Dema
di salên 70-yî da li nav welat hiþiyarbûna neteweyî
û çînî bi lez pêþda diçû, hingê karker û xwendekarên
kurd li dervayî welat jî dest pê kirin xwe di komeleyan
da rêz kirin, û piþtgirî dane tevgera azadîya gelê
Kurd. Wan li hember zilm û zordestîya neteweyî dengê
gelê kurd bilind kirin. Ne tenê li Swêdê, hema bêje
li hemû welatên Awrûpa Roava komeleyên
KOMKAR hatin avakirin. Wan li dijî dewletên kolonyalîst
li dervayî welêt cepheyeke têkoþînê vekirin. Xasma
piþtî ku komeleyên karkerên kurd li Almanyayê di
sala 1979an da, gihîþtin hev û Federasyona Komeleyên
Kurdistan KOMKAR sazkirin, tevgera welatparêz ya
li dervayîwelat kete qonaxeke nû ya pêþketî.

Bi
kurtî li ser kar û xebatên
KOMKAR-Swêdê:
KOMKAR-Swêdê
di vî warî da hîna di salên pêþîn da xebatên gelekî
hêja û berbiçav kirin. Ji bo danasîna gelê Kurd,
welatê wî, doza wî ya heq bê westan xebitî. Rûyê
rastî yê dewleta tirk a kolonyalîst eþkere kir ji
raya giþtî ra. Wê ji tevgera azadîya gelê kurd ra
gelek dost û alîkar peyda kirin. Helbet piþtgirîya
KOMKAR`ê ne tenê ji bo gelê me yê Kurdistana Bakur,
lê her usa ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bû, û
îro jî usa ne. Di nav van bîstûsê salan da, KOMKAR-Swêdê
carina bi hin komeleyên din re tevayî, carna jî
bi tenê gelek çalakîyên curbecur kirine. Bi dehan
car meþ, mîtîng û civîn saz kirine. Bi hezaran belavok,
afîþ û bultenên înformasîyonê belav kirine.
KOMKAR-Swêd,
wek komeleyeke demokratîk ji mihacirên kurd ra her
tim bûye dergehekî alîkarîyê. Her wext lokala wê
hebûye. Li wê derê însanên me civîyane, hatine ba
hev li ser pirsên welat, li ser jîyana xerîbîyê
guhdarîya hevdu kirine, ji bo pirsên xwe yên rojane
alîkarî xwestine, tev li xebatên komelê bûne.
Komelê,
di gel çar komeleyên din, di gulana 1981-an da cara
pêþin FEDERASYONA KOMELEYÊN KURDISTANÊ LI SWÊDÊ
avakirîye.
KOMKAR-Swêdê
giringîyeke mezin daye xebatên ser ziman û çanda
kurdî. Ew ji zûda bûye navendeke çanda kurdî.
KOMKAR-Swêdê
ji sala 1978an heta niha, 21 sal e kovarekê derdixe
bi navê ROJA NÛ. Kovara ROJA NÛ di destpêkê da bi
tirkî û kurdî derdiket, lê ji sala 1983-an ,sûnda
tenê bi zimanê kurdî derket. Ew heta niha (cotmeh
1999) gihîþtîye 104 hejmaran.
Komelê
di sala 1980-an da weþanxaneyek vekir û dest bi
çapkirina pirtûkên kurdî kir. Heta niha nêzîkî 50
kitêbên kurdî, dîwan, roman, li ser tarîxa Kurdistanê,
gramer, dersên zimanê kurdî, folklor, pîyes û hwd.
hatine weþandin. Xizmetên ku KOM-KAR`ê li dervayî
welat pêþkêþî ziman û çanda kurdî kirîye, îro êdî
bi xurtî xwe digihîne hundurê welat jî. 15-20 sal
berê kesên ku bi kurdî dixwendin û dinivî-sandin
ne gelek bûn. (Li Kurdistana Bakur.) Lê îro li hundir
û derva bi dehan rojname û kovarên ku xwerû bi kurdî
derdikevin hene. Di vê pêþketinê da xebatên KOMKAR-Swêdê
jî roleke baþ û berbiçav leyîstîye. Dijminên gelê
kurd dewletên kolonyalîst û xasma jî dewleta tirk
ya hov û ,soven propaganda dikirin ku zimanekî kurdî
tune, kurd bê binyat in, bê dîrok û çande ne. Xebatên
KOMKAR-ê di vî warî da bûye parçeyekî xebata pûçkirina
derew û propagandayên kolonyalîstan.
Me bi
kurtî behsa komeleyeke kurdî û kar û barên wê yên
20 salan kir. Bêguman çavkanîya xebata wê ya evqas
salan ku bêwestan dom kirîye, bîr û bawerîya wê
ya xurt ya ji bo azadîya Kurdistanê ye. Kurdistaneke
azad û jîyaneke serfiraz li ser axa kal û bavan,
herdem hêvî û armanca wê bûye. Hêvîya me îro ji
her wextê xurttir e. Bivê, nevê , zû yan dereng
gelê kurd wê azadîya xwe û welatê xwe bistîne. Ew
roj ne dûr in.
Bijî
AZADIYA KURDISTAN!
Bimre zordestîya kolonyalî!
Bijî KOMKAR!
Bijî KURDÎSTAN!
Pîrozkirina
salvegera KOMKAR-Swêd ya bîstemîn
Komela
Karkerên Kurdistanê li Swêd (KOMKAR-Swêd), 20 salîya
xwe di 25 ê gulana 1996an da bi ,sahîyeke mezin
pîroz kir. Þevê bi marþa Ey Reqîb dest pê kir û
dûra serokê komelê derheqa kar û xebatên KOMKAR-Swêdê
yên bîst salan da bi kurtî agahdarî da. Di bernama
þahîyê da hozan Þivan Perwer, Hesen Melle û koma
wî, hunermend Cüdî, Brîndar, Koma Newroz bi kilam
û stranan û bi govendên kurdî guhdar û temaþevanên
þahîyê dilxweþ kirin.
Nûnerên
gelek rêxistinên sîyasî û komeleyan beþdarî þahîyê
bûn û pîroznameyên xwe pêþkêþ kirin. Di nav vexwendîyan
da Sekreterê giþtî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê
birêz Kemal Burkay jî hebû. Burkay axaftinek li
ser giringîya kar û xebata komeleyên kurdî li dervayî
welat kir. Wî di axaftina xwe da got ku bihayekî
giran dide cehd û xebata KOMKAR-ê û pîrozbahî lê
kir.
Li ser
navê Komîta Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî
li Swêd Ehmed Kakemanî axaftinek pêþkêþ kir. Federasyona
Komeleyên Kurdistan li Swêd, kovara Armanc, Komela
Gelî Kurdistan, Komîta Kulturî ya Komela Kulturî
û Demokratîk ya Kurdên li Spångayê mesaj û pîroznameyên
xwe pêþkêþî þahîyê kirin.
----------------
(*)Ev
nivîs di sala 1999an de hatiye nivîsandin.