Kuþtina
zarokekê
Rojeke sayî û xweþ e, tîrêjên rojê
xwe berdaye ser deþtê. Êdî
hindik maye ku dengê zengilan derkeve, ji ber ku îro
yekþem e. Di nav zeviya þilêlê de du gencan ji xwe
re þiverêyeke nû dîtine ku berê qet tê re neçûne.
Li hersê gundên deþtê þûþên penceran
dibriqin. Di malan
de li pêþ neynikên li ser maseyên mitfaxan mêr rûyê
xwe tiraþ dikin, jin nan kerî dikin, qehwê hazir dikin
û di ber re bêdeng stranan dilorinîn, wextê xarina
taþtê ye. Zarok li ser erdê rûniþtine û biþkokên
kincên xwe digrin.
Ev danê sibeheke xweþ e, lê destpêka
rojeke gelekî nexweþ e, çimkî îro li gundê sêyemîn
ê deþtê zarokek wê ji alî zilamekî keyfxweþ bête kuþtin.
Zarok
hîna jî li erdê rûniþtiye bi girtina biþkokên êlegê
xwe gîro ye. Bavê wî jî li serê masê li aliyê
din li ber neynikê tiraþ dibe û di ber re ji zaroka
xwe re behs dike ku îro ew ê çawa seranserî çem bi botê bigerin. Dayik,
wan nanê nû kerîkirî datîne ser tepsiyeke þîn, û di
ber re stranekê diminminîne.
Di
mitfaxê de siya bêoxiriyê hîç diyar nabe, lê ew zilamê ku wê zarokê bikuje aniha li pêþ benzînxana gundê
yekemîn sekiniye. Wek mêrekî dilþad
û bextiyar xuya dike. Di destê wî de kamerayek heye, di cama wê de erebeyeke þîn dibîne,
li kêleka erebê keçikeke ciwan sekiniye. Dema
keçik dikene û ew wêneyekî wê yê xweþik dikiþîne,
benzînfiroþ qapaxa depoya benzînê diþidîne û ji wan
re rojeke xweþ daxwaz dike. Keçik
li erebê siwar dibe, mêrikê ku îro wê zarokê bikuje,
ji berîka xwe cizdan derdixe perê benzînê dide, ji
benzînfiroþ re dibêje ku îro ewê herin ber behrê,
li wir wê botekê kirê bikin û ji qeraxê avê gelekî
dûrkevin û bigerin heta êvarê. Keçik
di cama nîvdaxistî re hemû gotinên wî dibihîse, çavên
xwe digre, behrê û xwe û zilamê xwe li kêleka hev
di botê de dibîne. Mêrik
mirovekî xirab nîne. Kesekî
rûken û bextiyar e. Berî ku li erebê siwar bibe, li
ber radyatora ku di bin ronahiya tavê de diteîse sekiniye
û wisa xuya ye dema ku bîna benzîna teze tê wî pê
kêyfxweþ dibe. Aniha li ser ereba wî ya biriqandî
tu þopeke hezintiyê xuya nake, tampona wê nepelixiye,
di xwîna sor de nemaye.
Lê di eynê demê de, gava li gundê
yekemîn derîyê erebeyê ê milê rastê tê girtin,
motor dest bi xebatê dike, li gundê sêyemîn jinik
derê dolabê vedike, dibîne ku di mal de qet þekir
nemaye. Zaroka ku ji mêjde biþkokên êlegê xwe girtine, bendikên solên xwe
girêdane û di qenapa ber pencerê de li ser çokan rûniþtiye,
li derve li çemê ku di nav darên kayînê re dikiþe
û bota reþ ya ku li ser çêreya qeraxê çem hatiye danîn
temaþe dike. Ew zilamê
ku lehzekî paþê wê zaroka xwe winda bike, êdî tiraþa
xwe qedandiye, makina tiraþê di qutiya wê de bi cî
dike. Li ser mêsê fîncanên qehwê,
þir û penêr heye. Tiþtê kêm
tenê þekir e û dayîk ji zaroka xwe re dibêje ku here
ji mala Larsson bi deynî çend lib þekir bîne.
Û dema zarok derî vedike ku here, bavê wî li dû wî
gazî dike û jê re dibêje ku lez bike, kelek (bot)
li benda wan e, riya wan dûr e. Wextê zarok di nav
baxçe re bazdide, tenê çem û masiyên ku xwe hildavêjin
di hiþê wî de ne, hîç kesek di guhê wî de jê re nabêje
ku tenê heþt deqîqeyên jiyana wî mane, û ew bota ku
li kenarê çem sekinîye wê hemû wê rojê û gelek rojên
din jî li wir, hema wisa di ciyê xwe de bisekine bêî
ku kesek destê xwe bidê.
Mala
Larsson ne dûr e, ku ji ser rê derbasî aliyê din bibe
xwe digihînê, û gava zarok ji ser cadê bazdide aliyê
din, ew erebeya þîn xwe digihîne gundê duwemîn.
Ev
gundekî biçûk e, bi xaniyê bi rengê sor siwaxkirî
û mirovên ku nuh ji xewa sibê rabûne û di mitfaxên
xwe de rûniþtine di destên wan de fincanên qehwê dibînin
ku erebeyek çawa li wê rastê bi bayê bezê derbas dibe
û li dû xwe ewrekî tozê radike. Hewa
havînê tê hundurê erebê. Piþtî ku ji gund derbas
dibe, erebe leza xwe zêdetir dike, ji xwe gelekî
ewle ne, di vê rêya han de ew bi tenê ne. Ajotina
tirimbêlekê di rêyeke weha nerm û fire de pir xweþ
e. Mêrik kêyfxweþ e, xort e û bi enîþka xwe ya rastê
car caran germiya bedena jinika li kêleka xwe hîs
dike. Mirovekî xirab nîne.
Ew dilezîne ku gavekê zûtir
xwe bigihîne ber behrê. Kesekî wisa
ye ku naxwaze ziyanê bigihîne kêzikekê, lê lehzekê
þunda wê zarokekê bikuje. Wextê bi lez ber
bi gundê sêyemîn diajo, jinik çavê xwe digre û di
hundirê xwe de dibêje ku ewê çavê xwe veneke heta
ku êdî behrê ji wan ve xuya kir, paþê binihêre, bi
tempoya hejîna erebeyê û dengê xiþîna lastîkên wê
li ser asfalta nerm re, ew di xeyala xwe de, derya
(behr) birîqî ya bi rengê geþ tîne ber çavên xwe.
Bi
rastî jiyan li ser pergaleke gelekî bêmerhemet hatiye
sazkirin; zilamekî kêyfxweþ bi yek deqîqeyê berî kuþtina
zarokekê gelekî þa û kêyfxweþ e, û jineke ku yek deqîqeyekê
berî ku bike qêrîn û hewar, dikare di xeyala xwe de
behreke rengþîn û geþ bîne ber çavên xwe û kêfxweþ
bibe... Û dê-bavek di deqîqa dawîn ya jiyana zaroka
xwe de li mitfaxê rûdinê bêî ku li ba wan hêcan û
telaþek hebe li benda zaroka xwe disekinin ku ji
wan re çend lib þekir bîne, ji xwe re behsa spîbûna
didanên zaroka xwe dikin, behsa gera wan ya wê rojê
dikin û ew zarok bi xwe di deqîqeya dawîn ya jiyana
xwe de dikare girtina deriyê baxçeyekî û çûyina rêyeke
kurt bi çend lib þekirên sipî di nav kaxizekî spî
de pêçandî, û masiyên wî çemê dirêj û wê bota zikmezin
û bi bêrikên wê yên bêdeng tiþtekî din nefikire.
Dûra êdî hertiþt dereng maye. Dûra erebeyek li ser rê sekiniye û jinikek bi dengekî bilind dike
qêrîn, destên wê bi xwîn in. Paþê mêrikek,
herçend di kûraya derûna wî de quleke reþ û mezin
heye jî dixwaze xwe li ser piyan ragire. Dûra li ser
rê çend lib þekir di nav xwîna sor û gurûzê de gevizî
wisa bêmane ji hev belavbûne û zarokekî biçûk rûyê
wî wisa bi erdê ve zeliqandî li ser wê rêyê dirêjkirî
ketiye. Dûra du kesên ku hîna qahweya xwe xilas nekirine
û beznên xwe yên spî-çolkî ji derê hewþekê bi lez
û bez bazdidin û xwe digihînine ser cinazê zarokê,
ew li wê derê dîmenekê dibînin
ku êdî di jiyanê de tu wextê wê ji bîra wan neçe.
Mixabin ew gotin ne rast e ku dibêje zeman hemû birînan derman dike.
Zeman birîna zarokeke mirî nakawîne û birîna dilê
dayikeke ku ji bîr dike þekir bikire û zaroka xwe
diþîne aliyê din ê rê ji bo
ku þekir deyn bike qet pak nake û tirs û xema zilamekî
ku wextekê kêyfxweþ bû lê niha ew zarok kuþtiye narevîne.
Yê ku zarokek kuþtiye êdî nikare here
ber behrê. Yê ku zarokek kuþtiye bêdeng berê ereba
xwe dide malê paþde vedigere, li kêlekê jineke lal
û bêdeng destên xwe çepraz xistiye binçengên xwe.
Li wan gundên ser riya xwe ku tê re derbas dibin hîç
kesekî rûken nabînin. Siya her tiþtekî tarîtir xuya
dike, ew bêdengî wisa dom
dike heta ku ji hev diqetin û mêrik dizane ku ev bêdengî
dijminê wî ye, jê re lazim e ku ew sal û zemanên jiyana
xwe derbas bike heta ku bikare zora wê bêdengêyê bibe,
hingê belkî bike qêrîn û bikare
bibêje ku sûc ne yê bû. Lê ew
dizane ku derew e, û di xewnên xwe yên þevan de jî
ew ê hêvî û daxwaz bike ku yek deqîqeyekê ji jiyana
xwe paþda vegerîne û tenê wê deqîqeyê bi awakî din
bike.
Lê jiyan wisa bêmerhemet e li dijî
kesekî ku zarokek kuþtiye ku êdî ji wir þûnda çi jî
bike fayde nake.

|
|
 |
|
|
|
Nivîskarê
kurteçîroka "Kuþtina zarokekê" Stig
Dagerman bi xwe jî gelek caran otomobîl bi lez
ajotiye, di trafîkê de bêusûlî kirine. Dayira
Trafîkê ji nivîskar daxwaz dike ku bi nivîsandina
serpêhatiyeke trafîkê beþdariya kampanya li dijî
zûajotina erebeyan bibe. Di nav nîv saetekê
de Dagerman vê kurteçîrokê dinivîse. Dûra ew dibe
fîlim û di destpêka salên pêncî de li sînemayan
tê nîþandan. Tê behskirin ku kesên ku bi erebe
diçûne sînemayê, erebeyên xwe li ber sînemayê
dihîþtin û peyatî vedigeriyan malên xwe. |
|
Wergera
ji swêdî:
Haluk Ozturk |
|