Seydayê Tîrêj
ji nav me barkir, lê stêrka wî
geş dimîne

Ehmed Heso

Dilê Seydayê Tîrêj, ku 79 salan evîna kurd û Kurdistanê ketibû navê, di xwîn û laşê wî da belav bûbû û di rûpelên diwanên wî da xwe nîşan dida, ew dilê mezin demjimêr dora heftûnîvê  şevê roja 23’ê Adara sala 2002an da, li nexweşxaneyeke li bajarê Hesekçê sekinî.

Seydayê Tîrêj di 25’ê Adara sala 2002an da, li gundê bav û kalê xwe Girkeftar hatîye veşartin. Bi deh  hezaran kurd û kesên ji neteweyên dîtir, ku li herêma Cizîrê dijîn, qasî 30 kîlometre li dû cenazeyê helbestvan û torevanê xwe yê nemir meşîyan da ku wî cara dawî birêkin. Tevgera Kurd li Süryê (bi hemû partî, rêxistin, komên folklorî û hwd) li helbestvanê xwe xwedî derketine, bernameyê veşartina cenazeyê Seydayê Tîrêj organîze kirine. Ev yêka jî nîşan dide, ku Seydayê Tîrêj helbestvanê Kurdistanî bû.

Li ser gora wî ya pîroz da gotarên partî û rêxistinên Kurd hatin xwendin. Van gotaran hemû li  ser jîyana Seydayê Tirêj û  kar û xebata wî yên sîyasî, cîvakî, torevanî û konevanî bûn

Tîrêj di jîyana xwe da herdem hevgirtin û yekgirtina gelê Kurd dixwest. Di roja koçkirina wî da ev yeka bi başi dîyar bû. Gelê Kurd li wî xweyî derket û nîşan da, ku mezinên xwe tu car ji bîr nake, qedr û qiymeta wan baş dizane.

Bila serê gelê Kurd sax be!

 


Seydayê Tîrêj (1923-2002) di sala 1923an da li Kurdistana Sûryê, li gundekê Kurdan da, bi navê Nicîmê Hayîf kurê Heso hatîye dunyayê, bûye biçûkê sê bira û du xwişk.

Tîrêj di heft salîya xwe da, li ber destê mirovekî zana û welatparêz Mele Îbrehîmê Golî dest bi xwendinê dike, Quran û hinek pirtûkên şerîetê dixwîne. Mele Îbrehîm jêra şîret dike û usa dibêje: "Xuya dike, ku tu xortekî miletperwer î, here li dibistanê bixwîne."

Seydayê Tîrêj li ser vê şîretê û bi alîkarîya bav û birayên xwe berê xwe dide dibistanê li bajarê Amûdê û li wir pênç salan dixwîne. Di 16-17 salîya xwe da dest bi helbest nivîsînê dike û dikeve nava tevgera Kurdî. Di wê demê da dibe endamê "Xoybûn"ê û di nav refên wê da xebat dike. Her wê demê hevaltîya Seydayê Cîgerxwîn dike. Herweha bi alîkarîya Qedrîcan, Dr Nureddîn Zaza, Hesen Hişyar û serokê Xoybûnê Elî Şiwêş, li Amûdê, di dibistana ne eşkere da,  di warê fêrbûna zimanê Kurdî gav avêtîye.

Helbestên wî di kovara Roja Nû da, ku Dr. Kamuran Bedîrxan derdixist, hatin belav kirin. Her weha wî li Amûdê, di "Koma Keşefan" da kar kirîye.

Di sala 1952an da tê girtin. Gava dewlet ser mala wî da digıre, dest datîne ser dîwanek wî, ew dîwan unda bûye.

Berhemên Seydayê Tîrêj yên çapkirî 3 dîwan û pirtûkek in: Xelat, Zozan û Cûdî (dîwan in) û Serpêhatîyên Kurdan.

Her weha berhemên wî yên ne çapkîrî jî hene.

© ROJA 2000-2001