Xwedê
dizane, lê sebir dike
Wergera
ji swêdî: Haluk Öztürk
LI
BAJARÊ VLADIMIR tucarekî genc hebû bi navê Îvan
Dîmîtrîç Aksyonov. Du dikan û xanîyekî wî hebûn.
Aksyonov bi porê xwe yê çûr û kurîşkî mêrekî
rind bû, wî ji gotina stirana hez dikir, herdem bi
kêf û henek bû. Hela hê gelekî xort bû dest bi vexwarinê
kiribû, dema zehf vexwara dibû merivekî şerûd,
belapêşgarî xelkê dibû, lê piştî ku zewicî
dev jî vexwarinê berda, tenê car caran û gelekî hindik
vedixwar.
Havînekê
Aksyonov wê biçûya bazara Nîjnîyê û dema xatirê xwe
ji mala xwe xwest, kevanîya wî jê ra got:
-
Îvan Dîmîtrîç, îro meçe, min derbarî te da xewneke
xirab dîtîye.
Aksyonov
kenîya û got:
-
Tu ditirsî ez herim bazarê, li wir kêf bikim.
Jina
wî lê vegerand:
-
Ez nizanim tirsa min ji ber çî ye, lê ez tenê dizanim
min xewneke xirab dîtîye. Min dît ku tu ji bajêr vegerîyayî
û dema tu hatî malê te kulikê xwe derxist, porê te
çîl-spî bûbû.
Aksyonov
kenîya.
-
Ew elametekî baş e, wî ji jina xwe ra got. Tu
ê bibînî ku ez ê hemû tiştên xwe bifroşim
û ji bajêr çend hedîyayên baş ji te ra bînim.
Wî
xatir ji malbata xwe xwast û bi rê ket.
Piştî
ku nîvê rê xilaskir rastî tucarekî nasê xwe hat, û
herdu wê şevê di xanekî da man. Bi hevra çay
vexwarin, dûra heryek çû oda xwe ku li kêleka hev
bûn.
Aksyonov
fêr nebûbû ku serê sibê zêde xew bike û jiber ku dixwast
zûtirekê bi rêkeve hîna ku hewa hênik bû, ajovanê
xwe berî berbangê hişîyar kir û jê ra got ku
hespa girêde erebê.
Paşê
çû alîyê din ê xanê (li wir xwedîyê xanê di koxekî
biçûk da dima), çi deynê wî hebû dayê û kete ser rîya
xwe û çû.
Piştî
ku bi qasî çar mîl rê çû li derekê sekinî ji bo hespên
xwe hinekî alif bike. Qasekê li hewşa xana nû
xwe vehisand, paşê rabû çû jorê, got ku samawerekî
germ bikin, gîtar derxist û dest bi lêdanê kir.
Ji
nişkê va troykayekê (ereba bi sê hespa-notê wergêr)
bi dengê zengilê xwe va ajote hewşê, û zabitek
û du esker li pey wî jê peyabûn. Zabit hat li hember
Aksyonov sekinî û dest pêkir tişt jê pirsîn,
dixwast bizanibe ka ew kî ye, ji ku tê. Aksyonov hertişt
jê ra got û ji wan pirsî:
-
Hûn naxwazin bi min ra çayekê vexwin?
Lê
zabit her îfade dewam kir û jê pirsî:
-
Hûn îşev li ku bûn? Hûn bi tenê bûn, yan hûn
û tucarekî hevalê xwe bi hevra bûn? We vê sibê hevdu
dît? Çima berî ku roj derkeve we xan terk kir û bi
rêketin?
Aksyonov
meraq kir ka ji bo çi ewqas pirs jê tên kirin, lê
wî hemû tiştên bûyî salix dan û dawîyê da got:
-
Bo çi hûn van tiştan ji min dipirsin, mîna ku
ez kesekî diz yan jî rêbirek bim? Ez ji bo karê xwe
yê bazirganîyê li ser rê me, tu sedemek tune ku hûn
weha pirs-pirsîyara li min bikin.
Bi
vê gotinê ra zabit gazî herdu eskerên xwe kir:
-
Ez berpirsê qereqola polêsa me li vê navçê, û ez îfada
we digrim ji ber ku ew tucarê ku îşev hûn bi
hevra bûn, stûjêkirî hatîye dîtin. Pêwîst e em li
nav kel-melê we binhêrin.
Ketine hundirê xênî. Eskeran û polês barê Aksyonov vekirin û raçav kirin. Nişkêva
polês ji çentekî kêrek derxist û lê kir qêrîn:
- Ev kêra kê ye?
Dema
Aksyonov nihêrî û dît ku xencereke bi xwîn ji çentê
wî derxistin, tirsîya.
- Çima ev kêr bi xwîn e?
Aksyonov
xwest ku bersîva wî bide, lê awiqîbû, gotin bi zorê
ji deva derdiket:
- Ez- ez nizanim- ew ne ya min e.
Polês gotê:
- Vê sibê ev zilam di nav nivînên xwe da qirikjêkirî hate dîtin. Tenê hûn dikarin
vî tiştî bikin. Derîyê xanî ji alîyê hundir va
dadayî bû û tu kesek li wir tunebû. ‹car vaye xencereke
bi xwîn ji çentê we derket, û ji rûçikê we, ji şêl
û pêla we jî xuya ye, ku hûn in yê qatil! De bêje,
we çawa ew kuşt û çiqas perê wî dizî!
Aksyonov sond xwar ku wî nekirîye, û piştî bi hevra çay vexwarine hevdu
nedîtine, û bilî heşt hezar rubleyê wî bi xwe
tu pere li ba wî tune, û ew xencer jî ne ya wî ye.
Lê dengê wî lerizî, bengzê wî spî bû, û ji tirsa diricifî
mîna ku wî ew gunehkarî kirîye.
Polês li eskeran emir kir ku Aksyonov girêdin û bavêjine erebê. Dema lingên
wî bi hev va girêdan û avêtin hundirê erebê, wî xwe
xaçkî dirêjkir û dest pê kir girîya. Pere û tiştên
wî jê standin û berê wî dane bajarê herî nêzîk û avêtin
hevsê. Dest pê kirin ji derûdorê wî pirsîn ka Dîmîtrîç
bi xûy û xeysetê xwe va yekî çawa ye. Tucaran û gelek
hevbajarîyan salixê wî dan, gotin ku Dîmîtrîç di rojên
xwe yên xortanîyê da gelekî eraq vedixwar, wextê xwe
bi serserîtîyê derbas dikir, lê mirovekî baş
e. Dûra mehkemê dest pê kir: Dîmîtrîç dihat tawanbarkirin
ku tucarekî xelkê Riyazanê kuştîye, ew şêlandîye
û bîst hezar rûbleyên wî jê standîye.
Jina wî ya belengaz bi şik bû, nizanibû ji çi bawer bike. Zarok hemû biçûk
bûn, yek ji wan dergûşa ber şîr bû. Wê hemû
bi xwe ra hildan û çûne wî bajarê ku mêrê wê lê girtî
bû. Berê destûr nedanê ku wî bibîne, lê piştî
ku wê gelekî lava û tika kir, destûra hevdîtinê danê
û birin cem mêrê wê. Gava ku mêrê xwe di nav kinc
û zincîrên hevsê da, di nav diz û mirdaran da dît,
ji xwe va çû û nehate ser hişê xwe heta lehzeke
dirêj. Piştî ku hişê wê hate serî, zarok
li xwe civandin û li kêleka mêrê xwe rûnişt.
Wê jê ra behs kir ku li malê çi heye, rewşa zarokan
çi ye û jê pirs kir ka ev çi bela ye hatîye serê wî.
Wî hemû tişt jê ra got û wê pirsî:
-
Em çi dikarin bikin?
-
Divê em ji çar (Qeyserê ûris-NW) tika bikin ku nehêle
kesekî bê sûc û bê guneh badîhewa here.
Kevanîya
wî jê ra got ku daxwazname şandîye ji çar ra,
lê nehatîye pejirandin.
Aksyonov
tu tişt negot, halê wî gelekî şerpeze xuya
dikir.
Dûra jina wî got:
- Ew hema wisa bîlesebeb nebû, ku min di xewna xwe da dît porê te spî bûbû.
Tê bîra te? Gereke tu wê rojê qe ji malê neçûyayî.
Wê destê xwe li nav porê mêrê xwe gerand û gotina xwe domand:
- Vanya, delalê min, ji jina xwe ra rastîyê bêje. Yê ku ev sûc kirîye ne tu yî, ne wisan e?
-
Çi, qey tu jî li min bi şik î! Aksyonov bi kefa
herdu destan serçavê xwe girt û girîya. Eskerek kete
hundir û ji jinikê ra got ku zarokan hilde û here
- û ew cara dawîyê bû ku Aksyonov ji jin û zarên
xwe xatir xwest.
Piştî ku ew rabûn û çûn, Aksyonov li ser tiştên ku wan xeberdan difikirî,
dema hat bîra wî ku jina wî jî li wî ketiye şîkê,
bi xwe ji xwe ra got:
-
Ji min ra wisa xuya ye ku tenê Xwedê dikare rastîyê
bizane, tenê ji wî em gereke dua û tika bikin, tenê
ew dikare li me bê rehmê.
Û Aksyonov êdî tu daxwaznameyê efûyê nenivîsandin, hemû hêvîya xwe birrî, tenê
duayî Xwedê dikir.
Cezayê lêdan û şandina ocaxê dane Aksyonov. Bi qamçîyan lêxistin, piştî
ku dewsa birînên qamçîyan pak bûn, ew tevî girtîyên
din şandin Sîbîryayê.
Bîst
û şeş salên xwe Aksyonov di jîyana mehkûmîyê
da li Sîbîryayê derbas kir. Porê wî spî bûbû wek berfê
û rûdana wî dirêj, tenik û sîs bûbû. Êdî hemû şadî
û kêfxweşî jê çûbû, gelekî hêdî, bi hemdê xwe
û piştkovî bi rê va diçû, kêm dipeyîvî, qet nedikenîya,
lê gelek caran dua dikir.
Di hevsê da fêrî çêkirina cîzme û potînan bûbû, û bi vî awayî hinek pere qezenc
dikir û pê ”Jîyana Ewlîyan” dikirî. Wextê hundirê
girtîgehê ronahî bûya, wî ew kitêb dixwend û rojên
yekşeman di dêra biçûk ya hevsê da Încîl dixwend
û bi koroyê ra distira, çimkî dengê wî hê jî xweş
bû.
Serwêrîya
hevsê ji Aksyonov hez dikir ji ber îttîatkarî -stûxarîya
wî, û girtîyan qedrê wî digirtin; jê ra digotin ”Bapîr”
û ”Hezret”. Kîngê wan ji serwêrîya hevsê daxwaza tiştekî
bikirana wek nûnerê xwe Aksyonov dişandin, û
dema di navbera girtîyan da şer û pevçûn derketa
wî li ser rastî û neheqîyê biryar dida, ew li hev
dianîn.
Ji
mala xwe tu xeber nedibihîst, qet haya wî jê tunebû
ka jin û zarên wî sax in, yan mirî ne.
Rojekê komek girtîyên cezayê giran hatin hevsê. Êvarê girtîyên berê li dora
yên nû civîyan û ji wan pirs kirin ka kî ji kîjan
bajar an jî gundî ne û çima mehkûm bûne. Aksyonov
di nav yên berê da li nêzîkî nûhatîyan rûniştibû
û bi mirûzekî tirş guh dida gotinên wan.
Yek ji wan girtîyên nû, mirovekî dirêj û qerase, bi temenê xwe li dor şêst
salî bû, bi porê gewr û rûdaneke wek qurmên rizyayî,
ji yên din ra behsa sebebê cezayê xwe dikir.
-
Erê, hevalno, min tenê hespekî bi xizakekê va girêdayî
ji xwe ra vekir û bir, û ez hatim girtin û bi dizîyê
hatim tawanbarkirin. Min got ku min ew hesp bir bona
ku ez zûtirekê xwe bigihînim mala xwe û min got dûra
ez ê berdim bila here, serda jî xwedîyê xizakê bi
xwe hevalê min ê nêzîk bû. Lewma min got `xem nake.`
`Na, gotin, hebe tunebe te dizîye`. Lê nikaribûn bêjin
ka kengê û li kêderê min dizîye. Lê carekê bi rastî
jî min neheqîyek kir û gereke wana zûda ez şandibûma
vir, lê pê haydar nebûn. Nuha wana ez şandime
vir bê sûc û sebeb... Ha, bi rastî ev tiştên
ku ez ji we ra dibêjim, hemû jî derew in, ez çûme
Sîbîryayê jî, lê wextekî dirêj ne mam li wir.
- Tu ji ku yî? yekî jê pirs kir.
- Ji Vladîmîr. Malbata min ji wî bajarî hatiye. Navê min Makar e, ji min ra Sêmyonîç
jî dibêjin.
Aksyonov
serê xwe rakir û got:
-
Ka hela bêje, Sêmyonîç, gelo haya te ji malbata tucar
Aksyonov heye? Ew hela hê sax in?
-
Haya min ji wan heye? Bêguman heye. Malbata Aksyonov
dewlemend in, lê bavê wan li Sîbîryayê ye: erê ew
jî curmkarekî mîna me ye! De ka tu bêje, kalo, tu
çawa hatî vir?
Aksyonov
hez ne dikir ku behsa çîroka xwe bike. Tenê axînek
kişand û got:
-
Belê, belê, min heq kirîye ez vî cezayî bikişînim!
Wî
bi xwe, wê ji vê zêdetir tişt negota li ser xwe,
lê hevalên wî ji wan ên nûhatî ra behs kirin ku seba
çi Aksyonov şandine Sîbîryayê, çawa kesekî din
tucarek kuştîye û kêra xwe xistîye nav eşyayên
Aksyonov û çawa Aksyonovê bê sûc û guneh cezayê giran
dikişîne.
Dema
Makar Sêmyonîç ev yek bihîst, çavên xwe kuta Aksyonov,
destê xwe li çokên xwe xist û got!
-
Ev ecêbeke giran e, bi rastî jî ecêbeke giran e, lê
tu çiqas zehf kal bûyî, kalo!
Yên
din meraq kirin gelo ev çima wisa hêrs bû, û gelo
wî berê Aksyonov li kêderê dîtîye, jê pirs kirin,
lê Makar Sêmyonîç tu bersîv neda. Wî tenê got:
- Ecêbeke giran e, ma tê bîra kê, ku me ê rojekê li vir hevdu bidîta, gelî birano!
Li ser van gotinan şikek li ba Aksyonov çê bû, gelo haya vî jê hebû ku
kî tucar kuştîye, wî jê pirs kir:
- Dibe ku te ev çîroka han berê bihîstîye, Sêmyonîç, yan jî min û te hevdu berê
dîtîye?
Min çawa nebihîstîye, ma xeberên wisa ji ber guhê kê direvin? Dinya bi paşgotinîya
dagirtî ye. Lê zûda ye, û ew tiştên ku min wê
çaxê bihistine êdî ji bîra min çûne.
- Dibe ku te seh kiribe, kî ye yê ku tucar kuştîye? Aksyonov pirs kir.
Makar Sêmyonîç kenîya û got:
- Miheqeq ewê ku di çentê wî da kêr hatîye dîtin ew e! Eger kesekî din ew kêr
xistibe hundirê çente jî, gotinek heye ku dibêje:
`heta yek bi çavê serê xwe nebîne mirov ne diz e.`
Çawa dibe ku yek tê kêrekê dixe çentê ber serê te,
haya te jê nabe? Tu ê muheqeq şîyar bibûyayî.
Dema Aksyonov ev gotin bihîstin, jê ra bêtir bawerî çêbû ku, yê tucar kuştîye
ev kesê han bi xwe ye. Rabû ser xwe û ji wir çû.
Wê
şevê qet xew nekete çavên wî. Wî xwe gelekî bêsihûd
û bextreş hîs dikir, hemû cûre wêneyên bîranînê
di hişê wî da peyda bûn. Wêneyê jina wî, wextê
ji mala xwe bi rê ket ku here bajêr, weke îro di bîra
wî da bû, reng û rûyê jina wî, çavên wê wisa zelal
xuya dikirin, û dengê qisekirin û kenê wê dihate guhê
wî, te digot qey jinik wê gavê li wêderê ye. Zarokên
wî jî hatin ber çavê wî, wisa çûçik bûn eynî wek wê
roja ku terka wan kiribû: yek ji wan mantoyekî biçûk
lê bû, yê din jî li ber şîrê dê bû. Û wî xwe
jî bi bîr anî, ku wê çaxê xort bû, yekî rûken û dilgeş
bû. Wî ew roj anî bîra xwe, dema li eywana xanê rûniştibû
û li gîtarê dixist û distira û çawa polês hatin ew
girtin û birin, û çawa heta hingê bê xem û bê derd
bû. Vêga di kûraya dilê xwe da hemû tişt gelekî
zelal didît; ew cîhê ku lê lêxistibûn; cellad û xelkê
ku li dorê civîyabûn; zincîr û girtîyên hevsê, ew
bîst û şeş salên jîyana mehkûmîyê, zû kalbûna
wî. Piştî ku hemû ev raman bi hevra di serê wî
da kom bûn, yekser qudûmşkestî bû, wisa êdî ku
amade bû xwe bikuje.
- Û ev hemû sûcê wî bêşerefî ye, Aksyonov di dilê xwe da got.
Û
kîna wî li hember Makar Sêmyonîç wisa pir bû, ku dixwast
heyfa xwe jê hilde, hema çi dibû bila bibûya, ma êdî
ji vî halî xirabtir hal hebûn. Wî ji êvarê heta destê
sibê duayên xwe got û lûband dûra sekinî, lê qet
hizûr jê ra çê nebû. Bi rojê xwe ji Makar Sêmyonîç
dûr digirt, qet nedixwast rûyê wî bibîne.
Bi
vî awayî çardeh roj derbas bûn. Aksyonov bi şev
nekarî razê û ji qehra nizanibû çi bike.
?evekê, dema di nav hewşê da weha digerîya, çavê wî pê ket, ku hinek ax
û qûm ji binê textên ku girtî li ser radizan, dirijîya.
Sekinî, ji bo ku bibîne ka ew çi tişt bû. Ji
nişkê va Makar Sêmyonîç ji binê text ser çalepîka
derket, serê xwe bilind kir û bi rûyekî bizdîyayî
li nav çavê Aksyonov mêze kir. Aksyonov xwast ku di
ber ra derbaz be, here, mîna ku hay ji tiştekî
tuneye, lê Makar bi destê wî girt û jê ra behs kir,
ku wî di binê dîwar da qulek kolaye û hemû axa wî
bi sapokên xwe yên dirêj her ro hinek ax xistîyê û
wexta girtî birine ser karê wan, biriye derva û di
rê da rijandîye.
-Eger
tu nekî dengî, kalê, tuyê jî bi min ra derkevî. Lê
eger tu behs bikî, ew ê wisa li min xin heta ku rihê
min bistînin, lê berî wê ez ê te bikujim.
Aksyonov ji hêrsa lerizî dema dijminê xwe dît. Destê xwe şûnda kişand
û got:
-Tu
daxwazeke min a derketinê tune û tu sedemekî te jî
tune ku tu min bikujî. Te zûda ez kuştime! Û ez bêm ser gilîkirina te-dibe
ku ez bikim û dibe ku nekim jî, dimîne li ser xwestin
û biryara Xwedê.
Rojtira din, dema mehkûm birin ser şixul, nobedarên girtîyan dîtin, ku
yek ji sapokên xwe axê vala dike. Girtîxane hemû hat
raçavkirin û tûnel hat dîtin. Zabitê girtîxanê îfada
gişka girt bo ku tesbît bike ka kê ew qul kolaye.
Wan hemûyan jî got, ku haya wana pê tune. Yên ku dizanibûn
kê kolaye, nedixwastin gilîyê Makar Sêmyonîç bikin,
ji ber ku dizanîbûn wê bi qamçîyan wî bixin halê mirinê.
Di dawîyê da serbaz vegerya ser Aksyonov, ji ber ku
wî dizanibû ew mirovekî durust e û jê ra got:
-Tu
kalemêrekî rastgo yî û ji durustîyê hez dikî, ka boy
navê Xwedê ji min ra rastîyê bêje, yê ku di binê
dîwêr da ew qul vedaye kî ye?
Makar Sêmyonîç qet li xwe mukur nehat û li qomûtan mêze kir û tenê bi awirekî
xurt di binê çavan ra li Aksyonov mêze kir. Dest û
lêvên Aksyonov lerizîn, qasekê wisa di cîyê xwe da
matmayî sekinî, zimanê wî ketibû hev, nikaribû gotinekê
bêje. Li xwe fikirî:
-Ma ez ê wî kesê ku jîyan li min heram kirîye biparêzim? De bila cezayê hemû
wê êş û elema ku wî daye min, ew jî bikşîne.
Lê eger ez bêjim, ew ê esse wî bi ço û qamçîyan bikujin,
û kî dizane, belkî jî ez bi neheqî li wî ketime şikê.
Û di vê yekê da çi xêr heye ji bo min, ya bûyî ji
xwe bûye.
-Erê, de bêje kalo,-qumandarê hevsê dîsa gotê,-ka bêje kî ye di bin dîwêr da
er vedaye û ew qul vekirîye?
Aksyonov weha bin çava ra li Sêmyonîç nihêrî û bersîva zabit dayê:
-Ez nikarim bersîva vê pirsê bidim, efendî. Ne bi hezkirina Xwedê ye, ez nabêjim!
Hûn çi bi min dikin, kêfa we ye, ez di nav destê we
da me.
Qumandarê hevsê çi jî kir Aksyonov nexwast zêde tiştekî bêje, hema wan
jî dev jê berda, ew pirs jî wisa ma.
Wê
şevê, dema Aksyonov xwe li ser nivînên xwe dirêj
kiribû û hîna nuh xirmaş bûbû, yek bi hemdî
xwe û bêdeng hat li kêleka textê wî rûnişt. Wî
di tarîyê da çavê xwe zîq kir û Makar nas kir.
-Êdî
tu ji min çi dixwazî?-Aksyonov jê pirsî.-Tu çira têyî
vira? Makar Sêmyonîç bê deng bû. Aksyonov rabû
ser xwe, rûnişt û got:
-Tu çi dixwazî? Ji vir here, hîna min bangî nobedar ne kirîye!
Makar xwe di ser Aksyonov da xar kir û di guhê wî da got.
-Îvan
Dîmîtrîç, li min bibore!
-Ji
bo çi?-Aksyonov got.
-Ez
bûm yê ku tucar kuşt û kêr xiste nav kel-pelê
te. Min xwast te jî bikujim, lê ji ber derî dengek
hat, min hanka kêr xiste nav eşyayên te û di
pencerê ra bazda.
Aksyonov
deng ne kir û nizanibû çi bêje. Makar ji ser rexê
text şemitî û li ser çokan li erdê ket.
-
Îvan Dîmîtrîç, min bibaxşîne! Ez ê sûcê
xwe qebûl bikim, bêjim ku min tucar kuştîye,
wê te berdin û tu ê herî mala xwe.
-Ji
te ra hêsan e tu vê gotinê dibêjî, di rûyê te da min
bîstûşeş sal êş û cefa kişand.
Niha ez ê kuda herim?... Jina min mirîye, zarokên
min ez ji bîr kirine. Cîhekî ez herimê tune...
Makar
Sêmyonîç ji cîhê xwe ranebû, çend caran serê xwe li
erdê xist û kir qêrîn:
-
Îvan Dîmîtrîç, min bibaxşîne!
|