|
“Gilîdax
bêxwedî nîn e,” ev navê kitêba Yilmaz Çamlibel ya nu ye.
Bîranînên Yilmaz Çamlibel, “Kerwan Yürüyor” (Karwan Dimeşe)
sê sal berê derketibû û bi zmanê Tirkî bû. Lê zmanê wî, çi bi Tirkî
çi bi Kurdî, zelal û şîrîn e. Wek axaftina wî û sohbeta wî,
zmanê wî yê nivîsandinê jî xweş e.
Him ji ber vê, him jî ji bo bûyerên balkêş ku ji serê wî derbaz
bûbûn, bîranînên wî bala xwendevanan kişand û di demeke kurt
da çapa duwemîn çêbû. Y. Çamlibel gelek derengi bi nivîskarîyê kir,
lê xuya ye hestê wî yên nivîsandinê xurt in, dereng be jî berhemên
baş dide.
Ev kitêba teze, “Gilîdax Bêxwedî Nîn e” bi zmanê dayîk e,
ango bi Kurdî ye. Min ew bi kêfxweşîyeke mezin xwend. Dema
dibêm “kêfxweşî” nayê wê manê ku mirov dema kitêbê dixwîne
dikene. Na, ev kitêb çîroka serhildana Girîdaxê ye û mirov nikare
bikene, dema wê dixwîne, dibe ku gelek caran xemgîn dibe û hêsir
bi çavê mirovan dikevin.
Çamlibel, ji bo nivîsandina vê kitêbê ji gelek çavkanîyan feyde
girtîye, şop û delîl, wêne (resim), stranên gelîrî civandîye
û bi mirovên herêmê yên ku di vê şoreşê da cî girtine,
yan jî di dema şoreşê da li wê herêmê jîyane û di derheqa
wê da tiştan dizanin, rû bî rû qise kirîye.
Kitêb li Stembolê di nav Weşanên Deng da derketîye,
246 Rûpel e. Tê da ji 50 zêdetir resim û krokî, ji 30 zêdetir stranên
gelêrî hene.
Dîsa tiştekî baş jî ev e ku, nivîskar navê 180 şervanên
Kurd, jin û mêr, fermandar, rêvebir û hwd. kom kirîye û bi kurtî
behsa çîroka wan, kar û çalakîyên wan kirîye. Her usa jî behsa gelek
fermandarên ordîya Tirk…
Çîroka serhildanê ji destpêka kitêbê mirov dikişîne nav xwe
heya dawîyê. Mirov bi şervanên Girîdaxê ra şa dibe û xemgîn
dibe. Mirov li himber berxwedan û mêrxasîya wan, li himber serketinên
wan dilxweş û serbilind dibe; li himber zor, zehmetî û êşên
wan diêşe; li himber zulma “Roma Reş” bi hêrs dikeve;
bi têkçûna şoreşê xemgîn dibe, bi tevî dengbêjên Kurdan
dilorîne…
Y. Çamlibel bi vê kitêbê kar û xebateke gelek hêja kirîye, berhemeke
gelek baş daye. Helbet, berê jî di derheqa şoreşa
Girîdaxê da hatîye nivîsandin û yek ji wan bîranînên fermandarê
şoreşê İhsan Nûrî Paşa ye. Lê kitêba
Çamlibel van malûmatan kom dike, digihîne hev û bî zmanekî gelek
zelal û şîrîn pêşberî xwendevanan dike. Mirov ji vê kitêbê
gelek tiştên teze, taybetîyên şoreşa Girîdaxê hîn
dibe. Ji bo mêranî û berxwedana çend sed şervanê Kurd serbilind
dibe, ku wan li himber bi deh hezaran leşkerekî xurt, bi top
û balafir, lê bê vîcdan û bê merhemet, bi salan rêva birin; tevi
jin û zarokên xwe, li çîyayekî asê û dor lê girtî…
Serhildana Girîdaxê pelgek e hêja ye ji dîroka me Kurdan. Dîroka
me beşek ji dewlemendîya milletê me ye. Wek zmanê me ew jî,
ran, yan jî temareke xurt e ku ji bo hebûn û jîyana milletê Kurd
bingeheke giranbuha ye. Divê neslên teze him zmanê xwe, him dîroka
xwe baş hîn bin, baş bizanin. Dijminê me dixwaze van herdu
ranan hişk bike, winda bike. Rewşenbîr û welatparêzên
Kurd jî divê girîngîyê bidin vî karî, dîroka xwe baş derxin
meydanê, baş hîn bin û wê hînî neslên teze bikin. Da ku hestên
welatperwerîyê di nav neslên teze da xurt be, xwe bi zanînê bixemilînin,
bi çek bikin û bawerîya wan bi wan bê.
Ew jî berxwedaneke gelek hêja ye di rîya azadîyê da.
Da ku Gilîdax bêxwedî nemînin…
|
|