Nûçe

Asteng li pês malpera me

Ev du roj e ku xwendevanên me yên li Tirkîyê nikarin bikevin malpera me ( www.kurdistan.nu). Dema xwendevan dicêribînin bikevin malperê nivîsek derdikeve pêsîya wan û dibêje: ‘Ev malper li gor biryara Dadgeha Cezayî ya 11 li Îstembolê, ku di 4ê Tebaxê da hatiye girtin, bi destê Serokatiya Têlekomikasyonê hatiye astengkirin.

Xuya ye ew biryara ku di 4ê Tebaxê da hatiye girtin teze tê cêbecêkirin. Em nizanin ev biryar ji ber çi hatiye girtin. Tê gotin ‘ji bo parastinê.’ Gelo parastina kê û ji çi? Ew Kurdan û Tirkan ji çi diparêzin, ji top û tifingên me, yan ji bîr û rayên me?..

Xuya ye hin kes û ali ji bîr û rayên ku di malpera me da cî digrin aciz bûne. Tistê herî balkês ev biryar pistî vegera Kemal Burkay hatiye girtin. Xuya ye ew eleqeya mezin ku di dema vegerê da ji Burkay ra hat nîsandan û malpera me bi firehî cî dayê, hin dorhêl aciz kirin û hin sazî û navendên qedexebaz dest bi kar kirin.

Helbet dijî vê êrîs û neheqîyê emê bi rê olaxên yasayî li heqê xwe bigerin. Ev bûyer careke din nîsan dide ku li Tirkîyê sazîya dadî (edalet) hîn di herî hezazekê da ye û ji bo pêsîlêgirtina li bir û bawerîyên mixalîf çawa roleke sereke dilîze. Hîn jî li vî welatî li pês azadiya bîr û bawerî û çapemenî seddên Çînê hene.

Gelo ev kiryarên han wê bikaribin pêsî li belavbûna bîr û bawerîyên me bi temamî bigrin? Heya nuha nekarîn pêsî lê bigrin û pistî vê saetê, di dema kominikasyona îroyîn de qet nikarin. Eger astengên han bikira pêsî li Bihara Ereban digirtin. Ji vê siyaseta sas tenê xelkê vî welati zirar kirin. Dawiya van sazî û kesên qedexebaz êdî hatiye û ew çi bikin vala ye.

Êdî ne hedê wan e ku bikaribin dengê me bibirin.

Dengê Kurdistan

10ê Çirîya Pêsîn, 2011

Dengê Kurdistan

Back to top button