JI BO HER KESEKÎ KU DIXWAZE
MEREM Û DAXWAZÊN XWE BI NIVÎSKÎ
BÎNE ZIMAN

 

 
Ji bo xatirê xwendevanan-Sîgge Ågren
 

Hêsan binivîsîne ku rehet bê xwendin...
"Ji bo xatirê xwendevanan" navê kompendîumeke rojnamevanê swêdî Sîgge Ågren e. Ågren bi salan wek þef-redaktorê rojnameyeke mezin (Expressen) xebitîye. Di dîroka rojnamegerîya Swêdî da navekî pir naskirî ye. Wî piþtî xebata xwe ya salan, zanîn û tecrubeyên xwe di pirtûkeke piçûk da kom kirîye û daye weþandin. Ev berhema wî wek materyalekî dersê, di zanîngehên bilind da, di beþê zimanê swêdî û rojnamevanîyê da jî tê xwendin. Têda ji bo kesên nivîskar, rojnamevan û her kesekî ku dixwaze merema xwe nivîskî bîne zimên, gelek þîret û agahdarîyên kêrhatî hene.

Ågren ji peyvan bigire heta hevokan, ji sernivîsa miqalekê bigire heta þêweyên nûçe nivîsandinê gelek mijarên cuda digire destê xwe û þirove dike. Li vê derê herwisa pirsên rêzmanê jî cîhekî giring digirin. Nivîskar bi gelek nimûneyên cuda va dîtinên xwe raberî xwendevanan dike. Ew di dawîya pirtûkê da dîtin û þîretên xwe bi kurtebirî dicivîne ser hev û pêþkêþî meslektaþên xwe dike. Me beþekî wê wergerandine kurdî û li vê derê pêþkêþî xwendevanan dikin. Tevaya pirtûkê me wernegerand ji ber ku piranîya nimûneyên wê ji rojnameyên swêdî hatine girtin, û di gelek halan da xusûsîyetên zimanê swêdî tên þirovekirin.

Digel vê em bi firehî cîh didine dîtin û agahdarîyên ku wî derheqa dirêjaya hevokan da nivîsîne.

Em wisa hêvî dikin ku gelek rojnamevanên kurd yên nûgihîþtî jî wê bikaribin ji zanîn û tecrubeyên vî meslektaþê xwe kelkekê wergirin.

10 þîret ji bo kesên nivîskar û rojnamevan

1- Divê tu ji xwe zehftir ji xwendevanê xwe hez bikî!

Ji bîr neke ku tu ji bo xwendevan dinivîsî. Ne ji bo xwe û hevalên xwe.

2- Divê tu peyvên (kelîme, bêje) xwe rast bibijêrî!

Ji bîr neke ku peyveke kurt ji yeke dirêj çêtir e, dema herdu jî di eynî maneyê da bin.

3- Hewcedarîya bîhngirtina xwendevanan wek pîrozbahîyekî qebûl bike!

Ji bîr neke ku danîna noqte (.) ne tiþtekî fedîkirin û þermê ye. Hevoka (cumle) ku xwendina wê hêsa ye, kêm caran ji 20 peyvî zêdetir dibe.

4- Þerefa zimanê zikmakî yê xwendevanên xwe bilind bigre!

Peyvên wisa bi kar bîne ku xwendevanên te jê fehm bikin. Gotin û peyvên zimanê makî tercîh bike.

5- Hewes û înteresa xwendevanan neþkêne!

Hîna di destpêka nivîsê da bala xwendevanan bikiþîne ser nivîsê. Lê dûra jî miqala xwe bi gotin û hevokên vala û bê agahdarî newerimîne.

6- Fikran li hevdu siwar neke!

Bila di nivîsa te da, fikir li hev siwar nebin. Berê fikrekî temam bike, paþê dest bi yeke din bike. Eger gelek tiþtên te yên gotinê hebin, tevî di carekê da nebêje.

7- Berê bi xwe baþ hîn bibe paþê binivîse!

Ji bîr neke, xwendevanên te bi giþtî ne pispor in. Loma peyvên pisporîyê yên ku tu bi xwe jî maneya wan baþ nizanî bi kar neyne.

8- Xwe ji þahidîya sexte dûr bigre!

Divê hertim di bîra te da be, ku tu wekîlê xwendevanên xwe yî. Xwendevanên te dixwazin bizanibin ka çi qewimîye. Ne ku tu çi texmîn dikî.

9- Ji þexsî-bûyînê netirse!

Di nivîsê da xebitan-dina pronavên þexsan wek ez , tu, ew, em, hûn, ewan serbest e.

10- Ji guhdarîkirina xwe netirse!

Dema ku tu nivîsa xwe ji xwe ra bi deng bixwînî, ev dikare alîkarîyeke mezin bide te. Hingê tu dikarî peyv û hevokên zêde û bêkêr jê derxînî.

Li ser hevokên kurt û dirêj:

(..)

Hevokên (cumle) dirêj zû dikarin tevlihev û aloze bibin. Loma divê tu baþ dîqet bikî eger mêyla te li ser nivîsan-dina hevokên dirêj be. Di nivîsarekê da dirêjaya hevokê = jimara binavincî (ortalama)ya peyvan ku ji serê hevokê ra dikeve, sal bi sal di gelek zimanan da kêmtir dibe. Ev guhartin bi pêþketin û belavbûna xwendinê ra diqewime. Lêkolînan heta nuha ev tiþt nîþan dane.

Va ye ji te ra þêweyekî pîvandinê: Dema ku hevokên te binavincî ji 19-21 peyvên dirêj derbastir kir, divê haya te jê hebe ku tu hevokên xwe aloze dikî.

Ku tu hevokên xwe zêde kin bikî û daxînî binê binavincî 10 peyvan, ew jî nebaþ e. Tu dîsa ji xwendevanan ra dijwarîyê derdixînî.

Vî qaîdeyî ji bîra xwe dernexe, ew ne tiþtekî beredayî ye.

Hevokên dirêj, eger bi mantiqî hatibin lêkirin, dikarin rîtîm û guhar-tinê bidine nivîsa te.

Hevokên pir kurt, xasma di destpêka nivîsê da dikarin hêz û balkê-þîya nivîsê zêdetir bikin.

Mirov dikare di nivîsekê da dereca zorbûna xwendinê bipîve

Mirov dikare bipîve ka xwendina nivîsekê çiqasî zor e. Hîna di salên 40-î da zimanzanekî amerîkanî barometreke xwendebarîyê çêkir. Li gor wî dirêjbûna peyvan û hevokan, bi awayekî mekanîk xwendina nivîsekê dijwar dike. Lê vê barometrê derbarî jê ser-waxtbûna nivîsekê da tu agahdarî nedida.

C H Björnsson li Navenda Pedagojîk ya Stockholmê di salên 60-î da endekseke xwendebarîyê a nuh hazir kir. Lê ew jî dirêjaya peyvan û hevokan wek bingeh digire.

Eger tu bixwazî xwendebarîya nivîseke xwe, yan jî miqaleyeke xwe bipîvî, dikarî vê endeksê bi kar bînî. Bi vî awayî tê bikaribî nivîsa xwe kontrol bikî da ku di destpêkê da bi þêweyekî zor nenivîsî. Lê helbet tu nikarî tiþtên fakta û beþên din yên muhîm bi vî awayî bipîvî.

Weha bike:

Eger ji bo nivîsên kurt be (mesela ku ji 1000 peyvî zêdetir nebe) hingê tu dikarî tevaya nivîsê bipîvî. Nivîsên dirêj jî tu dikarî parçe-parçe bipîvî.

a) Bijmire çend peyv hene. Jimar û kurtaya peyvan jî wek peyv tên jimartin. Mesela 1632 peyvek e. Kurtayî ji hev tên cudakirin. Ûhwd (û her wekî din) dibe çar peyv, lê peyvên wek DAY ku peyvên sertîp in (Dewletên Amerîkayê ên yekbûyî) wek peyvekê tên jimartin. Du peyvên ku bi xêzikê (-) bi hev va hatine girêdan ew jî wek yek peyvekê tên jimartin (swêdî-îngîlîzî).

b) Peyvên dirêj bijmire. Yên ku ji þeþ tîpan (herf) zêdetir têda hene, ew wek peyvên dirêj tên pejirandin. 20 (bîst) peyveke kurt e. 15 (panzdeh) peyveke dirêj e.

c) Jimara peyvên dirêj li ya temamîya peyvan parveke. Paþê bi 100-î va li hevxe. Ev wê jimara ji serê sedî (%) ya peyvên dirêj bide xuyakirin, ku ew jî pîvaneke baþ e bo dîyarkirina dirêjayîya peyvan (dp).

d) Hevokên nivîsê bijmire.

e) Jimara temamîya peyvan li ya hevokan parveke. Ev jî binavincîya dirêjayîya hevokan (dh) dide (ji serê hevokê ra binavincî çend peyv dikeve).

f) Dp û dh li hev zêde bike. Yekûna wan bi jimara grover binivîse. Ev qîmeta di destê te da xwendebarîyê dîyar dike. Em ji vê jimarê ra dikarin bibêjin "Xwendeks". Te nivîsa xwe li xwendeksê xist.

Xwendeks weha tê þirovekirin:
Xwendexs
20-25 Nivîsên weha gelekî hêsa ne, wek pirtûkên zarokan
30-35 Hêsa.
Di hin nivîsên edebî da nîþaneke baþ e bo nivîskar.
40-45 Nîvçe.
Eger xwendex ji vê bilindtir be, hingê gelek kes wê bi dijwarî bikaribin wê bixwînin.
50-55 Zor.
Bêtir di nivîsarên resmî da.
60 Pir zor.
 
DEH ÞÎRET JI BO NIVÎSKAR Û ROJNAMEVANÊN NÛGIHÎÞTÎ Û HER KESEKÎ KU DIXWAZE MEREM Û DAXWAZÊN XWE BI NIVÎSKÎ BÎNE SER ZAR Û ZIMAN

Ev nivîs berê di ROJA NÛ hejmara 84an (sal 1995) da hatiye weþandin. Ji ber ku babeteke her wext aktûel e, em li vir careke din pêþkêþî xwendevanên xwe dikin.

Wergera ji zimanê swêdî:
Haluk Öztürk

© ROJA NÛ 2000-2001