Beyana Platform’ê
Dilê
me li başûrê Kurdistanê lê dixe!
Doza gelê me ya rewa îroj ketiye qonaxeke pirî dijwar.
Di vê demê de ji alîyekî ve gefên ku bi armanca tarîkirina
pêşeroja me û nehiştina destkevtîyên me yên dîrokî
li me kurdan tên xwarin û ji alîyê din ve jî îmkanên ji
bo çareserkirina pirsa me ya kevnare derketine ortê, bi
hevdu re xuya dibin. Di tu demên dîrokê de, ne xetereke
weha mezin peyda bûye û ne jî firsendeke weha baş ketiye
destên kurdan.
Tevî hemû kêmanîyên xwe jî gavên li başûrê welatê
me tên avêtin û avakirina her ku diçe di jîyana me kurdan
de bêtir bi cîh dibe, pêşeroja gelekî mezlûm misogertir
dikin û ji bo paraztin û pêşdebirina dozeke rewa îmkanên
bêhempa pêşkêş dikin. Lê dewleta Tirkîyeyê ya
ku raya dinyayê ya giştî li hin guhartinên wê yên vê
dawîyê -bêyî ku navê gelê me û hebûna wî telafûz bike-
yên bi zora Ewrûpayê ve li ser kaxezê çêbûne bi şik
mêze dike, bi xeta xwe ya li Rohilata Navîn dîyar dike ku
ew ê li dijî her mafekî kurdan raweste û li kîjan devera
dinyayê dibe bila bibe, dê nehêle ku kurd bigîhêjin tu mafan.
Rejîma ku li ser bingehê înkarkirina ziman, çand û hebûna
me kurdan hatiye avakirin, îroj di vê dema me ya nazik de,
tehdîda herî mezin pêk tîne. Ew qîma xwe bi tehdîdan bi
tenê naîne, herweha hevalbendên xwe dixwaze bi dewletên
herêmê yên din re jî vê tehdîdê dijwartir bike.
Rejîma dagîrker ji 1991ê vir de bi her awayî xwestiye
ku destkevtîyên başûrê Kurdistanê yên sîyasî ji holê
rake. Ji bo vê armanca xwe her metod bi kar anîye. Helwêsta
Tirkîyeyê ya êrîşkar di van demên dawîyê de başûrê
welatê me bêtir tehdîd dike. Lê dewleta başûrê welatê
me ya federal jî bi helwêsteke zelaltir û mêrxastir li dijî
êrîş û planên Tirkîyeyê yên qirêj radiweste. Ev helwêsta
birêvebirên dewleta me ya federal bawerîya me xurttir dike
û di nav kurdan de dibe sedema xweşbînîyeke mezin.
Ev helwêsta ku li ser bingehê paraztina hêjayî û deskevtîyên
neteweyî bilind dibe, divê ji me hemûyan re bibe rehber.
Nemaze axavtina birêz Mesûd Berzanî ya li Parlamentoya Kurdistanê
û bersivên wî yên li hember êrîşên Tirkîyeyê yên vê
dawîyê û herweha daxuyanîyên wî yên li ser çareserkirina
pirsa kurd û êrîşa Emerîkayê ya muhtemel hêvîyên me
kurdên bakur xurttir dike.
Hemû partîyên Tirkîyeyê yên sîyasî tevî ku nakokîyên xwe
yên hindurîn jî hêzên xwe kirine yek û di şexsîyeta
PDK-Iraqê de êrîşî kurdên Basûr û dewleta wan dike.
Tirkîye Kerkûk û Mûsilê mîna bajarên tirkmenan nîşan
dide û di vî warî de gefan li Dewleta Federal dixwe. Em,
Platforma Kurdên Ewrûpayê dê bi her awayî li dijî van planên
Tirkîyeyê derkevin, tehdîdên wê yên li ser başûrê Kurdistanê
bi tundî rûreş bikin û zilm û çavsorîya wê mehkûm bikin.
Gelê Kurdistanê her roj bi hêjayîya destkevtîyên xwe yên
neteweyî bêtir dizane û ew ê tu caran destûrê nede ku zerareke
herî piçûk jî bigîhêje wan.
Em bangî raya gelê Kurdistanê ya giştî dikin ku li
dijî êrîşên Tirkîyeya dagîrker bi tundî rawestin.
26-8-2002
Platforma Kurdên Ewrûpayê
PLATFORM
(Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur,
Însîyatîfa Kurdên Ewrûpayê-Însiyatîf, Koordînasyona
Demokratîk a Kurdên Ewrûpayê - DEM-KURD)
Navnişana Pêywendiyê:
FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, fax: 0046-8-6502120
info@kurdiskarf.