Sê þairên kurd yên mezin di þiêra dîwanê da:

Fuzûlî, Nefî, Nabî (*)

M E H M E T  B A Y R A K

Di împaratorîya Osmanî da ku gelek welat û gel di nav xwe da digirt, bi sedan (nêzîkî 900-î) þairên dîwanê hatine û çûne. Ji 30 þairên ku navê wan di antolojî û ansîklopedîyan da derbas dibin, tenê çend kes ji sînorê welatê xwe derketine û navê wan belav bûne, hatine naskirin û heta niha jî tên zanîn.

Ji þiêra dîwanê, sê navên bijarte yên ku  di vê kategorîyê da cî girtine bi eslê xwe kurd in: Fuzûlî, Nefî, Nabî.

Nefî

Nefî di navbera salên 1572-1635´a da jîyaye. Navê wî yê rastî Omer e, ji Erzurumê ye. Paþê çûye Îstenbolê û li wêderê di karên dewletê da wezîfe standine. Lê ji ber rexne û gazinên xwe gelek caran têkilîyên wî û serwêran xirab bûne, û dawîyê da ew xeniqandine. Digel zimanê kurdî û osmanî, wî zimanê farisî û erebî jî baþ zanibûye. Bilî dîwanên wî yên osmanî û farisî, bi navê Sîham-i Kaza (Tîrên qedayê) berhevokek wî ya hîcîvan jî heye. Kesekî ku ji alî Nefî va hatîye hîcîvkirin, ji bo ku Nefî xirab nîþande wî bi bûyîna (kurdê pîs) tawanbar dike:

Nef’î-yî rû-sîyehîn

nîydü€ünü hep bîldîk

Kendî çîngene dîr ama babasi Kürd-î pelîd

Nabî

þairekî din ê naskirî û bi eslê xwe kurd Nabî ye. Navê wî yê rastî Yûsif e û ji Ruhayê (Ûrfa) ye, di navbera salên 1642-1712’ a da jîyaye. Ew jî wek Nefî diçe ‹stenbolê û di hinek karan da wezîfe digre, lê piþtî demekê ji wir diçe li Helebê bi cî dibe û beþekî mezin ji jîyana xwe li wir derbas dike. Bilî Dîwana Osmanî, bi navê Hayrîyye û  Sûr-name du mesnevî, û bi navê Tûhfetu’l-Harameyn  gernameyeke wî heye. Ev berhema dawîn behsa çûyîna wî ya Hîcazê dike.

Fuzûlî

Yek ji þairên  þiêra Dîwanî ya Osmanî, ên herî mezin, belkî ê yekemîn tê qebûlkirin Fuzûlî ye. Di tezkîreyên osmanî da  bi navê Fuzûlî du þair hene. Ji vana yê ku ne meþhûr e, ji qeza Dîyarbekirê Çermîkê ye û navê wî yê rastî Ahmed e.

Lê ewê ku em li vira behsê dikin; Fuzûlî-î Bexdadî ye, navê wî yê rastî Mihemed e, texmînen di navbera salên 1495-1556’a da jîyaye.

Derbarî eslê wî yê etnîkî da gelek dîtinên cuda hene. Clément Huart -ku rohilatnasekî bi nav û deng e,  Dîroka Bexdayê (Hîstorîe de Bagdad) û  Ansîklopedîya îslamî da  gelek maddeyên li ser Rohilatê nivîsîye, di van herdu cîyan da Fuzûlî  weha dide naskirin: (türkîscher Dîchter kurdîscher Abkunft, aus Bagdad) ango þairê tirk ê bi eslê xwe kurd û xelkê Bexdayê. Dîsa orîantelîstê ûris ê bi nav û deng Krimskîy û  kurdologê meþhûr Mînorsky rave dikin ku Fuzûlî bi eslê xwe kurd e. Lê, di serî da Prof. Fuad Köprülü, dîrokzanên edebîyata tirk, wî ji alî etnîkî va wek tirk didin nasandin. Lê di Dîwana Farisî ya Fuzûlî da, ya ku wergerandine zimanê azerî, di vê rêzê da tirk wek kesên “xûy xirab“ tên wesifkirin:

“Atlanip ol Türk-î bed-xu eyledî azm-î þîkar.“ (Bnr. Fuzûlî`nîn Eserlerî, Cild:1, Bakû 1995, Rûpel:321.)

Carekê divê em vî tiþtî zelal bikin; digel ku  ew li Kurdistan, Îran, Azerbêcan û li Anatolyê di nav Alewîyan da gelekî belavbûyî û xwedî rûmet  e û heta tê qebûlkirin ku yek ji heft þairên mezin yên e`lewîyan e; dîsan jî dîrokzanên edebîyata tirkî heta van demên dawî jî qebûl ne dikirin ku ew e`lewî ye.

Her çend þair Fuzûlî wek Bexdayî tê zanîn jî, lê esasen li ser erdê Mezopotamyayê li Hîlleyê hatîye dinê û beþekî mezin ê jîyana xwe li wir derbas kirîye, ev yek rastîyeke e bê þik û guman e. Çawa ku îro piranîya þair û nivîskaran li bajarên kulturê yên wek ‹stenbol û Anqarê dijîn; wê çaxê jî þair û nivîskar li navendên îdarî û kulturî kom dibûn. Çawa ku Nefî û Nabî ew axa ku lê bûne hîþtine û çûne bajarên wek ‹stenbol û Helebê, Fuzûlî jî piþtî Hîlleyê çûye li bajarên wek Bexda û Kerbelayê jîyaye, û dûra êdî wek Bexdadî hatîye naskirin.

Tezkêrevan Sadikî Sadik Bey Avþar, di tezkîreyeke xwe ya bi navê Mecma’l -Havas, ya bi tarîxa 1598`a da dinivise ku þairê me ji eþîra Bayat e. Hurþît Efendîyê  ku ew herêm tetqîq kirîye, di berhema xwe ya bi navê Seyahatname-î Hudud  da dinivîse ku  li wê herêmê di nav kurdan da eþîrek heye bi navê Bayat. Bi rastî jî di nav belgeyên kurdolojîyê da tê dîyarkirin ku di nav eþîrên Kurdistana navîn da bi navê Bayatî eþîrek heye. (Bnr. M. Îzady: The kurds, r.82). Li hember vê hizrê Köprülü îddîa dike ku “Bayat eþîreke Oxûzan ya kevn û pir mezin e“.

Fuzûlî bi zimanên osmanî, farisî û erebî gelek þiêr nivîsîne, di hersê zimana da jî xwedî dîwan e, lê piranîya berhemên wî bi farisî ne. Beng û Bade, Haft Cam (Sakîname), Rind û Zahid, Husn û Aþk (Sihat û Marûz) Enîsu’l-Kalb, tenê çendek ji wan in.  Ji qirnê XVÎ. þûnda, zimanê farisî wek zimanê edebî li pêþîya  zimanê kurdî bûye. Ev rastîyek e ku em hemû pê dizanin. Rastîyeke din jî heye, ku Köprülü jî destnîþan dike: “ Di sedsala XVÎ ´ a da, di nav kurdên  tehsîl û terbîyegirtî da kesin derketine ku di bin tesîra xurt ya zimanê tirkî da mane û bi tirkî þiêr nivîsandine, mesela ji Tezkîreya  Aþik Çelebî û fierefnameya fierefxanê Bitlîsî em agahdar dibin.“ (Bnr. M. F. Köprülü: mad. Fuzûlî îslam ans)

fiair Fuzûlî yê ku di bin tesîra mezin ya kulturên ‹ran û Mezopotamyayê da maye û ji hukumdarê Safevî yê bi eslê xwe kurd þah Îsmaîl Hatayî, û ji walîyê Bexdayê Îbrahîm Xan ra - ê ku ji eþîreke kurdên Mûsûlê ye, û ji gelek kurdên din ra  pesinname nivîsîne, gelo çênabe ku ew jî bibe yek ji wan þairên kategorîya jorîn? Piþtî maqaleya Fuzûlî em dîna xwe bidin ser“Luxata Manzûm ya Tirkî-Farsî“ hingê wê baþtir dîyar bibe ku bi rastî jî pêwîst e mirov bi awayekî berfireh bifikire û ramanê baþtir cî bi cî bike. (Bnr. Fuzûlî ve Leyla ve Mecnûn, UNESCO yayini, 1959).

Ji van çend rêzên ku em ji vê ferhengoka manzûm didin, xweþ dîyar dibe ku Fuzûlî berhemê çi bêndereke kulturê ye:

Yer zemîn gök asman gün aftab u ay mah

Rûz gündüz gece þeb ulduz sîtare söz suhan

Îldurum berk bulut ebr est damar mîçekîd

Geceler þebha vû baran ya€iþ u banga bemen

Tiþtekî xuya ye ku Fuzûlî li navçeyeke wek Mezopotamyayê ku lê gelek kulturên cuda yê têkilhevbûyî da gihîþtîye, þairekî tirk ê bi eslê xwe kurd e. Ji vî alî va Mewlana  çiqas tirk e, Fuzûlî jî ewqas kurd e...


(*) Hêvî, 31 Gulan-hezîran (hejmar 28)

Wergerandina ji tirkî: Haluk Öztürk

 
© ROJA NÛ 2000-2004