WERGER
Haluk Öztürk

Hunera wergerê (tercume) fenomenekî kevn e. Ew, berê devkî, dûra jî nivîskî bûye navgîna danûstandinên li ser sînorên zimanan û di pratîkê da ew jî bi qasî zimanan kevn e. Îro ku dinya me her berbi alîyê navnetewîbûnê va diçe, pêwîstîya bi zimanzanîyê û wergerê jî mezintir dibe. Ev ji bo hemû zimanên kulturê yên jîndar weha ye. Ji bernameyên TV bigre, heta rojnameyan, ji zimanê zanist û teknîkê bigre heta berhemên bijarte yên edebîyata cîhanê, gelek tiþt bi saya wergerê xwe digihînin jîyana me ya kulturî û tesîrê lê dikin.

Madem zimanê kurdî jî zimanekî jîndar e, û "bajarvanî jî yekpare ye", hingê wergerandin, çêkirina þiûra wergerê, xebitandina rexneya wergerê û fêrbûna ilmê wergerê ji bo me jî pêwîstîyeke giring e. Bi vê bîr û hizrê em ê hewl bidin ku ji hin alîyan va nêzîkî vê mijarê bibin, wê car-caran bikþînin nav gengeþîyê.

Kovarên Hawar û Gelawêj û werger

Di gelek zimanan da, wergera nivîskî bi qasî ku ew ziman bi xwe ketîye warê nivîsandinê, kevn e. Mesela zimanê fînî (fînlandî) yek ji wan e. Bavê zimanê fînî ya nivîskî Mîkael Agrîcola ye û beþekî mezin yê berhemên wî bi xwe werger in.

Edebîyata kurdî ya nivîskî ji ya slavî û fînî kevintir e. Mesela wexta zimanê fînî cara pêþin di sala 1540-î da (bi wergerandina Încîla latînî ra) kete warê nivîsandinê, hingê þairên me Baba Tahir Hemedanî, Elî Herîrî û Melayê Cizîrî ji mêjda berhemên kurdî nivîsîbûn.

Lê bêguman ew edebîyata me ya nivîskî jî tenê edebîyata þiêrê ye. Îcar rastî ew e ku, di zimanê me da ne tenê wergera nivîskî, lê kevneþopîya (tradîsyon) nivîsandina dûz (pexþan) bi xwe jî gelekî nû ye. Eger em 4-5 pexþanên kevin(*) daynine alîyekî, pexþana kurdî, bi rojnamegerîya kurdî ra derketîye meydanê. Berhemên wergerê jî dîsa bi rîya weþanên peryodîk ketine nav edebîyata me. Di navbera salên 1932-45an da bi destê hin ronakbîrên derdora kovara Hawarê, (di serî da Celadet Bedirxan, Kamran Bedirxan, Nûreddîn Zaza) bi kurmancî û paþê bi destê þairê mezin Abdullah Goran û Eladdîn Secadî û hin nivîskarên din yên kovara Gelawêjê bi kurdîya soranî wergerên edebî yên nivîskî dest pê kirine. Bi wextê ra di kurdîya soranî da, edebîyata wergerê kêm-zêde pêþda çû, lê di kurmancî û dimilî da heta van salên dawîn jî, werger kêm çêbûne.

50-60 sal berê, li gor wan herdu kovaran, du rîyên pêþketina novela Kurdî hebûn: bi xwe nivîsandin û ji zimanê bîyanî wergerandin. Îro jî ev herdu rê li ber me ne, û em jî wisa bawer dikin, ku bi rîya wergerê jî zimanê nivîsandinê dikare pêþkeve.

Zanista wergerê

Pirs û pirsgirêkên wergerê gelek in. Bêguman di vê nivîsê da mebesta me ne ew e ku, em dest bavêjin hemû pirsên wergerê, û ji wan ra rê û çareserîyên pratîk nîþan bidin. Ji xwe ev tiþt ji çapa miqaleyekê der e. Lê eger em bi xetên giþtî, hin pirsên bingehîn -ku îro jî babetê niqaþ û lêkolînên zanistî ne- destnîþan bikin, em dikarin wana bi kurtî weha rêz bikin:

-Wergerandineke bi her awayî tam û durust mumkun e, yan na?
-Çi celeb dijwarîyên wergerandinê hene?
-Metodên wergerandinê çi ne?
-Di wergerê da sedaqet yan serbestî çi ye?
-Gelo mirov heta kîjan derecê dikare di wergerekî da stîla nivîskar biparêze?
-Wezîfa wergêr çi ye? Kesê wergêr hunermend e, yan senaetkarê desta ye?
-Gelo yê ku helbestan werdigerîne, pêwîst e bi xwe helbestvan be?
-Divê wergêr xwedîyê kîjan xusûsîyetan be?
-Pîvanên wergereke baþ çi ne?
-Kîjan faydeyên wergerê hene ji bo zimanê lê wergerandî? û hwd...

Derbarî van pirsan û gelek pirsên mayîn da, dîtinên subjektîv yên dem û dewranên cuda hertim hebûne. Lê teorîyên ku bi wextê ra li ser bingehên zanistî hatine avakirin, xasima ji salên 50-î þûnda, rê lê vekirine ku ilmê wergerê wek ilmekî serbixwe derketîye meydanê. Bi saya klasîfîkasyon û kategorîzekirina babetan, û peydabûna termînolojîyeke muþterek, îro di zanîngehan da, di enstîtusîyonên ziman da, lêkolînên ser wergerê bi hêsanî tên çêkirin û derskirin. Êdî bi alîkarîya zanistên din, yên ku bi wergerê ra pevgirêdana wan heye, wek: fîlolojî, lîngvîstîk, teorîya înformasyonê, edebîyatzanî, felsefe û antropolojî, bingehên saxlemtir ji bona piþkaftinên prensîpî yên pirsgirêkên wergerê peyda bûne û dibin.

Taybetîyên wergêrekî baþ çi ne?

Dema wergêr mesajekê ji zimanekî (em bêjin ji zimanê A) derbasî zimanekî din (B) dike, û bi veçêkirin û formulekirinê wê dike nivîseke rehwan a zimanê B, gelek dijwarî derdikevin pêþ wî. Wergerandin ne hereketekî mekanîk e, lewma kesê wergêr pêwîst e di prosesa wergerandinê da bikaribe hin analîzan bike, heta ku bikaribe bigîje armanca xwe, yan jî bi qasî ku mumkun e, nêzîkî wê bibe. Em dikarin li vir analîzên cuda, yên prosesa wergerandinê, li gor pêþkêþîya Prof. Rune Îngo, weha rêz bikin:

-Analîza tekstê ji bo amadebûnê
-Analîza gramatîkî
-Analîza semantîkî
-Analîza stîlî
-Analîza pragmatîkî

Ravekirina van analîzan yek bi yek, ji nivîseke weha ra dest nade. Ev bi serê xwe dikare bibe babetê nivîseke firehtir. Lê ku me li vir tenê bi nav qala wan kir, ew ji ber hindê ye ku, em dixwazin binî xêz bikin ku, kesê wergêr, bilî baþ zanîna du zimanan, divê bizanibe ew ê di wergerandinê da çawan sîstemên beþên (parçe) herdu zimanan bi hev va girêde. Lewma divê ew kes di kirina analîzên jorgotî da pêkhatî be.

Ji berê da tê zanîn ku rewþa herî îdeal ji bo wergera baþ ew e, dema wergêr ji zimanekî din werdigerîne zimanê xwe yê mader (zimanê dayîkê). Lê bi tena serê xwe ev rewþ jî ne garantî ye, ku ew kes wê wergêrekî baþ be. Lewma, divê wergêr:
1- zimanên ku jê û xasma yê ku lê werdigerîne baþ bizane; di gramer, sîntaks û stîlîstîkê da þareza be. Divê ji zimanê wergera wî/wê xuya be, ku di detayên herî biçûk da jî heqîqî ye û îdîomatîk e.
2- ji prensîpên lêkolînî yên termînolojîk hayedar be, di karanîna ferhengan da aktîf û hosta be.
3- xwedîyê kultureke giþtî ya fire be, xasma derbarî babetê nivîsa orîjînal da xwedîyê zanyarîyeke ansîklopedîk be.
4- bi hêsanî bikaribe merema xwe nivîskî bîne zimên, xasma yê ku nivîsên edebî werdigerîne, gerek e pênasê edebîyata bedew be.
5- serbixwe, hessas û bi rêk û pêk be.
6- xwedîyê fantazîyeke afrandar be.
7- helwesta wî/wê li hember nivîsê bêalî be, sempatî yan jî antîpatîyên xwe neke nav nivîsê û hwd.

Wergereke baþ

Krîterên cuda yên wergera baþ zûda hene. Hîna di dewra "romîyên kevin" da, li ser pirsên wergerê hin gengeþî çêbûne, ku heta îro jî berdewam dikin. "Di wergerê da serbestî, yan sedaqet?" yek ji wan e, û îro jî pirseke bingehîn e.

Mesela wergêrê Încîlê Hîeronymus jî her wek Cîcero û Horatîusê antîkê, digot ku gerek e mirov peyv bi peyv wernegerîne, werger divê serbest be. Ev dîtin, di salên 1600 î da li Ðngilîstanê gihîþte wê derecê ku, erkê wergêrekî baþ ew bû ku berhema orîjînal hilde û li gor zewq û daxwaza çînên bilind, "xweþiktir" bike. Lê di dawîya sedsala 17 a da, ev raya han guherî, îcar ew ji serîyekî tam çû serîyê din. Sedaqet ewqas pêþda çû ku hinan wergera li gor sîntaksa zimanê ku jê wergerandî jî diparastin. Lê di zemanê me da ev dîtinên fehþ û bê sînor ji rûmet da ketine.

Ziman bi xwe form û mane ye. Dema werger bixwaze him ji formê, û him jî maneyê ra sedî-sed sadiq bimîne, ev ne mumkun e. Divê ji herdu alîyan, di yekê da tavîzê bide. Zanista wergerê a modern, di wergerandinê da ragîhandina maneya rast ji her tiþtî giringtir dibîne. Parastina stîlê û formê êdî wek berê ne erkekî ewqas merkezî ye ji bo kesê wergêr. Lê ev nayê wê manê ku heqê wî heye ew stîla nivîskar yekser dayne alîyekî. Di vî warî da wezîfa wergêr çi ye? Heta kîjan derecê zimanekî biyanî dikare xwe berde nav zimanê me? Li ser babetê gelek gengeþîyên nivîskî hene, em ê hin ji wanan wergerînin kurdî û car-caran biweþînîn. Eger em bi awayekî giþtî çend krîterên wergereke baþ, (ku îro zanista wergerê bêtir gring dibîne) dîyar bikin:

-Divê werger berî her tiþtî maneya teksta orîjînal rast ragihîne, dûra stîlîtîk be.
- Zimanê wê heqîqî, yanî îdîomatîk be.
- Bi tesîr be.



Têbinî û çavkanî:
Ev nivîs di sala 1998a da di ROJA NÛ hejmara 94a da hatîye belavkirin.

(*) "Eqîdayî Kurdî" ya Mewlana Xalid Neqþibendî Þarezûrî (1779-1827), "Mewlûdname" ya Þêx Huseyn Qazî (1790-1869),"Adet û Rusûmetnameya Ekradîya" û "Tavarîx-i Qadîm-i Kurdistan" yên Mela Mehmûdê Beyazîdî (1779-1858) û "Peymana Nû" ku wergera temamîya Încîlê ya bi kurdî ye.Ji zimanê ermenî hatîye wergerandin. (Bnr. Pexþana kurdî ya hunerî, Ferhad Shakelî, 1995, Roja Nû hej. 42, 1995).
- Från källspråk till målspråk,Runo Ðngo, 1991 Lund
-Fînlands Lîtteratur Kai Laitinen, 1988 Helsînkî
- Översättarens uppgift, Respublica 12, Walter Benjamin,1989 Stockholm
- Att Översätta böcker, Carl G Liungman 1991 Malmö

 
© 2000-2001 ROJA NÛ