ÊVAREKÊ
em li mala dostekî rojnamevan rûniþtine. Ev heval
bi xwe ji kevneþopîya çepên berê tê. Kasêtekê dixe
teyîbê. Muzîka ku ji stranên hêla Elezîzê pêkhatibû
çawa destpê kir, wî hevalî jî dest bi gazinan kir.
”Yahû,
wan rojên han ez di MED-TV ê da skeçekî temaþe dikim.
Aktorekî skeçê bi tirkî stranekê dibêje, yê li hemberî
wî;
-Aaa,
ew strana me ye û eslê wê kurdî ye, dibêje û dibe
mize-miza wî.
Aktorê
din dest bi straneke din dike, dîsa eynî bersiv, eynî
mize-miz bi kurdî. Ev çawa dibe, ji bo xatirê Xwedê,
ma zimanê stranan jî dibe?..”
Ev
heval fêrbûye, heta niha bi navê enternasyonalîyê
li her tiþtî bi barçavkên tirkî binêre, ji bo ku ez
erza wî neþkênim min bi kurtî weha jê ra gotibû:
”Min
bi xwe ew skeça MED-TV temaþe nekirîye.
Lê wek nivîskarekî ku li ser çanda gelî û nemaze li
ser beþê wê yê stranên gelî xebitîme û bi edebîyat
û hunerê va eleqeder bûme, dikarim weha ravebikim:
Her þaxekî hunerê çawa xwedîyê ziman û þêweyên gotinê
ên muþterek in, wisa jî xwedîyê ziman û þêweyên gotina
xwe ya xweser in jî. Û nemaze dema gotin li ser
edebîyata devkî be, hingê ev rastî bêtir xuya û zelal
dibe. Li alîyê din wexta gelek endamên gelên pir jî
hev cuda jî ji berhemekê zewqê bigrin, av nayê wê
manê ku zimanê wê afrandina hunerî nîne. Divê qet
neyê jibîrkirin, rîya ku diçe gerdûnîyê, di netewatîyê
ra derbas dibe. Paþê wek lêkolînerekî ku him antolojîya
stranên gelî ên tirkî, him jî ji bo cara yekemîn antolojîya
stranên gelî ên kurdî derxistîye, ez dikarin bibêjim;
stranên kurdî ku heta niha di binê îpotekê da bûye,
beþekî mezin jê hatine wergerandin, guherandin û wek
stranên tirkî tên pêþkêþkirin. Yanî evana stranên
kurdî bi zimanê tirkî ne. Nimûneyên ku di vê kitêbê
da cî girtine, vê rastîyê nîþanî me didin. Ev pirtûk
di dewra 70 salên komarê da cara yekemîn bû derket,
lê hat komkirin û bû ûþtê (gerekçe) cezakirina min.
Berê, ji ber ku li ber me tu berhemên nivîskî tunebûn,
eger me hizir bikira jî , nikaribû derxista
þiûrê. Lê îro bê hejmar nimûneyên vê hene di
destê me da. Bêguman dema ku du xelk bi sedsalan li tenêþta hev bijîn, bivê nevê ew herdu kultur
û kulturên din li hevdu tesîrê dikin, bi vî awayî
nemaze di warê muzîkê da stranên têkil hev derdikevin
meydanê. Lê stranên gelî yên kurdî, ne bi awayê danûstandinê,
tenê bi standina yekalî û bi wê îpoteka ku li ser
heye berxwe didin..”
Ev þirovekirin li vî hevalî xweþ nehat. Nehat ji ber ku fêrbûye bi
navê enternasyonalîzmê li hertþtî bi berçavkên tirkî
mêze bike. Þeva me ya ku bi xweþî dest pêkiribû, bi
nexweþî dawî anîbû...
Bi rastî jî em fêrnebûne ku bi hiþekî azad li ser tiþt û bûyeran
niqaþan bikin. Em navê sosyalîstîyê, enternasyonalîstîyê
bi xwe va bikin jî, di rastîyê da em di binê tesîra
sîyasetên kultura
kemalîst da bûn. Mêjîyên me bi dîtinên kemalîzmê hatibûn
çîtberkirin. Ji ber ku çepîtîya me, sosyalîstîya me
jî di eslê xwe da ji mahreça kemalîst û tirk bû. Gelek
caran, bêyî ku em wê bizanibin, binasin me li ser
kultureke qedexekirî hukum dida. Me ne jî bo rûberîhevkirinê
tu xabat kiribûn, ne jî di vî warî da pirtûk xwendibûn.
Hîna di salên 1970-yî da, wextê ez di TRT (Radîyo û Televîzyona Tirkîyê
NW)da dixebitîm, min bi Nîzamettîn Ariç ra û bi hin
hevalên din ra li ser vê meselê qise kiribû, lê min
ew hizrên xwe derbasî ser kaxez nekiribûn. Paþê heta
ku min kovara
Özgür Gelecek û antolojîya Klam û Stranên Kurdî derxist.
Tiþtekî balkêþ e, him nivîsa min a bi navê ”Çanda
kurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê di pêþdaçûna dîrokî
da ”, him jî ev kitêba min hatin komkirin û cezakirin.
Herçend mehkema
wan li dor 500 heb ji wan stranan wergerandine tirkî
û tesbît kirin ku ew hemû jî stranên evînî û bengînîyê
ne, dîsa jî ew hatin komkirin û cazakirin...
Di sala 1989´a da, bi navê Mehmet Korkmaz hevalekî minê Dîyarbekrî
ê rojnamevan, di kovara Metro ya wê dewrê da li ser
vê pirsê nivîseke gelekî balkêþ nivîsandibû, û gelekî
deng dabû. Dûra min ew miqala wî ya bi navê ”Navê
Cot standartîyê: Bi eslê xwe kurd bi gotina xwe tirk” girte nav kitêba xwe jî.
Di wê miqalê da, wî gelek ji stranên kurdî
bi navên xwe yên eslî, û ji alîyê kîjan hunermendê
kurd va tên gotin, û kê wergerandîye tirkî, bi çi
navî û ji alî kê va bi tirkî tê strandin, hemû bi
awayekî rûberhevkirî dida. Piranîya wan stranan, di serî da ji alî
Îzzet Altinmeþe, gelek kesan va bi zimanê tirkî hatibûn
veçêkirin û gotin.
Strana ”Ey Firat Firat” ya ku Þivan dibêje, ”Ez kevok im lê lê ”
ya ku Hesen Cizrawî dibêje, ”Dîyarbekir Paytext e”
ya ku Seîdê Hemo dibêje, û yên anonîm wek ”Gulîzer”,
”Dayka min”, ”Lê Nazê, lê Nazê”, ”Berçem berçem diçûme”
tenê hinek ji wan in, yên ku
ji alî dizek
û derewkar Îzzet Altinmeþe va bi tirkî tên strandin.
(...)
Divê em ji bîr
nekin ku kes derewan dikin, lê stran tu wextê derewan
nakin!.. Û dîsa em ji bîr nekin yên ku stranên
xelkekî çêdikin, ji yasaçêkerên wî xurttir in!..