Helbestvan
û nivîskar Kemal Burkay
di van hefteyên dawî
de li gelek welatên
Ewropayê bi xwendevanên
xwe re hevdîtin
pêk anîn, bi
wan re sohbet
kir û ji wan re pirtûkên xwe îmze kirin.
Heta nuha li
bajarên Kopenhagen, Manhaim, Lozan û Wuppertalê civîn çêbûne û di rojên pêş de wê li Parîsê,
Berlînê, Munîhê,
Nürnbergê jî dewam
bikin.
Wek tê zanîn heyvek
berê pirtûka
Burkay ya nû , “Bîranîn
û Belge -cild
2” (Anilar,
Belgeler cild
2) derket û xwendevanan ji vê pirtûkê
re eleqeyeke
mezin nîşan dan. Di van civînan de, ku ji aliyê komeleyên
KOMKAR ên welatên cuda hatin
li dar xistin,
ev eleqe bi
her awayî xuya
dibû, him bi
jimara beşdaran û him jî di îmzekirina
jimareke mezin
ya pirtûkan de... Bêguman di hemû van kombûnan de warekî eleqeyê yê dî jî
siyaset bû.
Li ser pirsên siyasî yên
rojevê de; vegera
PKKyîyan ,
siyaseta Tirkiyê,
rewşa tevgera kurd û.h.w.d. bûn... |
 |
Hamburg |
 |
Danimarka |
 |
Hamburg |
 |
Manhaim |
 |
Lozan |
|
|
|