, wî hizrek
dî dikir:
- Şeql û şema, hemî li min ma. Heke Xwedê bidit na bêjit tu kurrê
kîj makerê yî.
Digot ev hilketinek hêja ye. Êdî ew ne şêt alifê xwe jî bixwit, xweşhatin
û lêhatin e.
- Şeqî zehmetê te Gayê delal, ev çi bi serê te hatiye malwêrano?
Eger çend Gayê belek nezan û bêçare bû jî, lê wî zanî ka armanca Bozo
ji vê gotinê çi bû û çi hizrên pîs jî di serê wî de
di bwara wî de dilivlivîn, lê wesan jî ne viya û dilê
wî ranegirt ku gotinek dilşkên bidit ruyê wî.
Hema nemerdî ne kir û gotê:
- Xwedê ji alifê te kêm ne kit Bozê heval, hema ne pirrse çêtir e, ma
ez dê çi bibêjim?
Bozo:- We îro çend lat ji zevîka serê Girkê Şivanan ajotin?
Mêşo mulet ne da ku Gayê Belek bersiva pirrsa Bozo bidit, kir tivtiv:
Gayê belek:- Me îro şeş latik û sê hêlik (xetik) ajotin, ma
ne bes e?
Mêşo bi vê gotinê dilê Gayî jî wek çermê wî kun kun û birîndar kir.
Çi ne ma ji xem û kulan û ji kerb û kînan bipeqit,
lê deng jê ne hat. Ma dê çi bigota? An çi jê bihata
kirin?
Gayê belek:- Wey li mino ezo, ev çi ser û ber e Xwedê! Ta êvarî Pîso li
ser pişta min têt û diçit û xwîna min firr dikit,
vêca xwe bi kirina min jî nav didit! Dey, her dê rojekê
xwe ji bîr bikit û nêzîkî dûvkê min jî bibit.
Lê pa çi nîşanên rizgarbûna Gayê belek ji vê sitema reş û giran
ne dixuyan.
Şevekê ji şevên zivistanê Gayê jar û çarereş li ser avirê
xwe rawesta, ji xeman diponijî, hêşta dev li
alifê xwe ne da, hew dît ji nişkan ve mişkekî
hat, silav kir û gotê:
- Te çi ye Gayê belek? Xwedê xêr bikit! Ez dibînim tu her li kêmê didî,
çi rûdaye? Ev ji çi ye, tu hosan kiz, damayî û lawaz
î?
Gayê belek ûşta derd û xemên xwe bi dirêjî hemî jê re got… wesan
jî gotê:
- Ez ditirsim ku ji xwe bêhêvî bibim.
Mişko pirr xem jê xwar û dilê wî ma pêve û mîna camêran gotê:
- Bawer bike ez hatim hana xwe bigehînim te, da ku tu çareyekê ji derde
min re bibînî, lê gava min bi derdê te zanî, nîvê
derdê min ji bîra min çû. “Wey mala te” pa çima hosan
ta nuho te xwe bêdeng kiriye hey Gayê gêj! Bo çi te
ne digote
min, an gelo te li xwe ne digirt? Pa heke ne yek ji
van bit, diyar e ev bêdengiya te nîşana nezanînê
ye. Min ev ji nû zanî ku zanîn û zîrekî ne bi gewdê
hûr, gir û serê mezin e. Ma te ne zanî ku ne dûvkê
te digehitê û ne şaxên te jê digrin da tu bikujî,
an jî çavtirsandî bikî. Heçîke hûn dewar û candarên
mezin û bi gewde ne, hûn çi pûtê bi me hûr û mûran
û gewdebiçûkan na kin. Ji bil veweşandina dûvê
xwe û ji qoç û boçan pêvetir tiştekî hûn nizanin.
Rast e ev xweşçek in, lê ne bes in. Divêt çekine
(çend çekên) din jî hûn peyda bikin. Hezar rê û xap
û pîlan hene û pêdivî ye hûn bikarbînin, berevaniya
xwe pê bikin û êrîşên neyarên xwe pê bişkênin.
Gayî gotê:
- Gotinên te rast in, tu xweş dibêjî, ev tu yek ji wan hevalan î
û te bi derdê min zanî. De ka tu dê çi bikî? Ji bil
vê jî me bawerî bi hev ne maye.
Mişko- Eniya xwe
depîş bike, heçîke Mêşo ye ew jî mîna Kitkê
reş pîs û çillek e, çarê ji xwe re na kit, dê
li pey bêhna şîraniyê bihêt. Bi agehî be û li
xwe dernexe, heçku te ne zanî li ser eniya te ye û
bi lez eniya xwe bi qadê ve bibe û bîne ta ku ew xwîna
ji te mêhtî hemî di dev û difnê re derdikevit.
Gayê belek:- Xweş pîlan e, lê Mêşo hişyar û bê îman e.
Baş e, lê ez dê doşavê ji kû peyda bikim
û eniya xwe pê depîş bikim hey Mişkê delal?
Mişko:- Vê bi xema min ve bihêle (ew xema min e), karê xwe jê ne
îne. Heçîke xelîfê şêx Zeyned-Dînê kurrê şêx
Qutbed-Dînê şêx Zulfeqqarê Qureyşî ye, carekê
li meha borî 66 û carekê nizanim çend teneke doşava
tirî û 48 û 13 û 19 teneke ji hingivînê spî û zelal,
sala vê salê ji bo mala Şêx û girgirmezin û wezîr-mezîrkenkene
û karbidestên dewletê ji van gund û zomên banî bi
zirrgotekî û nîvcambazî peyda kirine, ca qatî ez dê
bişêm têra depîşkirina eniya te jê bidizim?
Hêş bedeleke şevê mayî ez dê xwe bigehînimê
û têr bixwim û dev û lêv û dûvkê xwe depîş bikim
û bi lez û bez xwe bigehînim û bi eniya te ve pakij
bikim. Êdî wek dî li ser te dimînit û karê xwe baş
bizane. Lê berî ku ez vî kar û hunerê mezin bikim
divêt tu jî karekî sivik û sana bikî, heyne ev pîlana
giring na yê kirin. Ma ne we ye?
Gayê belek:- Ma ez ji simê xwe bînim hey Mişkê delal? De bibêje ka
ew çi kar e ez bikim? Lê heke tu ji cihek dî eniya
min depîş bikî çêtir e, çiku min ne vêt tu bi
doşava diziyê min depîş bikî, nemaze/îca
ji mala Xelîfê Qutbê mezin e, heke te rast divêt ez
ditirrsim. Ne ku bi min û te ve bidit, vê yekê ne
ke, guneh e.
Mişko:- Hey gêjê heşbiser, “De bila diz ji diza’ bidizin, erd
û her heft esman pê bilerizin”.
Gayê belek:- De ka bibêje ew çi kar e ez bikim?
Mişko:- Berî her tiştî wî Kitikê pîsê qirêjoyî yê bi şev
û roj wek bivêt di afirê te û Kerê boz de têt û diçit
newnew dikit, kes çi na bêjitê, hema ji xwe dûr bike!
Ma ew jî Mêşo ye ku ser û şaxên te jê ne
girin.
Gayê belek:- Bila. Lê de ka tu jî hema binasekî ji binasên wî nîşa
min bike da ez bizanim ka çi ziyan kirine, an te bawerî
bi min nîne gelo? İha, nê ev bû demê min digot
ku me bawerî bi hev ne maye. Pa soz bit ew ziyanekî
bigehînit te ew êdî afirê min bi çav na bînit.
Mişko:- Ji wê kunê were vê kunê ez dê heft barên savar û danhêrkî
bidim te. Heçku tu nizanî min divêt te ji Mêşo
rizgar bikim û paşê li ser zor û sitema Kitkê
qirêjgirtî baxivin, çiku tu ji min tengavtir î...
Dey, vê ji te re bibêjim ku kuna min û afirê te ne
pitir ji çar bostan jêk dûr in, wesan jî ez û tu hev
na nas in. Baş e, ev binasê kê ye? Rojê carekê
pêvetir ez ne wêrim serê xwe ji kunê derbînim. Lê
min çend kunên dî ji xwe re li rexê dî rast û çep
vekirine, Kitik pê têt xapandin û demê min bivêt derkevim
ez xwe ji kunekê nîşê dikim û ji kunek dî derdikevim,
ew mîna seyekî birsî li ber derê wê kunê dimînit ta
bêhêvî dibit.
Gayê belek:- Heke te rastî divêt ta vê gavê jî min ne şiyaye ez bizanim
tu çi dibêjî û te çi divêt. Lê zanîna ez dizanim ku
ew Kitik merdê kurrê merdan e.
Mişko:- Pa ji heft barên savar û danhêkî pitir û wêvetir tu çi ji
Xwedayê xwe dixwazî hey ziktêrê çavbirsî? De xwezî
ez tu bûma û wî ev xelat û dayîna mezin dayî min,
lê baş e, te çi gotê?
Gayê belek:- Hey gêjê gêjan, min gotê ma kî dê piştî min wî savar
û danhêrkî bixwit hey xapînokê dilreş?
Min zanî. Ez têgehiştim. De ka ez xulamo dest bi karê ku te gotiye
bike û ez jî dê Kitikê xapînok ji vî cihî rateqînim.
Lê çima tu ji vî cihî na çî?
Mişko:- Way, way! Her ev maye… Pa bi Xwedê ez kuna xwe bi hezar Bircên
Belek na dim!
Dûtira rojê dunya ron bû ron ne bû, Mişko hat û sibeha Gayê belek
xêr û xweş kir û dev û lêvên xwe ên depîşkirî
bi eniya Gayî ve bir û anî.
Paşê Ga ji axûrê derket, Mêşo mîna her car xwe berda ser pişta
wî û paşê ew 3-4 firran li hindav serê wî hat
û çû. Te digot belkî balefirr bû, dîsan xwe dadayê
û pêkol kir ku şerenqa xwe bikarbînit, lê bêhna
doşavê xwe li difnê da û mulet ne dayê û li pey
çû û li ser eniya gayê belek danî. Gayê dilbikul û
kezebperritî ta jê hat eniya xwe bi qadê ve bir û
îna û perçiqand û xwe jê rizgar kir. Êdî borebora
Gayê belek diçû ber felekê:
- Mişkê me bû Şêremişk! Bijî, bijî Şêremişk!
|