Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare
zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne.
Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî
mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên
ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eþkere dikin.
Me got zimanên mirî zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê
ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên,
dijîn û dimirin.
Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey
xwe re tu tiþtî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey
xwe re eserine mezin, kitêbne hêja dihêlin û ew kitêb hetanî
îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber
ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive.
Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine
mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî
êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye.
Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê
ibranî vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê
erebiyê ye. Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin
û nivîsandin. Bi tenê zanayan pê dizanîn û di kiniþtan de
tewrat bi vî zimanî dihate xwendin.
Herçî cihî bi zimanên din, bi zimanên welatên ko tê de
rûdiniþtin xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî milî, zimanekî
xweser nîn bû û ji lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.
Di sala 1877an di þerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû
û herçî miletên Belqanê hene ji bindestiya tirkan xelas
bû bûn. Xelaskirina dewletên Belqanê nemaze bi destê çarê
ûris çû bû serî û miletê ûris bi xwe bi vî îþî bendawar
dibû û rojnameyên rûsî gelek qala dewletên Belqanê ên nû
dikir.
Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzer bin Yehûda
hebû. Kurê Yehûda wek herkesî bi vî þerî bendewar dibû û
didît ko miletên bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û
ên mayîn ji nîrên zorkerên xwe xelas dibûn û digihaþtin
istiqlalên xwe. Yehûda bi van bûyeran li miliyeta xwe hiþyar
dibû û li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ko halê
miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihî ne bi
tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne û bi
zimanên xelkê xeber didin.
Xortê cihî qerara xwe da û di dilê xwe de got: divêt cihî
vegerin welatê pêþiyên xwe, welatê kurên Israîl, û dîsan
divêt ko cihiyan jî weke xelkê zimanek hebe û têkde pê baxêvin.
Ev ziman jî zimanê pêþiyan, zimanê ibranî ye.
Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta Parîsê,
qesta wî bajarê mêvanhewîn kir.
Li Parîsê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihiyên Parîsê bû.
Elyêzer ji alîkî zimanê xwe pêþ ve dibir û ji aliyê din
fikrên xwe ên milî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe
lê radibûn û heye ko digotin ev mirov dîn e. Lê Yehûda guh
ne dida wan û ji esera xwe a mezin re bi vêneke xurt û mezin
û bi serê xwe dixebitî. Yehûda kiri bû serê xwe ji miletê
xwe ê bêziman miletekî biziman bîne pê.
Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû bû. Niho
diviya bû ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike.
Ji bo çandina tovê xwe jê re zeviyek diviya bû. Di sala
1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê
xwe da Felestînê. Bi vî awayî jinikek, hîmê xanimanekê,
keti bû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda bi rê ve, di
vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaþtine erdê
Felestînê jina wî hînî çend pirsên ibranî bû bû.
Gava pê li erdê pêþiyan kirin Yehoda gote jina xwe, ji
niho û pê de emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya
jinikê gelek hindik bû. Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji
qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî gotinê ye ko zaroyên Yehûda
hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi tu zimanî ne dizanîn
û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb. Lê bi vê
laliyê miletê cihî wek miletine din bû xediyê zimanekî,
xwediyê zimanekî xweser.
Yehûda û xelkê mala wî di zîvariyê de dijîn. Lê çi xem.
Ji fikirine mezin re fedakarîne mezin divêtin. Ji ber ko
xelk bi derbekê bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî
dixwar lê gava didît ko xelkê mala wî bi ibranî xeber dida,
bawer bikin, xwe bextiyartirê mirovên dinyayê dihesiband.
Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir ji xwe re xwendevan
jî peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest
bi xwendina ibraniyê jî kirirn.
Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe çêdikir û bêjeyên
ko di zimanekî mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê
ibranî jî di nav cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de
gava Elyêzer bin Yehûda mir zimanê ibranî yê ko berî 30-40
salî zimanekî mirî bû, bû bû zimanê miletekî. Ev ziman îro
di Felestînê û di rex erebî û ingilîziyê de zimanekî resmî,
zimanê dewlet û hikûmetê ye jî.
Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiþtê ko bi vêna zilamekî
tête pê. Di kar û biserhatiya vî zilamî de pend û derseke
mezin heye. Herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê
nivîskî divêt jê ibretê bigirin. Herçî em kurd, me ziman,
me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me ji
vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî
xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her
miletî êdî ne bi tenê wezîfeke þexsî lê wezîfeke milî ye
jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve
ne anîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov
bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.
Piþtî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke
xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye.
Tecrîbê þanî daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê
heta çar heftan de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê
xwe bibin.
Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê xwe ê mader dizanin
û ji lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin.
Lê di nav kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê
an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiþtê
ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin
berî ewilî hînî wî bibin û piþre di nav mala xwe û bi zar
û zêçên xwe re herwekî Elyêzer dikir bi tenê bi kurdî xeber
bidin.
Belê ji van kurdan re divêt, gava derve têne mal, herwekî
cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin,
zimanê xwe jî welê biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê
de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiþtekî miqedes
hilînin.
HEREKOL AZÎZAN
Hawar, hejmar 40, Þam, 28ê Þibatê 1942
|