PIRTÛKEKE
GIRING
ALIKO Û BAZ
Anna Råberg
Nav: Aliko och sparvhoken (bi swêdî)
Wênekêþ: Arif sevinc
Weþanxane Roja Nû
ISBN: 91 767200661
Çîroka lawkê kurd ê biçûk Alikoyê þivan û jiyana wî ya diramatîk
li çiyan pirtûkeke
muhîm e di civata me ya pirçandeyî de.
Çîrokeke bi hêcan û dînamîk e, ku bi encameke gelekî diramatîk
û mirov ne li bendê ye xilas dibe.
Alikoyê biçûk ew kes e ku di rewþeke xirab de dikare rê û çare bibîne
û alîkariya mirovên derûdorê xwe bike daku ew ji rewþa pir dijwar
derkevin firehiyê. Di navbera þêweyê çaredîtina wî ya di wê rewþa
peydabûyî û zîrekî û biaqiliya wî bi xwe de pevgirêdaneke xuyayî
heye, lê dîroka gelê wî jî rê nîþanî wî dide ku di cî de, ango di
wextê de biryara rast bide. Di çîrokê de hemû ew xasetana hene yên
ku wê dikin çîrokeke bi her awayî baþ: Hêcan, evîn, etik,
moral, çarelêkirina dijberiyan, fantazî û sihêr, þerê navbera qencî
û xirabiyê û her wisa encameke bi xweþî û bextewarî.
Ahenga di navbera mirov û siruþtê de bi awayekî gelekî delal tê
raberkirin û serpêhatiyên Aliko bi wêneyên gelekî bedew tên çarçovekirin
û pêþkêþkirin.
Ev çîroka kurdî ya bi rengên ji paleta dîrokê xemilandî, dibe çîrokeke
giring ji bo me hemûyan, çi kurd çi jî biyanî.
"DAWÎ XWEÞ HER TIÞT XWEÞ!" (Îdyomeke swêdî)
----------------------
Adres ji bo sîpariþ:
Roja Nu
Box: 150 10
161 15 Bromma
Fax: 08 25 38 57
Tel: 08 26 23 75 - Mobil: 0739880533
E-mail: [email protected]
|