Nûçe-Þirove...
Haluk Öztürk
 
 

Ji bo helandina kurdan kampanyayeke nû;

"Bavo min biþîne dibistanê"
 
 
 
 

Komek keçên kurd li hêla Hekariya li pêþ objektifa rojnamevanê rojnameya tirkî Milliyetê, ya ku di projeyê de roleke gelek aktif hildaye ser xwe...


foto: ji www.kurdistan.nu

Dewleta tirk ji bo helandina kurdan kampanyayeke nû daye destpêkirin. Kampaniya nû ya bi navê "Bavo min biþîne dibistanê" bi tirkîkirina keç û jinên kurdan wek armanca sereke daye ber xwe. Serê çend hefta ye ku rojname û TVên tirkî ji bo belavkirin û berfirekirina kampanyayê milê xwe hildane û bi þev û roj dixebitin. Herçend ew vê kampanyayê wek ku li dijî nexwendewarî û analfabetizmê nîþan didin jî, esas armanca wan asîmîlasyon e.

Tirkiye, di vê dema han de, li þûna ku reforman pêkbîne, xwe li gor krîterên YE biguhurîne, dest davêje rê û metodên helandinê yên nû, yan jî yên heyî xurtir dike û dilezîne.

Ev kampanya nû; mehkema li dijî rêberên HAK-PARê ji ber ku di kongra xwe de bi kurdî qisekirine; guherandina navên "Vulpes Vulpes Kurdistanicus" û "Ovis Armeniana", ev hemû nîþanên wê yekê ne ku Tirkiye krîterên YE hîç benda tiþtekî nahesibîne, wek xwe dike. Lê tevaya dewleta tirk nebe jî, hukumeta AKP û piraniya gel dixwaze Tirkiye bikeve YE. Madem wisa ye, çima dev ji siyaseta înkar û asîmîlasyonê bernadin, wê hiþktir û dijwartir dikin?

Desthilatdarên tirk bi hesabê ku ew ê bi kêmanî 15 salan li benda endametiyê bisekinin û heta wê çaxê derba dawîyê li zimanê kurdî bidin, difikirin. Asîmîlekirina kurdan ji endametiya YE giringtir dibînin. Eger ew garantiya helandina kurdan di nav 15-20 salan de mimkun bibînin, dikarin daxwaza endametiyê paþda bavêjin, yan jî qet nekin. Ji xwe esker ango dewleta kûr û hêzên faþîst naxwazin Turkiye bibe endamê YE.

Tiþtekî pir diyar e ku, îro li bakûrê Kurdistanê þertên hundurîn ji bo helandin û tunekirina kurdan li gor 20-30 sal berê siviktir bûne ji bo dewletê. Li vir têgihîþtina welatparêziya zimanî û profîla neteweyî bi giþtî gelekî nizim û lawaz e. Ev rastiyeke berbiçav e, jê re þirove û îsbatên zanistî pêwîst nake. Lê li aliyê dî þertên derva ji bo jiyandin û xurtkirina ziman û çanda gelên biçûk, yên bindest li gor berê baþtir bûne. Ji ber ku globalizma nû, normên YE gelekî erênî ne di vê pirsê de.

Mixabin gotina "Em kurd li Bakûrê Kurdistanê 25 milyon in, ew nikarin me asîmîle bikin" gelekî manedar nîne di rewþa îro de. Xasima di vî zemanî de guherandina zimanan gelekî bi lez pêktê. Zeman li benda kesan û gelan nasekine. Dewleta tirk, gelekî bêperwa hereket dike. Ew ê dev ji dijmintaya kurdan, û siyaseta asimilasyonê bernede heta ku jê tê. Û gelo tevgera welatparêz ji bo îrada milletê kurd bixe dewrê, rê li ber helandin bigre xwediyê kîjan stratejiyê ye, bi kîjan îmkanan dikare çerxa asîmîlasyonê bide sekinandin yan jî hêdîkirin. Esas tiþtê ku mirov pêwîste li ser raweste eva ye.

Anuha tunebûna sê-çar kanalên televîzyon û radyoyên kurdî ku bi siyaseteke weþanê ya neteweyî bikevin malê kurdan, wek kêmasiyeke mezin, þermeke giran dibînim. Qet nebe ji xwe re wisa dibînim wek endamekî ji wan 25 milyonan...

 
© ROJA NÛ 2000-2001