Du meha zêdetir bû zurne
hilnedabû destên xwe. Qamîþê zurnê teherekî hiþk bibû, pêçîyên wî xam bibûn, dengekî fetisandî
ji zurnê derdiket. Qamîþê ser derxist, danî
alîkî, yekî din ji qutîya qamîþa derxist û da ser
zurnê. Ew jî ne baþ bû. Metel
ma, ne axir di qutîya wî de qamîþ hiþk ne dibûn, ev
çi bûye?
Lê çawa jî hebûya ji qamîþên
heyî, yek jibart.
Û nolî
her car, qamîþ çend cara bi zimanê xwe þil kir, danî ser zurnê û dîsa lêxist. Wek caran bi serawîyê dest pê kir. Hêdî-hêdî
xam bûna pêçîyên wî derbas bû, qamîs hat ser qeda
xwe û dengê zurnê zîz bû. Gava her tiþt hate
cîyê xwe, wî “Mirazê dilê min” lêxist. Awazê bi nexþ û nîgarên batinî ve nitirandî, sera bi melûltîke geþ
ve tijî kir.
Li welêt gava bi dost û hevalan ve berev dibûn,
pir cara ji wî dixwestin
wekî hema wî awazî lêxe, wan gelek ji wî awazî hiz
dikir. Lema jî ew awaz lêxist.
Bawar bû, wekî kurdên vira jî wê wî awazê batinî hiz
bikin.
Lê wan qey bêjî guh ne didayê, bi hev re bi
azarî dipeyivîn, dikenîyan û piþtî demeke ne dirêj
yekî bi destên xwe eþaret da, wekî raweste. Ew
hinekî dilmayî rawestîya.
-Yan ew çîye? Camêro!
Tu miqamekî usa lêdixî, merîya
tirê em hatine ser þînê. Malavayo,
em berev bûne, wekî bi hev re hinekî þabin, lê ne
ku mirûzkirî çavên hev binihêrin.
-Tu miqamên þa dixwezî?
-Erê!
-Ê, baþ, ezê ji te
re miqamên þa, yên govenda lêxim.
Û “Sêpê” lêxist.
Miqamê sivik, teqil, ku
bi carekê ve dikete çokên merîya. Bi xwe ji cî rabû û çawan di govendê
de reqisî.
Li welêt, gava “Sêpê” lêxista, xelkê wir ese govend digirtin.
Lê vira kes ji cîyê xwe
ranebû.
-Ez zanim tu miqamên kurdî baþ lêdixî. Ew
baþe, divek rojekê em koma folklorê cêkin, hingê tuyê
ji me re van miqama lêxî.- Yekî bi ten got.- Lê niha
tiþtekî azarî lêxe, em ji xwe re hinekî þabin.
-Çira bi miqamê kurdî meriv nikare þabe?- Ew bi rastî
metel ma.
-De dîsa dest bi propoganda xwe nekin, lo! We
tirê hema hûn kurdî dipeyivin, dîrok û çanda kurdî
zanin, êdî tenê hûnin kurd. Rastî jî hêrsa merîya
radibe. Îcar çi bû, wekî em kurdî nizanin.
Em merivin, êdî, carekê hatine dinîyayê, dixwezin bi kêfa xwe bijîn.
Na, azarî nepeyive, kurdî bipeyive, sazbendîya azarî
nebihê, ya kurdî bibhê. Bese êdî, we av di
hestuyê me de vexwar! We usa kirîye
meriv êdî naxweze bê bal hev jî. Wekî hûn zimanê
vî welatî hiz nakin, çanda vî welatî hiz nakin, êdî
ji bo çi hatine vira! Kî sêva sor þandibû pey we?
-Em zimanê vî welatî jî zanin û hiz dikin, em çanda vî
welatî jî zanin û hiz dikin, lê bi bawarîya me baþ
dibe meriv bi ziman û çanda azar [K1] îyan re tevayî, hinekî jî ya kurdî zanibe û hiz bike.
Serî, binî xwestina me eve. Lê
çi ku tê ser hatina me vira, bi rastî jî gotina teye.
Wekî namûsa me hebûya, em gerek
nehatana. Îcar çi bû, ermenîya em
dikuþtin jî, bira bikuþtana. A, li Kurdistanê çiqwas tên kuþtin, çira
xwîna me ji ya wan sortire.-
Wî got, qamîþê zurnê ser derxist, kire qutîya wê,
zurne kire berîya potê xwe û ji cî rabû.
-De tu jî nexeyîde, lo, tiþt nabe, dilê Zêynal
teng bû ji te re tiþtek got.
Hûn birê hevin, nebe dilê xwe.- Yekî navsere ber dilê wî da hat.-
Dilê wî miqamê azarî dixweze, tu jî miqamekî azarî
lêxe, wê çibe. Em çawa bikin, bextê me jî usa bûye,
em di nav vî miletî de mezin bûne, me di dibistanê
de bi zimanê wan xwendîye.
-Ez miqamê azarî nizanim, dixwezin ez ji wera yên ermenîya
lêxim, ez jî di nav ermenîyan de mezin bûme, min jî
di dibistanê de bi zimanê ermenî xwendîye. Paþê
jî li Yêrêvanê gelek çara çûme þayê ermenîya jî.
-Îcar ew me kêm bû,
em gelekî ji miqamê kurdî xweþin, niha jî yê ermenîya.
Yek jî ji vira re derbasbe, miqamê ermenîya bibhê,
wê bêje ermenîne û em êdî sax ji destên wan nafilitin.
-De wekî usane bi xatrê
we, ez kingê miqamê azarîya fêr bûm, ezê hingê jî
bême bal we.- Wî got û ji derî ve derket.
-Gilîya
nebe dilê xwe, sibê dîsa bêyî, ha!- Yekî pey kire
gazî. Ew demeke pir kurt di nav
dêrî da rawestîya, xwest bersivê bide, lê paþe serê
xwe hejand, derket û derî pey xwe bi hêrs girt. Wî
êdî nedixwest tu tiþtî ji wan ra bêje, yan jî ji wan
bibhê.
Li vî welatî kes naxweze guh bide
zurna wî! Lê wekî zurnê lênexe wê êdî çawa bijî? Wê
êdî ji bo çi bijî? Ne axir zurne usa jî pêþê wî bû.
Wî heta abûra neferên xwe jî bi lêxistina zurnê dikir.
Îcar komên folklora kurdî, îcar konsêrtên di serayên
mezin de! Îcar qedr û rûmet!
Ôayî hemîn lê kêm ne dibûn. Ôaya yekî hebûya, du, sê meha berê eger ji wî
re negota, dor ne digihîþtê.
Ew her cîya mêvanê hizkirî bû, her cîya rûmeta
wî digirtin.
Lê ev êdî þeþ mehe
hatîye vira, ji giþkan re gotîye wekî zurnê dixe,
lê kes guh pê nake. Kurdên vira di þayên xwe de sazbendên azarîya tînin û temamîya þaya
bi stran û reqasên azarîyane. Ew
kurdî nizanin û derdê lapî mezin ewe, wekî ew yek
ji wan ra nebûye xem. Ew
ne jî dixwezin fêrbin.
Gava nû hatibû, çû þayîkê, duda, ji wan re
got, wekî baþ dibe di þayên xwe de sazbendên kurd
bînin, bira stran û govenda kurdî þayên wan bixemilîin,
hela çend cara zurne ji destên sazbenda girt û miqamên
kurdî lêxistin. Lê kesî guh pê nekir.
Hela gilî ketne guhên wî, wekî di nav hev de dibêjin
ku seva xwe dibêje, dixweze wekî gazî wî bikin û dû
re êdî hew ew pirs anî ser
zar.
Bi xwe jî nizanibû ka çawa
gihîþte mal.
Derî vekir, çû hundur, potê xwe êxist, darda kir, destên xwe þûþtin
û çû aspêjxanê. Þûþê vodkayê
ji sarîncê derxist, kasek tijî kir, ser xwe de kir
û çû ber neynîkê rawestîya. Teherekî
kal bibû. Gepên wî di kûr
da çûbûn, çend qerçomek ser enîya wî dîhar bibûn.
Eger berê tenê çend têlên sipî nav gulançkên wî da
hebûn, niha wan têla xwe avêtibû porê wî giþkî.
Kela wî rabû, dilê wî tijî
bû.
Serê xwe bi herdu desta girt, çu ser dîwanîyê rûniþt.
“Na, ez vira, di nav van “nîv kurdan”
de nikarim bijîm. Awa here ezê danavî bim!
Lê kude herim? Veger nabe. Hema
paþnavê min, Hûsêynov bese,
wekî ermenî min binçavkin. Heta ji wan ra þiro vekî,
wekî tu ne azarîyî, tu kurdî, dibe êdî derengbe. Hela
gava ji hinekan ra jî þiro vedikî, dibêjin: “Hûn yekin,
hûn jî dijminê mene, azarî jî dijminê mene”.
Hela dibe bikujin jî. Ew
jî gava revîme Azabêcanê û ji wira vegeryame. Wê
bifikirin azarîya ez þandime.
Lê kuda herim?”
Van demên dawîyê ev pirs ji serê wî
dernediketin, lê wî usa ji rê ji riya dernedixist,
ji xwe re rêk ne didît. Lema jî xwest wan fikra ji
xwe dûrxe û têlêvîzîyon pêva kir. Kanal giþk bi zimanê azarî bûn. Wî zimanê azarî zanibû. Di gundê
wan de azarî jî hebûn. Wî sazbendîya azarîya jî hiz
dikir, pir cara di þayên azarîyan de jî lê dixist.
Lê gava hate vira û dît, wekî kurd giþk bi zimanê azarî
dipeyvin, wekî kî bi kurdî dipeyive pê dikenin, wekî
rûmeta ziman û çanda kurdî di vî welatî de tune, bi
teherekî ziman û çande zordarîyê li ziman û çanda
wî kirine, ber çavên wî reþ bûn.
Û niha wî nexwest guh bide zimanê azarî û têlêvîzîyon
vêsand.
Sed giram
vodka dinê jî vexwar û çû ser cîyê xwe pal da. Berê,
gava bîna wî teng dibû, vodka vedixwar û bîna wî dihate
ber, lê îro vodkayê jî alî wî nedikir. Xwest bi xew re here, lê xewa wî jî nehat. Di serê wî de gêjgerîng,
fizildûmana fikran bû. Lê hêdî, hêdî ew
fikir giþk vekþîyan û zurnê þûna wan girt. Awazek
di dil û hiþê wî de bû xudan!
Û bi fîte-fîtê ew
awaz lêda. Wî bi xwe jî nizanibû ew
çi awaze; folklore, wî ji hineka bihîstye, yan niha
tê sêwirandin?
Awazekî batinî bû!
Ay, di
radîyoyê de ev awaz lêda!
Îcar wê çiqwasî li xelkê xweþ bihata, çiqwasa wê
ji wî re têlêfûn bikira û pîroz bikirana!
Lê
vira kesê nexweze bibhê.
Vira tenê awazên azarî hiz dikin.
Wê bi çi lêxista? Bi meyê, zurnê, fîqê?
Û rabû meya xwe anî û bi meyê lêxist.
Na, ev ne awazê meyêye, di dengê meyê de awaz cîh
nabe. Na, ji bo vî awazî divêt zurne hebe, ev awaz gere bi
zurnê bê lêxistin.
Demjimêrê nihêrî, ji yanzda çarêkek
kêm bû. Seva lêxistina zurnê pir dereng bû, niha xelk razane.
Lê awaz ew serdapê zevt kiribû û dixwest bida der, awaz
êdî di hundurê wî de cî ne dibû!
Û dîsa berbi sarîncê çû, disa þûþê vodkê derxist, kasek
tijî kir, ser xwe de kir û zurne hilda.
…Û zurnê stira, û zurne girîya, û zurne kenîya. Zurne
hey lal bû, hey zîz bû!
Gepên wî hey diwerimîn,
hey di kor de diçûn.
Ser enîya wî berê çend zipkê xwîdanê dîhar bûn, paþê
wan zipika hev girt, bûne dilop û ser dêmê wî re hol
bûne ser bedena wî.
Lê dengê zurnê di nav çar
dîwaran de difetisî û wî pencere vekir û devê zurnê
berbi derva kir.
Ji xanîyê pêþber pencerek
vebû û keçekê destê xwe ji wî re hejand. Ew yek ji wî re bû helan û
zurne lal kir.
Bajarê êdî dihênijî ji dengê
zurnê dîsa hiþîyar bû, pencere pey hev vedibûn. Eger ji du, sê pencera ji wî re dibeþirîn,
destên xwe dihejandin, ji yên mayîn giþkan qareqara
merivan bû, xelk hêrs dibû, ka wî ji bo
çi xewa wan herimandîye?
Lê wî guh pê nedikir. Awaz, pey awaza diguhastin.
Zenglê dêrî lê didan. Ser hev, bê rawestandin. Neçar ma zurnê dayne û here derî veke. Ber
dêrî weke þeþ, hevt kesan bûn. Giþka bi hêrs
çavên xwe lê cunu kirin û yekî xwarî vexarî, wekî kûpê zikê wî weke sî santîmêtrî
pêþîya wî diket, pêþ de hat, destê xwe dirêj kirê
û bi hêrs got:
-Çîye, dibe tu dîn bûyî?-
mêrik amade bû þer bike.
-Erê, dîn bûme.-
Hemdê xwe bersiv da.
- Lê li vira mervên normal dijîn, ev ne cîyê dînane.
-Cîyê dîna kuye, min bibine wira.
Mêrekî navsere þûþê vodkayê, yê vekirî ser
masê dît û ji yên mayîn re got:
- Guh nedinê, vexwarîye.
- Îcar em çawa bikin, wekî vexwarîye. Kî venaxwe. Eger wî tenê îro vexwarîye, ez her roj veduxum,
lê min tu cara bi þev cînar
aciz nekirine. Paþe jî me fem kir, kêfa wî xweþe,
lê ji bo çi vê nîvê þevê
van dengên beyanî derdixe.
-Ev ne dengê beyanîne, dengê zurnêye, dengê zurnê
xweþe.
-Ez nizanim, dibe seva ber pêz xweþbe, lê
ne bo bajêr, ew jî nîvê þevê.
-Erê, çiqwas ez zanim evê ber pêz lêdixin,- xortekî bi berçavk, ku heta hingê ker rawestîya bû, fikra
xwe got.
-Na, ber pêz zurnê lênaxin, ber pêz bilûrê
lêdixin. Wexta mala me hê li gund
bû, ez diçûme ber pêz, min hingê bilûr lêdixist, lê
pezê me jî ji me standin. Zurne
seva þaya, seva govendê baþe.
- Em çi serê xwe bi vî re dêþînin, gazî mîlîsyakin,
bira bên bibin.- Yê xwarî,
vexwarî got.
-Na, ne pêwîste, ez êdî tu cara zurnê naxim.- Wî got, zurne ji ser masê hilda çoka xwe xist, kire du kera
û wê de avît.- Biborînin.-
Hinekî bêdeng ma, paþê serê xwe bilind kir û ji wan
re got.- De usa di nav derî de nemînin, werin hundur,
em bi hev re kase vodke vexun, ne Xwedê negiravî em
cînarên hevin.- Û beþirî.
Wan li
wî nihêrîn, hev nihêrîn, paþê piþta xwe danê û bê
deng berbi malên xwe çûn.
Ew ber dêrî ma heta giþk ketin malên xwe, paþê derî
hêdîka pey wan girt, dada û çû ser dîwanîyê rûniþt.
Wî piþta xwe da piþteka dîwanîyê,
serê xwe spartê û çavên xwe girtin.
Gelekî westîyayî bû, qey bêjî temamîya
rojê bê westan karên giran kiribûn. Fikirî hê baþe
here bikeve nav nivîna, lê taqet nekir ji cî rabe
û usa rûniþtî hênijî. Bûyarên rojê di mejûyê wî de hiþîyar bûn, lê wî guh
pê nekir, bi teherekî ew ji xwe dûr xistin.
Ew yek wî pir caran dikir; gava fikreke
ne baþ zora wî dibir, mefer lê dibirî, wî bi zor bûyareke
mayîn ji jîyana xwe danî bîra xwe û pir caran ji wî
re li hev dihat fikrên ne baþ ji xwe dûrxe.
Vê
carê jî usa kir. Kire bîra xwe, çawa carekê
piþtî konsêrta koma folklora kurdî li Mosko, gava
koma wan xelata yekemîn stend, xwendkarên kurd ew
hildabûn ser destê xwe û wek deh deqa peya ne dikirin.
Wê êvarê koma wan dewat kirne rêstorana
“Arbat”, yek ji baþtirîn rêstoranên Mosko. Xortên
kurd destûr ji sazbendên rêstoranê xwestin û wê êvarê
di rêstorana “Arbat” de zurna kurdî lêket. Hingê,
ser xwestina xorta wî sê cara “Mirazê dilê min” lêxist.
Di vir de bîranîn qusîya. Wî
xwest niha jî wek hingê “Mirazê dilê min” lêxe.
Zurna þikestî ji erdê hilda, qamîþê wê bi destmala xwe
paqij kir, bi zimanê xwe þil kir, paþê perçe zurnêyî
mayîn ji erdê hida, herdu perçe dane ber hev, bi qeytana
zeliqok hev ve kirin û xwest lêxe.
Zurne bire ber devê xwe û ew mervên hêrs hatin ber çava,
ewên ji dengê zurnê aciz, hatibûn ser wî þêr. Û zurne
avît, usa qwehîm avît, wekî zurne dîwêr ket, herdu
perça hev berdan, hela vê carê qamîþ jî lê pekîya.
Na, êdî tu car wê zurnê nexe; ne di þaya de, ne di kêfa
de, ne di konsêrtên folklorîyê de, ne jî di mala xwe de. Dibê heta, hetayê xatrê xwe ji zurnê bixweze!
Lê di serê wî de “Mirazê dilê min” deng dida, paþê awaz
hate guhastin, awazekî lap nû ber guhên wî lêdiket.
Wî xwest wî awazî lêxe, destên xwe birne ber devên
xwe û bê zurne tilîya ew awaz lêxist. Wî usa xort
fêrî lêxistina awazên kurdî dikirin.
Lê li vira kes naxweze fêrî awazên kurdî be,
kes naxweze awazên kurdî bibhê.
Û wî texmîn kir, wekî ji jîyanê dere,
êdî kêrî tu tiþtî, tu kesî nayê. Û jîyanê seva wî fikra xwe unda
kir.
Rabû, dîsa þûþê vodkayê bi qedehekê ve anî û da ber
xwe.
Wî berê jî vodka vedixwar, berî ku
zurne hilda destên xwe pêncî, sed giram vedixwar,
paþê lêdixist. Lê ne zêde. Gava zêde didanê, dilê
xwe dikir. Giþka ew xeysetê w î zanibû, kuda biçûya sed gram vodka wî hebû, lê kesî
turiþ ne dikir zêde bidayê.
Lê piþtî koçberîyê vodka bû dermanê
derdên wî, bû hogira wîye demên giran.
Wî dîsa xwe sparte vodkayê. Dadigirt,
bêyî tiþtekî pê re bixwe, vedixwar, dîsa dadigirt,
dîsa vedixwar, dîsa dadigirt, dîsa vedixwar…
… Roja din, berbangê zû, pîrejina
hewþa wan gêzî dikir, termê wî mirî di hewþa malê
de dît û ji mîlîsîya re têlêfûn kir.
28. 12.
97 s.
-----------------
(*) Ev kurteçîrok ji pirtûka neçapkirî ya Tosinê Reþîd "Mirazê dilê min" hatiye hildan.
Ew cara pêþin li vir tê weþandin.
|