Şêr
û seyê biçûk.jpg)
Li bajarekî mezin,
pêşangeheke heywanên
hov hebû. Ji
bo temaşekirînê gerek xelkê bilêt bikiriyana,
yan jî
bi xwe ra pisîkek,
yan jî
seyek bianîyana
ji bona ku wek xwarin
bavêtana ber heywanên
hov.
Mêrikekî jî
dixwest here
pêşsangehê û heywanên hov bibîne. Lewma li
ser kolanê seyekî
cewrik girt û bire
cem dergevanê
pêşangehê.
Cewrik avêtin
hundurê qefesê
ber şêr û mêrik berdane hundur. Seyê bicûk dûvika xwe
xiste nav lingên xwe û çû li
quncikekî sekinî
û xwe quncilokî kir, mîna ku dixwest
xwe veşêre.
Lê şêr ew
dîtibû. Şêr
nêzîkî wî bû
û ew bîhn
kir.
Hingê cewrikê
belengaz xwe
li ser piþtê avêt
û dûvika xwe
li ba kir. Şêr bi pençêyên xwe hêdîka ew
zivirand û serzikkî
danî erdê. Seyê biçûk ji cîhê
xwe quloz
bû, rabû ser xwe.
Li ser lingên paşîyê
rûnişt.
Şêr, li seyê
biçûk mêzekir,
serê xwe hejand lê êdî têkilî
wî nebû.
Dema seyîsê şêr
parçegoştekî mezin
avête ber şêr, şêr çû ew
goşt parçe-parçe
kir û parçek danî
pêşîya seyê biçûk.
Dema bû
êvar û êdî şêr
dikir ku
rakeve, cewrik çû nêzîkî şêr
bû, serê
xwe danî ser pençeyê
şêr û di xew
ra çû.
Ji wê
rojê şûnda şêr û se di qefesê da tevayî jîyan. Şêr
qet zordestî
li wî nedikir.
Zirar
nedida wî. Xwarina
xwe dixwar,
cewrika biçûk dibire
ba xwe
û radiza,. Carna jî pê ra dileyîst.
Rojekî serwerekî pêşangehê
bi mirovekî va hatin.
Ew mêrika xwedîyê
seyî bû,
dixwest wî bibe. Serwer dixwest kûçikê
mêrik bidê.
Bi hevra çûn ba
qefesê, wê
seyê biçûk derxistana derva, lê şêr
di cîh da hêz
da xwe, rabû bi dengekî
stûr girijî.
Bijîyên wî gij
bûbûn.
Cewrikê biçûk
û şêr, tam salekê
bi hevra di qefesekî da jîyan.
Dawîya wê salê ew kûçikê biçûk
nexweş ket
û mir. Şêr
gelekî xemgîn
bû. Ji xwarin vexwarinê
bûbû. Diçû
di ser laşê seyê biçûk ra disekinî
ew bîhn
dikir, dialast,
bi pençeyên xwe ew mizdida.
Dema şêr
fehm kir ku
ew mirîye, nişkava
har bû. Nizanbû çi bike. Bijîyên wî gij
bûbûn. Dûvka
xwe li vê
hêlê û li
wê hêlê dixist.
Xwe hildavêt li
caxên qefesê
dixist, mîna ku
dixwest qefesê
bişkêne.
Wê rojê heta êvarê
şêr girijî,
di cîyê xwe da doş bû, êrişî caxên qefesê kir. Di dawîyê da xwe li
kêleka seyê
biçûk
vezeland. Serwer dixwest seyê biçûk ji
qefesê derxe,
lê şêr nedihîşt
kesek nêzîkî
wî bibe.
Paşê fikrek hate hişê serwer. Anî seyekî sax avête hundurê qefesê.
Wî hêvî
dikir ku, şêr,
wê bi hatina
seyê nû xem
û êşa dilê
xwe ji
bîr bikira.
Lê
çi çare! Şêr bi pençeyekê
lêxist ew cewrik
parçe kir û avêt. Paşê jî çû
xwe li
rex hevalê
xwe yê kevn dirêj
kir.
Şêr
pençeyên xwe li
seyê biçûk
pêça û ew da ber sînga xwe. Û pênc
roja wisa
bêdeng û bêlivîn
di cîyê xwe
da sekinî. Roja şeşan
ew şêrê
mezin jî miribû.
|