Kakilê
edebîyata kurdî
ya
nivîskî(*)
PROF: ZERA ÛSIV
Zordestî û neheqîyên ku bi
sal û zemana hatine serê gelê kurd û Kurdistanê
nebûne asteng, ku ev gelê qehreman keda xwe bike
nav pêþketina edebîyata Rohilatê û herwaha temamîya
Asîyayê. Gelek lêkolînerên Awropayê, xwesma Rûsîyayê
û Sovyetistana berê, xebatên giranbuha nivîsîne
derheqa mîrata kurda ya çande û edebîyatê da.
Hêja ye em navê wan rohilatzanên
bi nav û deng bidne rêzê, ku bi saya berhemên
wan cîhan bi “reng û dengê“ kurda hesîya: O. Mann,
M. Hartman, A. Lecoq, P. Lerch, A. Jaba, V. Mînorsky,
B. Nîkîtîn, X. Abovyan, akadêmîk N. Marr û ‹.
Orbelî, usa jî Qanatê Kurdo, M. Rudenko
û yên mayîn.
Hela sala 1911-a rohilatzanekî bi dereca hemcîhanê
N. Marr di xebateke xwe ya zanyarî da derheqa
kemala çanda kurda di nav dîroka Asîya Pêþ da
nivîsî ye, li ku qala malbetên kurda dike, yên
ku ne tenê serleþker û sîyasetzanên bi nav û
deng, lê herwaha gelek zaneyên di dereca ulm,
çande, hunermendî û ruhanîyê da jî dane, ku mixabin
di dîroka Rohilatê da wan wek nonerê gelên mayîn
hesibandine. Kûrfikirîna wê xebata N. Marr di
van xeta da ne:
“Di dîroka Asîya Pêþ da kurd berê jî, niha jî
faktoreke serbixwe ne û bı hêza xwe ya mexlûqetîyê-çande
va ber tu miletekî der-dorê xwe danaxwin“.
Hema li wan dema bû, gava edebîyata Roavayê da
ew bîr-bawerîya þaþ carna bi hewar-gazî “serê
xwe bilind dikir“, ku kurd miletekî bê çande û
edebîyat e.
***
Sernivîsara vê gotara min aqareke (berfirehî)
mezin hildigre nav xwe, lê ez ê tenê li ser dîroka
edebîyata kurdî ya nıvîskî dı sedsalên
navîn û pevgirêdanên wê bi edebîyata gelên Piþkavkazê
yên wê demê rawestim.
Derheqa edebîyata kurdî ya
kevnare da, ku heta niha jî bi destnivîs hene,
li çend welatên cîhanê berevokên cihê-cihê çap
bûne. Yek ji wan berevoka ya M. Rudenkoyê
ye, ya ku tê da destnivîsarên giranbuha hene û
ew li Pirtûkxana Rûsîyayê ya miletîyê, di para
Sankt-Petersburgê ya Enstîtuya Rohilatzanîyêye
Rûsîyayê da têne parastin. Berevokeke mayîn ya
destnivîsarên kurdî ya zimanzan Kemal Fûad e,
ku sala 1970-î li Wîsbadenê (Almanya) hatîye çapkirinê.
Derheqa çend destnivîsarên kurdî
da usa jî zanyar Ç. Riyê li “Kataloga destxetên
Farisistanê“ ya sala 1881-ê da çapbûyî da qal
dike. Lê wek ku çavkanîyên kurdî û yên
mayîn dibêjin, para mezin ya mîrata kurdaye destnivîsar
di koleksîyonên þexsan da nin, ku zanyarî hela
gerekê lê vegere û cîhanê zendegirtî bihêle.
Edebîyata kurda ya pir sedsala,
ku rêke sext û taybetî ra derbaz bûye, bi zaravên
kurdî yên cihê-cihê va hatîye sazkirinê. Perçebûna
Kurdistanê bûye asteng li ser riya zimanê kurdîyî
lîtêratûrî yê yekgirtî. Lê bi
vê ra tevayî çend zaravên kurdî di perçên Kurdistanê
yên cihê-cihê da û demên cuda-cuda da statuya
zimanê lîtêratûrî wergirtine û ji wan zarava yên
bingehîn zaravên kurmancî, goranî û soranî bûn.
Û bi van zarava edebîyata dewlemend û pircûre
heye.
Wek ku serkanî didine xuyakirin, edebîyata kurdî
xwesma di dewrana sedsalên navîn (sedsalên XIV-XVII)
gulveda, gava li ser axa Kurdistanê mîrîtîyên
kurda, hema bêje yên serbixwe hatibûne damezirandinê,
yên ku roleke mezin lîstin di nav karê pêþketina
çanda kurdî bi tevayî. Navbendên
edebî yên sereke li Kurdistana sedsalên navîn
mîrîtîyên Hekarîyê, Cizîrê, Bitlîsê, Erdelanê
û Baban bûn. Bi bawerîya zanyara ji wana
edebîyata here kevnare ya bi zaravê kurmancî ye.
Edebîyata kurmancî ya sedsalên navîn, ku himberî
zaravên mayîn hindik e, an jî kêm gihîþtîye rojên
me, piranî berhemên þayîrtîyê yên ruhanîyê-fîlosofîyê, sofîtîyê
û nazdarîyê (lîrîkîyê) ne. Ji bo nimûnê: “Þêx
Senan“-a Feqîyê Teyra (sedsala XIV), “Zembîlfiroþ“-
sedsala XV (sertaca poêzîa bajarî, ku nivîskarê
wê ne dîyar e), “Dîwan“-a Melayê Cizîrî (sedsala
XVI), “Yûsif û Zelîxa“-a Selîm Silêman (sedsala
XVI) û destana Ahmedê Xanî ya romantîkîyê “Mem
û Zîn“ (sedsala XVII). Di sedsala
XVII da poêmeke þervanîyê jî li ser axa Kurdistana
‹ranê xuliqî ye, ku derheqa serhildana kurda ya
di dema serokatîkirina Þah Abbas da ne. Xudanê
destanê ne dîyar e.
Bi zaravê kurmancî edebîyata
ruhanîyê (olî-dîndarîyê) jî pêþ ketîye. ‹zbatîya
wê yekê ew herdu pirtûkên pîroz yên kurdên êzîdî
ne - “Meshefa Reþ“ û “Cilwa“, ku bi bawerîya zanyara
li sedsalên XII-XIII da hatine nivîsar, û ew hetanî
niha jî hene.
Bi pêþketina edebîyata bi zaravê
kurdîya bakûr (kurmancî) ra tevayî edebîyata bi
zaravê kurdîya baþûr - goranî jî pêþ ket, ku rola
wê wek zimanê lîteratûrî li piranîya Kurdistana
Rohilatê gelek bû. Edebîyata bi zaravê
goranî xwesma di sedsalên XII hetanî XIX gelekî
gulveda û dewlemend bû, gava mîrîtîya kurda ya
Erdelanê hevt sedsala ser hev xweyî-xudanê axa
kal û bava bû. Zanyar di nav helbestvanên herî
bi nav û deng, ku bi goranî nivîsîne, pirtir navê
van kesan bîr tînin: Mela Perîþanî Kurdî (sedsala
XIV), Bêsaranî (sedsala XVII), Xanayî Qubadî (sedsalên
XVII-XVIII), Komasî (sedsala XVIII), Welî Dêwane
û Mewlewî (sedsala XIX).
Derheqa biþkivîn û gulvedana
þiêra nazdarîyê da li mûzeya Brîtanîyayê antolojîyak
heye, ku tê da 27 destnivîsarên afrandinên bi
zaravê goranî hene. Ji van þairan helbestên
7 kesan di sala 1921-ê ji alîyê Rohilatzanê ‹ngilîz
Soan da li gotara “Antolojîya kurt ya poêzîa bi
zaravê goranî“ hatine çapkirinê.
Bi goranî, wek ku bi kurmancî,
poêzîa êpîkîyê ya dewlemend jî hatîye sazkirinê,
ku bingeha wê ji çavkanîyên zargotina kurda ya
pirawazî tê. Destanên romantîkîyê jî hatine parastin,
wek “Þîrîn û Xusrew“-a Xanayî Qubadî, “Leyl û
Mecnûn“-a Mela `Ulluw, “Xurþîd û Hewar“, ku xudanê
wê ne bêlî ye, û yên mayîn. Xwesma edebîyata
ruhanîyê gelekî pêþ ketîye, ku piranî derheqa
ulmê “Ehlî-heq“ da ne û piranîya wan kurd bûn.
Bi dû hilanîna hukumê Erdelanê
ra, îdî ji nîveka duda ya sedsala XIX edebîyata
bi zaravê kurdîya xwerû - soranî pêþ ket, gava
navbenda jîyana kurda ya sîyasî û çandî ji Mîrîtîya
Erdelanê warguhêzî Mîrîtîya Baban bû û paytextê
wê jî Suleymanî bû. Edebîyata bi zaravê soranî
ya klasîk di sedsalên XVIII-XIX da çar helbestvanên
mezin dane: Nalî, Salîm, Kurdî û Hacî Qadirî Koyî.
Bi zaravên kurdî yên mayîn jî edebîyata dewlemend
heye, wek, bi zaravên hewremanî û mukrî, ku hela
rind ne hatine lênihêrandinê. Lê edebîyata
bi zaravê kurdî yê zazakî (dimilî) bawerbikî (hema
bêje) qet ne hatîye vekolandin.
Gerekê bi xusûsî bê destnîþankirinê,
ku edebîyata kurdî ya wan dema “kanîya xwe ji
dewlemendtîya zargotina gel hildiçinî“ û ew pareke
kultura sedsalên navîn ya Rohilata Pêþ bû. Ev
yek nîþan dide, ku ji bo edebîyata kurdên Piþkavkazê
îdî bingeheke xurt hebû bona
pêþketinê. Lê ew edebîyat di
warekî êtno-kulturî yê xerîb da, di rêke dijwar
ra derbaz bû (ji çêkirina herfên teze bigre hetanî
sazkirina naveroka bi îdeolojîyeke nuh), bû pareke
edebîyata Sovyetistanê. Di nava edebîyata
kurdên Sovyetistana berê da kurdên Ermenîstanê
rola sereke dilîstin, ku di nav wan da helbestvan
û nivîskarên bi nav û deng derketin û navê wan
ji kurdên derva ra eyan e. (Erebê
Þemo, Wezîrê Nadirî, Sehîdê ‹bo, Hecîyê Cindî,
Casimê Celîl, Þikoyê Hesen û yên mayîn). Edebîyata
kurdên Gurcistanê û Azirbêcanê sisttir pêþda çû.
Edebîyata kurdên Piþkavkazê,
ku di nav govek û qalibê edebîyata Sovyetî da
pêþda diçû, dîsa jî pevgirêdana kûr bi edebîyata
miletîyê ra parast. Ji bo nimûnê, li wira gelek
berhemên edebîyata kurdî ya sedsalên navîn hatine
çapkirinê û bi zimanên mayîn jî hatine wergerandinê,
gelek nimûnên folklora kurda hatine weþandinê.
Lê niha edebîyata kurdên Sovyetistana berê
rûyê paþmayînên Perestroyka da ketîye tengasîyê
û hema bêje “serê xwe danîye ax-berên sar“.
Gava em derheqa tevgirêdan û hevhûnandina edebîyata
kurdî ya sedsalên navîn bi edebîyata gelên Piþkavkazê
da dipeyivin, gerekê bidne ber çava, ku edebîyata
kurdî bi tevayî hela hê rind ne hatîye lênihêrandinê
û hela cîyê wê di nav cêrga edebîyatên gelên Rohilatê
da gerekê bê kivþkirinê. Lê dîsa jî em dikarin
bêjin, ku di nav edebîyata kurdî ya sedsalên navîn
û ya gelên Piþkavkazê da pevgirêdaneke ne dîyar
heye, ji ber ku naveroka afrandinên wan ji “kanîyekê
av vexwerine“ û bi reh û koka xwe va diçin-digihîjine
heta sedsalên navîn.
Ji bo nimûnê, naveroka poêma kurdî “Leyl û Mecnûn“,
ya ku ne tenê li Piþkavkazê, lê herwaha li seranserê
Asîya Pêþ belabûyî ye, piranîyê li ser bingeha
destana þayîrê azerî yê bi nav û deng Nîzamî Gencewî
hatîye sazkirin. Lê di þaxê
wê poêmê yê kurdî da, bilî mînanîhevbûnê, çend
dîdem û detayên ji ya Nîzamî cihê hene. Bi bawerîya
M. Rudenkoyê, ew yek ji wê tê, ku bal kurda varyantên
vê destanê yên folklorî hîn kevintir in. (M. Rudenkoyê
ra li hev hatîye 10 varyantên wê berevke û lê
bikole). Û ew varyant, xuya ye, bona Herîs
Bîtlîsî bûne serkanî.
Em bidne kivþê, ku ew poêm xwesma li bal kurdên
Piþkavkazê, Tirkîyê û herwaha Xorasanê û Kêrmanþahê
(paytextê Kurdistana ‹ranê yê berê) belavbûyî
ye.
Naveroka berhemeke mayîn ya edebîyata kurdî ya
sedsalên navîn - destana Selîm Silêman “Yûsuf
û Zelîxa“ (sedsala XVI), ku li Rohilata Nêzîk
gelekî navdar e, ber dilê hemû kurda jî ezîz e,
nav wan da kurdên Piþkavkazê. Gelek vêrsîyayên
vê destana navdar hene û naveroka wê ser bingeha
încîlîyê-quranê hatîye sazkirin. Di
nav wan da yên berbiçav yên Fîrdowsî û Camî ne.
Lê di þaxa kurdî da nîgarên van herdu poêmên farisî
jî hene. Lê bi vê yekê ra tevayî, wek ku
Rudenkoyê daye kivþê, þaxên kurdî bi naverok û
kompozîsyona xwe va diha nêzîkî þaxên tirkî ne
(Alî û Þayed Hemze).
Poêma “Þêx Sanan“ jî ya þayîrê kurda yê bi nav
û deng di sedsalên navîn da - Feqîyê Teyra, ji
alîyê pevgirêdanên edebîyata kurdî bi edebîyatên
gelên Rohilatê ra, berhemeke hewaskar e. Bi
bawerîya edebîyatzana, ew berhema derheqa þêxê
kal û keçika xaçparêz da di dewrana sofîzmê da
ji nav wargê miletên îranî derketîye.
Çend vêrsîyayên vê destanê
hene. Ya herî kevin ya þayîrê faris Ferîd-ed-dîn
Etar e (sedsala XII), pey ra jî yên Elîþêr Nevoyî
(sedsala XV), Vaxtang Gîlyanî (sedsala XIX) û
Huseyn Cewîd e (sedsala XIX-XX). Bi gotina M.
Rudenkoyê, ku destana Feqîyê Teyra bi rûsî çap
kirîye, di vêrsîyayên farisî da evîna mîstîk û
sofî serdest in, lê ya Feqîyê Teyra da evîna rastî
bi hêz e.
Di nav edebîyata kurdî ya klasîk da cîyê destana
Ahmedê Xanî “serê jorîn e“ û ew tê hesibandinê
wek sertaca helbesta kurdî. Akademîk ‹. Orbêlî navê Ahmedê Xanî danîye rex navê Fîrdowsî
û Þota Rûstavêlî û herwaha nivîsîye:
“Ne hemû miletên Rohilatê,
belkî kêm ji wana dikarin bi mîrateke wek “Mem
û Zîn“-a Ahmedê Xanî ya bi kultura bilind va serbilind
bin. Berhema Ehmedê Xanî ber romana fransî
(sedsala XIII) “Trîstîan û ‹zolda“-yê danaxwe“.
Himberîhevkirina van berhema, ku bi hinek alîyan
da bi naverokê diþibine hev, me tîne ser wê bawerîyê,
ku edebîyatên Roavayê û Rohilatê ser hev da “kalyane“.
Eva îdî temake mayîn e, ku ji çarçova nivîsa
me der e.
Ez bi navê Ahmedê Xanî yê pîroz, ku gulvedana
edebîyata kurdî ya sedsalên navîn bi navê wî ra
girêdayî ye, vê gotara xwe bi dawî tînim.