Nûçe

Arsîva dîjîtal ya kovara ROJA NÛ (1978-2001) hat wesandin

Arsîva dîjîtal ya kovara kurdî ya çandî Roja Nû hat wesandin. Roja Nû di navbera salên 1978-2001`an de, li Swêdê wek wesana KOMKAR-Swêdê derketîye. Li ser hev 108 hejmarên wê hatine wesandin.

Roja Nû, di destpêkê de bi zimanên kurdî-tirkî û di formata rojnemeyekê de, mehê carekê derdiket, lê ji sala 1983-a pêde formata xwe guhart, êdî wek kovareke çandî ya tenê bi zimanê kurdî wesana xwe domand.

Wextê ku Roja Nû li dervayî welat besdarî pêvajoya pêsxistin û geskirina zimanê kurdî yê nivîsandinê bû, hejmara hem nivîskar û hem jî xwendevanên zimanê kurdî (kurmancî) gelek kêm bûn. Hingê di nivîsandina kurdî de helbestvanê kurdan ê mezin Cegerxwîn (ku nû hatibû Swêdê), Prof. Qanatê Kurdo, Têmûrê Xelîl, Tosinê Resîd û hin kesên din jî alîkarîya Roja Nû kirin. Bi wextê re hejmara nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî zêdetir bûn.

Kovar, heta sala 1987-a li Swêdê û pasê li Kolnê di çapxaneya arizî ya KOMKARê de hatîye çapkirin.

Arsîva dîjîtal, ku ji alîyê Hasan Nuri Göçmen ve hatîye amadekirin, malpera ‘Dengê Kurdistan’ de hatîye wesandin. Ew êdî di xizmeta xwendevan û lêkolînerên îro û dahatû de ye. Navnîsana arsîvê li ser torê eve ye:

http://www.dengekurdistan.nu/rn/rojanu_arsiv.html

Dengê Kurdistan

Back to top button