Rojên havînê yên
xweþ in, Derya Reþ bê pêl
û bê deng e.
Gemî di bin giranîya merivan û
barê giran da dinale- di hundurê wê
da cî-sitar ne maye.
Riya wê dûr e. Ew ê ji Qrîmê
destpê bike û bi riya çivane
berê xwe bide Kavkazê, ber kenarên
Anadolîyayê, Konstantînopolê...
Tav diqijilîne, ezman çîk-sayî
ye, ciwanîya derya narîn xemleke kaw
dide wan der-dora; em ê hela ji gelek hêwirgehên
bi îskelên qerebalix ra derbaz bin,
dengê qibe-qiba qulinga, gotinên ne
li rê û qarîn-qûjîna
alîkarê fermandarê gemîyê:
mayna! vîra! bibhên - û paþê
dîsa ew der wê lap bêdeng bibe,
gemî wê bi hemdî xwe berbi warên
çiyayî bilive, ku mirov dibê
qey di nav þewqa royê da winda bûne.
Di odên gemîyê yên dereca
yekê da cî fire û paqij e. Lê
rex wê qirêj e, cî teng e, rêwîyên
tu dibêjî qey cerdên ji esîran
pêkhatî ne, hineka xwe dane bin sîberê,
hineka pala xwe dane aspêjxanê, yên
mayîn jî dora kûpê gemîyê
çarmêrkî rûniþtine.
Li van dera bîna her tiþtî tê,
hey bîna germê û bîna ku
te dilbaristan dike tê, hey bîna pîs
û golegenîyê tê, lê
her bîn jî bîneke taybetî
ye, ya gemîyê ye, ku tevî bîna
ava deryayê ya xweþ dibe. Vira meriv
dikare jin û mêrên rûs,
xoxol, rahîbeyên Afonê, usa jî
kurda, gurca, huruma bibîne... Kurdên
vira lap beyanî ne, ji sibê hetanî
êvarê radizên, gurc hey distirên,
hey cot-cot direqisin, pêra jî bi sivikayî
û çapik-çeleng xwe hildavêjin,
mînanî qubeqaza xwe dilivînin
û çepika dixin: tas-tas, tas-tas! ûrisên,
ku diçine Filistînê ber ziyaretê,
gelekî çayê vedixwin, mêrekî
þîþman, ku piþta pîlê
wî hinekî ser da gêr bûye,
bi rîyê tenikî zerîn û
porê dûz bi deng Încîlê
dixwîne, lê xanimeke mînanî
hîva çerdehþevî bi kirasê
sor û þe`ra kesk li sêrî
heta gerdenê girêdayî, pala xwe
daye dîwarê sivderê û çavên
xwe yên xweþik qet ji wî nabire.
Gemî li îskela Trabzonê demeke
dirêj sekinî. Ez çûme ber
kenêr û gava vegerîyam, min bala
xwe dayê, wê dîsa komek kurdên
çekdar bi kincên zîtol-zîtolî,
bi pêlekana hildikiþin. Kalemêrekî
qerase û bi hestuyên gir, bi cil û
bergên çîl-qerqaþ, bi qayîþeke
bi xisrên zîvîn li pistê
zexm girêdayî, dabû pêþîyê
û xulam-xizmetkarên wî jî
dabûne dû. Kurdên, ku bi me ra
di gemîyê da bûn, bi koma xwe
va li cîkî bûn. Wana ji xwe ra
cîkî fire vala kiribûn. Peyayên
kalemêr çend xalîçe li
wir raxistin, balgî danîne ser. Kalê
mîna padþakî xwe li wir dirêj
kir. Rîyê wî mînanî
þeba sipî sîs bû, sûretê
wî yê zuha usa qimilîbû,
ku rengê qemer lê diket. çavên
wî bi þewqeke nebî- nayî
diçûrisîn.
Min ranêzikayî li wî kir, qerefîska
rûniþtim, selam dayê û bi
rûsî jê pirsî:
-Hûn ji Kavkazê ne?
Ewî jî bi rûsî, bi dilxweþî
bersiva min da:
-Tu gotina xwe bêje, camêr. Em kurd
in.
-Hûn kuda diçin?
Ewî bi awakî sade, lê kubar bersiv
da:
-Em diçine Îstenbolê, maqûl.
Diçine bal sultan bi xwe. Em hedyayê
jê ra dibin: hevt qamçî, hevt
þelmaq. Sultan her hevt kurên min birine
ber þer, giþk jî þer da
þehîd bûn. Sultan hevt cara dua
li min kir, pesnê min da.
-Hî, hî, hî! - xortekî bedew
û tîtal, ku hurumekî ji Kêrçê
bû, cixare dêst da li ser serê
me sekinî bû û kurtikekî
gewr bi êlekê sipî va, þalwarekî
ku gelekî lê dihat lê bûn
û cotek konderên biriqokî li lingan
bûn, bi awakî qerf serê xwe bir-anî
û got:- kalekî ha bi emir mezin e û
bi tenê maye!
Kalê li fînoyê wî nihêrî.
-Tu çi yekî xiþîm î,-
ewî bi awakî sade lê vegerand.-
A tuyê kal bibî, lê ez ne kal
im û tu cara jî kal nabim. Te mesela
meymûnê bihîstîye?
Xortê bedew bin lêva da kenîya:
-Meymûnê çi?
-De îcar guh bide. Xwedê erd û
esman xuliqandîye, zanî - ne?
-Belê, zanim.
- Paþê, Xwedê meriv rû dinyayê
xist û gotê: meriv, tê li rûbarê
dinyayê sî salî emir bikî,-
tê rind bijî, tê þa bibî,
tê bifikirî ku Xwedê hemû
tiþt li dinyayê her tenê bona
te xuliqandîye. Tu ji vê yekê
razî yî? Lê meriv fikirî:
ewqas baþ, lê ser hevdu sî sal!
Çiqas hindik e!- Guhê te li min e,-
kalê bi hêbet jê pirsî.
-Belê, guhê min li te ye,- xortê
bedew got.
-Paþê Xwedê ker xuliqand û
jê ra got: tê palanê xelqê
hilgirî, wê xurcên giran li te
bar kin, wê li te siwar bin û bi qamçîya
nav çevê te xin. Sî sal ji te
ra bes e? ker ponijî, kire zirînî,
da zîtika û ji Xwedê ra got: ewqas
sal êz ê çi jê bikim?!
Xwedê, panzdeh sala bide, besî min e.-
Lê panzdeh salên wî, ji kerema
xwe ra, ser temenê min da zêde bike,-
meriv ji Xwedê ra got.- Xwedê razî
bû, usa jî kir, emrê meriv gihîþte
çilûpênc sala.- Bextê mêriv
lê xist, ne usa ne?- kalê li xortê
bedew nihêrî û jê pirsî.
-Welle, xirab nîne,- ewî bi dudilî
got û wek xuya bû, tê nedigihîþt
ev serhatî bona çi ye.
-Paþê Xwedê kûçik
xuliqand û sî sal emir da wî jî.
Tuyê, Xwedê gote kûçikê,
timê dirr û har bî, tuyê
miqatîyê li mal û milkên
evda bikî, tuyê bawerîya xwe bi
xelqê xerîb neynî, tuyê
biewtî nenasa, bikî kaste-kast û
þeva bêxew bimînî. , zanî,
kûçikê kire zûrînî:
xwezî te nîvê wî emirî
bida min! meriv dîsa hîvî ji Xwedê
kir: ewê nîvîyê jî
ser emirê min da zêde bike! Xwedê
dîsa ser da zêde kir.- Emirê meriv
niha gihîþte çend sala?
-Gihîþte þêstî,- xortê
bedew bi dilekî baristan got.
-Paþê Xwedê meymûn xuliqand,
sî sal da wî jî û got, ku
ewê bêy dijwarîya û xema
bijî, qaranîya tu tiþtekî
wê nekeve ser mila. Ew ê tenê
gelekî çirkîn be, ji husnê
dinê elîwat be,- texmîn dikî,
keçel, qerçimokên li enîyê,
birûyên rût,- û her kes
wê bixwaze li wî mêze bike, lê
her kes jî wê bi wî bikene.
Xortê bedew pirsî:
-Ango, ewî jî temenekî ewqas ne
xwest û tenê nîvê wî
xwest?
-Belê, ewî jî ne xwest,- kalê
got, hizing da xwe, hinekî xwe da ser linga,
destê xwe dirêjî kurdekî
nêzîkî xwe kir û mistika
qelûnê ji dest wî hilda.- meriv
hîvî kir ku wan sala jî bide wî,-
ewî got û dîsa pal da û
gulbek li qelûnê xist.
Ew bê deng ma û li pêþberî
xwe nihêrî, te digot qey çavên
wî rê dikiþînin û
mîna ku em qet ne li hizûra wî
ne. Paþê bêy ku berbirî
tu kesî bibe, destbi xeberdanê kir.
-Meriv sî salên emirê xwe mînanî
merîya derbaz kir: xwar, vexwar, da û
sitend, di sera da ber xwe da, di saya da reqisî,
ser keçên kezîdirêj û
jinên bedew bengî bû. Lê
panzdeh salên kerîtîyê xebitî,
mal û milk da ser he,. panzdeh salên
kûçiktîyê jî miqatî
li hebûna xwe kir, ewtîya, hêrs
ket, þeva raneza. Lê paþê
wek wî meymûnî bêcûre
û kal bû, giska jî wek te serê
xwe birin-anîn, ser kaltîya wî
kenîyan. Ev hemû wê bê serê
te jî,- kalê bi awakî qerf xortê
bedew ra got û mistika qelûnê
di devê xwe da bir-anî.
-Lê ew yek çima ne hate serê
te?- xortê bedew pirsî.
-Ne hate serê min.
-Sebeb çi ye?
-Merivên wek min hindik in,- kalê bi
bawerî got.- Ez ne bûme ker, ne bûme
kûçik,- çima ez ê bibime
meymûn? Îcar çima ez ê
kal bim?
Têbînî:
mayna! vîra!:gotinên ûkraînî
ne û tên mana werin! lez bikin!
xoxol:ji ûkraînîyên protestant
ra tê gotin û ne gotineke lîteratûrî
ye.
hurum:grekî, yûnanî.
Wergera ji rûsî: Têmûrê
Xelîl
Ji pirtûka Roza Ierîxona
Berhemên bijare
Wesanxana Panorama
Moskow 1994
Çapa kurdi: Roja Nû 1999ê hejmar
10?