Hevpeyvînek bi Kemal Burkay ra  
li ser zimanê kurdî


Nuriye Akman

  Çend roj berê dema Bedrettin Dalan got “Zimanê kurdî hemû li ser hev 600 peyv e, bi zimanekî weha tu nikarî  şivanan jî  perwerde bikî”, hingê ew ayeta ku hebûna zimanên cuda bi daxwaza ji hevdu fêmkirina mirovan şirove dike hate bîra min.

Min ew tiştê ku li ser zimanê kurdî di hişê min da hatiye bicîkirin danî aliyekî, ew niqaşên siyasî ku li derdora min tên kirin li ser zimanê kurdî,  min ew jî dan aliyekî û min biryar da ku ez heqê zimanê kurdî da bi xwe bibim xwediyê fikrekê. Berê ez qet nefikirîbûm; gelo zimanê kurdî zimanekî çawan e? Ew tirsa ku di bin şiûra min da hebû, di nav vê hefteya dawîn da bi saya hin pêşketinên siyasî kêmtir bû. Pêşniyaza ku li ser weşana kurdî tê kirin wê van rojan ji bo MGK (Serweriya Ewlekariya Mîllî) bête pêşkêşkirin. Wisa xuya dike ku ew nuqta dawîn ya ku YA (Yekîtîya Awrûpa) dixwaze Tirkîyê bine ser eva ye: Di qanûna bingehîn da taarîfa zimanê tirkî ku wek “zimanê dayîkê” hatiye bicîkirin wê bête guherandin û bibe “zimanê resmî” û dewlet wê bi destê TRT (Televizyon û radyoya Tirkiyê) rojê saetekê bi zimanê kurdî weşanê bike.

Dema ew roj hat me TRT-GAP vekir û di ekranê da xeberdanên kurdî derketin pêşberî me, qet nebe heta wê çaxê bila hazirîyeke me ya zêhnî hebe û ez berê xwe perwerde bikim, bi vê mebestê ez li pisporekî kurdî geriyam ku di bîra wî da ji 600î zêdetir peyvên (kelîme) kurdî hebe. Kemal Burkay derket pêşberî min. Ji ber ku ew bi xwe li Swêdê dijî min pê ra bi têlefonê roportaj kir. Ez kurtasiya wê roportajê bê şirove pêşkêş dikim.

Hinek ji helbestên we ji alî “Grup Yorum” û “Yenî Turku” wek stran hatin belavkirin; lê ez we xasma bi wê strana şahane ya ku Sezen Aksu dibêje; “Gulumse” (Rûken be) ya ku rêza gotina “Bir kedim bile yok” tê da heye... nas dikim. Gelo çîrokeke wê ya arizî heye?

Sala 1963, wexta min li Anqerê staja avûkatiyê dikir û li Ulus`ê li Posta Caddesi di taqê banî yê xaniyekî da dimam hingê min ew şiêr nivîsî. Eger li ba min çîrokeke wê hebe jî ez behs nakim, çimkî naxwazim têkilî cîhana xeyalî ya xwendevanan bibim. Kesê ku ji şiêrekê hez dike ew li gor xwe jê têdighê û şirove dike.

“Bir kedim bile yok” bi kurdî çawa tê gotin?

Weha ye: ”Psîkek min jî tune” Min ew helbestên xwe yên ku di pirtûkên min “Prangalar” (Qeyd-zincîr) û “Dersim” da derketibûn, paşê wergerandin kurdî û bi sernavê “Azadî û Jîyan” (Özgurluk ve yaşam) weşand. Ev pirtûka min sala 1993an da li Istenbolê di nav Weşanên Deng da derket. Kurdîya helbesta “Gulumse” di wê da heye.

Zanîna we ya kurdî akademîk e, yan ji xwe berê ve ye?

Ez bi xwe ne zimanzan im; lê wek ronakbîrekî li ser zimanê kurdî xebitîm. Bilî şiêrê, min kurteçîrok, pirtûkên zarokan jî nivîsand. Pirtûkeke min heye bi alîkarîya tirkî kurdî fêr dike. Di salên 1960î da min hewlda ku ez alfabeya kurdî hîn bim. Piştî 12ê Adarê sala 1972ya ez du salan li Awrûpayê mam û li wir gelek çavkanî bi destê min ketin, ez li ser wan xebitîm, min kurdîya xwe pêşda bir. Dû ra min bi zimanê kurdî nivîsên polîtîk jî û edebî û dîrokî jî nivîsandin.

Tirkîya wan jî heye?

Ya hinekan heye. Mesela “Dawîya Dehaq”, piyeseke kurt e, di salên 1970yî da min nivîsandiye. Bi tirkî yanî “Dehak`in sonu”. Di nav pirtûkên min da yên ku li Istenbolê hatine çapkirin, çarîn (rubaî) hene. Piştra min hin ji wan wergerandin tirkî jî. Berf Fedî Dike `Kar utanir` ew jî kitêbeke min ya dinê ye ku li Tirkîyê hatiye çapkirin.

Kurdî zimanekî çawan e?

Zimanekî zindî ye. Li Rojhilata Navîn 40 mîlyon kurd hene. Bi kêmanî 30 mîyonê wan zimanê xwe gelekî bi hêsanî qise dikin. Kurdî li Kurdistana Iraqê ji dibistana serata bigre heta unîversîtê da jî zimanê perwerdeyê ye. Li bajarên Silêmaniyê, Hewlêrê (Erbîl) û Dihokê unîversîte hene. Tenê di unîversîta Selaheddîn ya li Silêmaniyê da 11 hezar şagird dixwînin. Li Iraqê radyo û têlevîzyona Bexdayê nêzîkî 50 salî ye di zimanê kurdî da weşanê dikin. Radyoyên Yêrewanê û Kirmanşahê jî wisa. Radyoyên Dengê Amerîka, yên Australya û Swêdê, yên li eyaletên Almanya da weşana zimanê kurdî heye. Li welatên Rojhilata Navîn û li Awrûpayê, wek rojname û kovar bi sedan weşanên peryodîk hene û her sal bi zimanê kurdî bi sedan pirtûk tên weşandin. Li unîversîtên Parîsê, Moskovayê û Lenîngradê kursîyên zimanê kurdî hene.

Zaravayên kurdî hene, ji wana kîjan tê xwendin?

Çar zaravayên kurdî hene. Ji kurdan nîvê bêtir, li Tirkîyê ji sedî 90 û bi tevayî 20-25 mîlyon zaravayê kurmancî qise dikin. Ez jî bi vî zaravayî qise dikim. Ji kurdên Tirkîyê ji sedî 10 zazakî qise dikin. Ji kurdên Îran û Îraqê yên nêzîkî sinorên Tirkîyê ew jî kurmancî qise dikin. Helbet tiştekî xwezayî ye, çawa ku ferqa tirkîya Edenê û Anqerê heye, yan jî ya Îzmîrê û Elezîzê heye, di kurmancî da jî cudahîyên weha hene. Lê ev cudahî ji bo hev fêmkirinê ne asteng in. Zazakî hinekî cudatir e, li gor kurmancî dibe ku ne hêsatir e, lê pirseke ne ewqas mezin e.

Bi Bedrettin Dalan ra hatîye qisekirin, dibêje “Kurdî çi ye, li ser hev tevayî şeşsed  peyv e. Mirov bi şeşsed kelîmeyî nikare şivanekî perwerde bike.”

Binihêre evana bi rastî jî pir komîk in. Kurdî zimanekî gelekî kevn û gelekî zengîn e. Van nêzkayan da ferhengeke kurdî îngilîzî ya 75 hezar peyvî hatiye weşandin. Di ferhenga Îzolî da, ya ku li Istenbolê di nav Weşanên Deng`ê da derket 30 hezar peyv (kelîme) hene. Hin ferhengên ku li Yekîtîya Sovyet û Îraqê hatine çapkirin hene ku di wan da 30-40 hezar peyvên kurdî hene.

Kurdî jî wek zimanê tirkî ji erebî û farisî peyv girtine nav xwe?

Kurdî 1000 sal berê, hê ku tirk li Anatolyê belav nebibûn, wek zimanekî nivîsandinê hebû. Di zemanê berê da tîpên (herfên) erebî hatine xebitandin. Kurdên Îran, Îraq û Surîyê nivîsara erebî bi kar tînin. Tirkan jî di wextê da tîpên erebî bi kar anîn, hûn dizanin.. Sala 1928an da derbasî alfabeya latînî bûn. Ji sala 1930 şûnda kurdan jî alfabeyeke latînî çêkirin; ji bona ku bi hêsanî bête nivîsandin û fêmkirin.

Yanî reformên Atatirk bi awayekî tesîr li zimanê kurdî jî kir?

Meriv dikare wisa jî bêje helbet.

Kurdî dikeve nav kîjan grûba zimanan?

Kurdî ji grûba Hînd-Awrûpî ye. Ev grûb li ser çar koman tê dabeşkirin: Îranî, slavî, germanî û latînî. Zimanên kurdî, farisî, afganî û tacikî ji koma îranî ne. Evana xismên hev in. Kurdî ji tirkî û erbî dûr e, bi farisî ra gelek peyvên wî yên muşterek hene. Di dîroka Îranê da tesîra kurdan ji ya farisan gelekî kevintir e. Rehên zimanê kurdî xwe digihîne zimanê Med.

Med bi farisan ra xisim-eqreba ne?

Yên ku împaratorîya Îranê avakirine Med in. Împaratorî dûra derbasî destê farisan bû. Ev herdu qewim nêzîkî hev in. Çawa tirk û ozbek nêzî hev in, ew jî wisa. Ew îddîaya ku dibêjin zimanê kurdî tenê 600 kelîme ye, bi rastî îddîayeke gelekî komîk e. Yan ji nezanîyê ev tê gotin yan jî pêşin-hukmîyê. Zimanê kurdî, hezar sal berî niha dest pêkirîye berhemên xwe yên pêşîn daye. Şairên kurd yên wê çaxê Baba Tahir (ê ku bi çarînên xwe navdar e) û Elî Herîrî ne. Ewana hevçaxên Hayyam in. Li pey wan rêzek şairên kurd yên klasîk hatine. Ji wana yên herî bi nav û deng Feqîyê Teyra, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ne.

Tirkî yan kurdî, kîjan zengîntir e?

Eger em dewra berî cumhûrîyetê pîvan bistînin, herçiqas ji alîyê kurdan ve şert ne wek hev bin jî, heke kurdî ji tirkî zengîntir nebe, feqîrtir jî nîne. Dewra Osmaniyan da, kurdî di dibistanên resmî da û di Dar-ul-Finûn da nedihate xwendin, lê di medreseyên kurdan da dihate xwendin û ew medrese hema bêje li hemû bajar, qesaba û gundên mezin ên Kurdistanê hebûn. Di medreseyên kurdî da edîb û hozanên navdar gihîştine. Tirkî ew ziman e ku di dewra cumhûrîyetê da bi hemû îmkanên dewletê mecala pêşketinê bi dest xistîye. Lewma zimanê tirkî ji alî zanistê, felsefê ûhwd. da pêşda çû, lê şansekî kurdî yê wisa çênebûye, serda jî pêşî lê hatiye girtin, nehîştine pêşkeve. Lê dîsa jî ronakbîrên kurda hê ji sala 1898an dest pê kirin weşanên kurdî yên peryodîk derxistin û zimanê kurdî yê nivîsandinê pêşda birin. Zimanê kurdî, xasma li Îraqê û li Yekîtîya Sovyet pêşda çû. Van axirîyan li Awrûpayê, cîyê ku bi qasî mîlyonekî mihacirên kurd lê dijîn, zimanê kurdî gulveda. Tenê li Swêdê bi zimanê kurdî gelek kovar û weşanxanên kurdan hene.

Di zimanê tirkî da zayenda (cinsîyeta) kelîman tune, di kurdî da heye?

Di kurdî da dema navdêr (substantiv) tên tewandin (deklînekirin) û di rengdêrên nîşankî da ferqa nêr û mê heye. Mesela “wî” ji bo mêran, “wê” ji bo jinan tê gotin. Peyva “mal” di “mala min da” mê ye, “malê min” da nêr e. Bi gotineke din peyva “mal” li gor rewşê dikare daçeka mê yan jî nêr bistîne.

Ji alîyê ristesazî (rêzkirina peyvan di hevokê da- sintaks) da çi cudahî hene di navbera tirkî û kurdî da?

Di tirkî da lêker (verb) tê dawîya hevokê, di kurdî da, di gelek rewşan da li orta hevokê da cî distîne. Mesela: “Ez çûm bajêr” (Kente gittim). Di tirkî da daçeka neyînî li dawîyê ye, ango piştî obje,rengdêr yan jî lêkerê tê. Mesela: “Hasan evde degil”. Yan jî  “Rengi sari degildir” Lê di kurdî da berî objê, rengdêrê yan jî lêkerê tê: “Hesen ne li mal e”. Yan jî “Ev reng ne zer e”. Eynî tişt ji bo lêkeran jî derbas dibe. Mesela: “Ez ne çûm bajêr” (kente gitmedim).

Kîjan deng ji hev cuda ne?

Hin dengên ku di kurdî da hene di tirkî da tunene. Mesela: ê,û,j û “x” (“ch” yê almanî), “v” yê îngililizî. Hin deng, mesela: “ü” ”ö“ di tirkî da hene, di kurdî da tunene. Tiştekî tabiî ye ku her zimakî ji zimanên din gelek peyv wergirtine. Mesela di tirkî da, ew peyvên ku bi „m“ dest pê dikin yek ji wan jî ne bi tirkî ye. Peyva „Mutlu“ heye ew ji paşê hatîye çêkirin.

Peyvên ku ji zimanê kurdî derbasî tirkî bûne hene?

Pir. Ew hemû peyvên ku ji kurdî derbasî nav tirkî bûne wek peyvên farisî tên hesibandin. Mesela gotina “Çoban“. Ew ji peyva kurdî “çovan“ peyda bûye. Ji “ço“ (Deynek a tirkî) hatiye afrandin. Di kurdî da li şûna “Çoban” yan jî “Çovan” peyva “Şivan” tê xebitandin. “Şiv” tê mana çubuk a tirkî. Yanî kesê ku bi şivê dajo. Di kurdî da gelek cureyên wê hene: Gavan, golikvan, berxvan. Peyvika “Parça” di kurdî da ji peyva “Par” tê. “Par” di kurdî da him tê maneya “bölüm”, him jî tê maneya “hisse”. Bax (bi tirkî -bag¨) ji baxçe (bi tirkî -bahçe) tê. “Çarmih”a tirkî  ji “çar+mix” a kurdî tê. Wek van bi sedan belkî bi hezaran gotinên kurdî ketine nav zimanê tirkî.

Baş, lê peyvên ku ji zimanê tirkî ketine nav zimanê kurdî?

Gotinên ku ji tirkî derbas bûne nav zimanê kurdî jî gelek hene. Ew kesên ku zimanê xwe yê zikmakî nizanin û bi kar naynin û yên ku li  mektebê, ziqaqê, ber televizyonê rastî zimanê tirkî tên, dikarin di şûna peyvên kurdî da yên tirkî bi kar bînin. Mesela, şûna ku bêje “Ez fikirîm” dibêje “Düşünmüş bûm”.

Di herdu zimanan da we berhem dane. Gelo hûn ji herdu zimanan kîjanî bêtir hez dikin bi kar bînin?

Di herdu zimanan da jî hez dikim him bixwînim him jî binivîsim. Eger mirov baş bi kar bîne, her yekê xwedîyê aheng, muzîk û bedewtîyeke xweser e. Kurdî zimanê min ê zikmakî ye. Lê min di mekteban da nexwendiye. Min kurdîya nivîskî bi hewldana xwe û gelekî dereng nas kir; piştî 35 slîya xwe min dest bi nivîsandina kurdî kir. Lê dema min romana xwe ya pêşîn bi tirkî nivîsand ez 23 salî bûm. Her çiqas min dereng dest pê kir jî, ez bawer dikim bi kurdî baş dinivîsim. Min hemû çarînên xwe bi kurdî nivîsîn. Ez hez dikim nivîsên xwe yên sohbetê (essay) bi kurdî binivîsim. Sedem ew e ku kurdî ji bo şiêrê lêhatî ye, û zimanekî bêtir melodîk e. Ji ber ku piranîya peyvên kurdî yek yan jî du kîte (hece) ne, di şiêrê da hûnandineke bi pîvan û lêkirina kafîye da hêsanîyekê dide meriv. Dîsa di kurdî da piranîya lêkeran bi vokalan diqedin û navdêr bi konsunantên nerm û alandar, wek paşpirtikên “an” yan jî “în”. Ev nermayî û dewlemendîya dengan dide vegotinê.

Car heye ku hûn tirkî û kurdî têkilhev dikin?

Di jîyana rojane da carina tevlihevkirin çêdibe. Li Stockholmê kurd di navbera xwe da kurdî qise dikin. Lê dema ez televizyona tirkî temaşe dikim carna dizivirim bi tirkî deng dikim. Carinan jî bi eksê wê, yanî  vedigerim ser kesekî ku kurdî nizane û jê ra bi kurdî deng dikim. Kengê ez bi kirina xwe şiyar dibim derhal dibêjim “program guherîbû!” Di zimanê nivîskî da jî tiştên weha dibin. Mesela wek nivîsandina “w” ya kurdî di şûna “v” ya tirkî da...

Eger hûn mamosteyê zimanê kurdî bin, Apo jî şagirdê we be, hûnê ser dehan (10) çend pûanan bidinê?

Pênc.


Kemal Burkay kî ye?

Lîderê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, Nisana sala 1980 derkete dervayî welat, siyaseta wî li dijî şerê çekdarî û siyaseta PKKê rawestiya, rêyeke aştiyane da ber xwe. Niha li Swêdê dijî.

Xwendina xwe ya bilind li Anqerê di mekteba mamostetiyê û fakulta huqûqê da kir. Bi zimanê tirkî û kurdî gelek roman, hikayet, piyes, helbest û pirtûkên dîrokê nivîsîn. Beşek ji helbestên wî bûne stranên gelekî hezkirî û di mijîyan da hatine nitirandin. Dema min jê pirs kir “Gelo hun bi gotina hevrê (yoldaş) niha jî bextewar dibin gava yek ji we ra dibêje?” wî bersiva pirsa min weha da: Hevrêrtî, bilî armancên mişterek tê wê maneyê ku keder û kêfxweşi bi biratî tên parvekirin û mirov li hember hev durust û ewle ye. Lê komplekseke min ya wisa tune ku ez bêjim illa gerek ji min ra hevrê bête gotin. Hevalên min pirî caran bi gotina “kekê” bangî min dikin, (kekê di kurdî da tê manaeya brayê mezin) yan jî dibêjin “Kemal abî”. Ev jî têra min dike!”

Roportaj ji rojnama ZAMAN ya 17ê Adarê 2002 hatiye wergirtin. Kurdiya wê: Haluk Öztürk