Selma Lagerlöf
 


Meqamê
Dawetê

 

Niha ez ê behsa serpêhatîyeke xweş bikim.

Gelek salan berî niha, li nehîya Svartsjon, li Varmlandê daweteke mezin wê çêbûya. Piştî merasima li dêrê, wê sê rojan li ser hev kêf û »ahî bûya. ó herroj ji danê êvarê heta derengê þevê wê dans bikirana.

Ji ber ku wê ewqas pir dans bikirana, girîng bû ku sazbendekî baþ bihata peydakirin. Lê serdawetî encumanê nehîyê Nîls Elofsson bû, wî nedixwast bangî wî sazbendê Svartsjo bike. Navê wî Jan Ester bû, û encuman baþ pê dizanibû ku ew sazbendekî gelekî bi nav û deng e, lê merivekî wisa hejar û feqîr bû, ku gelek caran bi faykê (qazax) dirîyayî û pêxas dihate dawetan. Û belengazekî mîna wî, encuman nedixwast li pêþîya merasimê bibîne.

Di dawîyê da biryar da ku biþîne pey sazbendekî ji Josse-harad, ku jêra digotin ”Lêdixe-Morten”, û jê pirs bikin ka dixwaze were û di daweta wan da sazbendîyê bike.

Lêdixe-Morten, qet sanîyekî jî dudilî nekir û pêra bersiva xwe da, got na, ez naxwazim herim dawetên Svartsjo çimkî li wir sazbendekî bêqisûr heye û ji hemû sazbendên navça Varmlandê jêhatîtir e.

Gava Nîls Elofsson ev bersiv wergirt, qasidek þande pey sazbendekî nehîya Stora Kîls, navê wî Olle'yê Saby bû.

Lê Olle'yê Saby jî wek Lêdixe Morten bersiv da. Wî jî nedixwast here nehîyeke din ku li wê sazbendekî ewqas navdar wek Jan Ester hebû.

Dema Nîls Elofsson, ji Olle'yê Sabyê ev bersiv hilda, rabû xulamek ji sazbend Lars Larsson ra þand, ku ew jî li Ansgardetê li Ulleruds dijîya.

Li gor encuman, Lars Larsson merivekî hal wextê wî xweþ bû, xwedîyê mêrg û zevîyên baþ bû. Merivekî bi aqil û bi firaset bû, ne wek sazbendên din berdûþ bû.

Wexta Lars Larsson gudarîya qasid kir, pêra Jan Ester anî bîra xwe, gelo çi qewimîbû, ku wan bangî Jan Ester nekiribûn.

Xulam dît ku ya herî baþ ew e ku, jêra rastîyê salix bide. Lars Larsson baþ guhdarîya xulam kir. Paþê lehzekî bêdeng ma û hinekî fikirî. Lê di dawîyê da dîsa jî bersiva erênî da.

Yekþema din siwar bû çû dêra Svartsjo. Ajot çû hevrazê dêrê, ji wir wê berbi dêrê bimeþiyana. Civata dawetê jî êdî xwe rind amade kiribû ku bimeþin.

Ew bi paytona xwe ya yekhespî hate nav civatê, taximek kincên reþ li xwe kiribû, û ji sandoqeke biriqî kemança xwe derxist. Nîls Elofsson bi rûyekî xweþ xêrhatina wî kir. Ev sazbendê han bi dilê wî bû, li gor wî ev sazbendekî wisa bû ku meriv dikaribû pê serbilind be.

Lehzekî piþtî hatina Lar Larsson, Jan Ester jî di pilçenga wî da kemança wî, bi meþ hate wir. Raste-rast çû nava civata li dor bûkê, eynî mîna ku ew jî hatîye vexwendin bo ku sazbendîya dawetê bike.

Wexta çavê encuman bi Jan Ester ket, wî di cîh da fehm kir ku qeþmerekî li ser navê wî çûye bangî wî kirîye. Lê ne zemanê wê yekê bû ku bela xwe pêde, yan jî wî ji wir biqewitîne. Merasima bûkê êdî amade bûbû û wê dest pê bikira. Loma pêþda çû û ji Jan Ester ra jî got bi xêr hatî.

Dûra herdu sazbendan, li pêþiya rêzê cîhê xwe girtin. Bûk û zava jî ketin rêzê û siwarên bûkê cot bo cot rêzbûn û meþiyan û li dû wan dê û bavên bûk û zavê, û merivên wan ên nêzîk û ji vexwendîyan rêzeke berbiçav pêk hatibû. Dema ku êdî hertiþt wisa bi rêk û pêk amade bûbû, siwarekî bûkê çû ciyê pêþiyê û ji sazbenda ra got ku meqamê bûkê lêxin.

Herdu sazbendan kemançên xwe rakirin, dan ber çena xwe. Lê hema wisa sekinîn, bêyî ku deng ji wan derkeve. Di þûna xwe da sekinîn û man.

Çimkî adetekî pir kevn bû li Svartsjo, di nav sazbendan da kî hostatir bûya, pêwîst bû wî serkêþî bikira, pêþiyê wî lêxista û yên din jî li gor wî biçûna.

Siwarê bûkê li çavê Lars Larsson dinihêrî, mîna ku bêje çima lênaxî, lê Lars Larsson jî vegerîya ser Ester û got:

- Divê Jan Ester dest pê bike. Lê Jan Ester qe li xwe daneynî ku yên din jî wî bi navdartir e, û di cîh da got:

- Na, tu kerem bike! got. Naxêr, kerem bike!

Lars Larsson ji cîhê xwe neleqîya. Wisa ji halê xwe razî û bi xwe bawer di þûna xwe da sekinîbû. Lê wî jî þivka kemançê ranekir.

- Divê Jan Ester dest pê bike, û gotina xwe dubare kir. Wî peyvên xwe wisa hiþk û bi biryar digot, mîna kesekî ku bi rastî dixwast daxwaza xwe bi cî bîne.

Lê Nîls Elofsson pir tûre bûbû çima ku ewê din ewqas li ber Jan Ester digeriya.  Nêzîkî Lars Larsson bû û di guhê wî da got:

- Ez fehm dikim ku te gazî wî kirîye û anîye dawetê, bona ku þerefê bidî wî. Lê zû bike, dest pê bike! Nexwe ezê îcar wî belengazî ji vir biqewtînim, bi kotek û rezaletî.

- Belê heqê te heye, divê êdî em dawîya vî îþî bînin. Bi vê gotinê ra çend gavan pêþda çû û berê xwe zivirande ser civatê, da ku herkes wî bibîne. Þivka kemançê ji destê xwe dûr avêt, kêreke kevan derxist û pê herçar têlên kemançê birrî ku dengê xirpîn û çîzîneke bilind jê çû.

- Bila kes li ser min xirab nebêje, ku ez xwe ji Jan Ester mezintir dibînim, wî got.

Lê herweha dihat zanîn ku ew sê sal bû ku Jan Ester li ser meqamekî dixebitî, dikir û nedikir nikaribû dawîya wê bîne. Lê dema ku wî qetandina têlên kemança Lars Larsson bihîst serê xwe bilind kir û bîhneke kûr kiþande piþikê û dest pê kir li kemançê xist. Îcar ew meqamê ku ewî çend sal bû nikaribû sererast bikira, niha bi awayekî zelal û hêsan derdixist, di vê navberê da wî jî bi ahenga muzîkê gavên xwe davêt û berbi dêrê diçû. Û civata dawetê heta wê rojê meqamekî weha nebihîstibûn. Evî meqamê han ew civata qelebalix dabû pey xwe û wisa bi lez dibir ku, qet bi carekî nedihate bîra Nîls Elofsson ku bisekine û bîhna xwe bide. Û hemû jî wisa kêfa wan bi Jan Ester û Lars Larsson dihat ku dema ketin hundirê dêrê çavên giþkan bi hêsir bûn.

----------------------

Wergera ji swêdî: Haluk Özturk

 
© ROJA NÛ 2000-2001