Nivîsar

BAJARÊ QEDÎM YÊ DÎROKÎ SENGAL

Roja Yeksemê, 03.08.2014 -a nûçeyeke res li nav Kurdên Êzdiyan geriya, li nav Kurdan û cîhanê bela bû ku ev çekdarên DAIS bi xemsariyeke berpirsên Pêsmergan yên vê devera Sengal, Zûmarê, Rabia û navça vêderê ketin destê wan xwînxwar û zalimên terorîstan. Ev kesên ne meriv û bêwijdan ku wisa jî hatinê perwerdekirin. Ev çar rojên qetliyamê li Sengalê û Zumarê û li vê navçeyê dikin. Heta agahdariyên vêgavê nêzî 300 Kurdên Êzdî kustine û bi sedan jî jin keç revandine wana weki cariyan bifrosên û nêzî 300 hezar jî koçber bûne (ji van 30-50 hezar xwe li çiyayê Sengalê girtine). Ev hejmar bi texminiye, heta ku Sengal nekeve destê pêsmergan û kontrola wan bi temamî hejmarên kustiyan ne diyar e . Ev kareseta ha ne mirovî li ber çavên cîhanê dibe, bêdeng û hewldan tune. Niha bi bîryara Hikûmeta Kurdistanê û serokê Kurdistanê bi rêz Mesûd Barzanî, fermana ku pêsmerge êdî êrîsê ser DAIS-ê bikin daye. Pêsmergan û ev bi hemû îmkan û mecalê xwe û bi hêza xwe ve bi qehremanî diçin ser DAIS-ê daku wan ji deverê paqij bikin. Xuyaye ku pêsmerge pêsve diçin û sê bingehên ser ji bo xortên Êzdiyan jî hatiye vekirin, da ku ew jî di milê pêsmergan de wan DAIS-a ji axa dîrok û pîroz ya Kurdistanê derxînin.

Sengal çawa ketiye destê DAIS-ê?

Li gor nivîsara Bedel Boseli (06.08.2014 , malpera Kurdistan-Post) ku merivî wî di nav pêsmergan de general heye bi navê Simê Boseli agahdarî û zanyariyên nêzîk jê girtine û dibêje û ez bi xwe jî ji vê çavkaniyê hatim bawerkirin. Ev kareset wisa bûye: „Dibêjê sê serleskeran pêsmergan devera Zûmarê, Rabia û Sengal(Singal) diparastin. Ji van re hat gotin ku teyare were van devera bombebaran bike ji wira xwe pasve bidin. Ji van sê serleskeran (komitanan) dido bi temamî xwe pasve dikisinin, lê belê yek ji van bi navê Bijar(merivê bi rêz Barzanî be xwe ye) tevî pêsmergên xwe ve li hemberê DAIS-ê serê xwe berdewam kiriye heta ku ew sehîd ketiye. Di destê pêsmergan de silêhên ku tesîr li wan dikri hebûne, kevin bûne û asmûna (tecribe) wan jî ne hewqas bûye, tenê hinek pêsmergên ku asmûna wan heyî ser kirine, da ku xelk bikaribin derkevin û xwe biparêzin û azad bibin ber êrîsa teroristan. Wana ber xwe daye heta sehîd ketine. Di destê terorîstan de silêhên ji yê pêsmergan çêtir hebûne, lêskerên dema Seddam de mayî di nav wan de bûne û esîrên Ereban ve jî bi wan rê êrîs dikirin ser bajarokê Zûmarê, Rabie û Sengalê. Pistî ku Zûmarê ket dûrê jî rehet Rabia û Sengal ketin destê wan. Hinek pêsmerge heta fîsekên wan hebûne ser kirine sehîd bûne, hinek ji wan jî bi Êzdiyan re derketine Çiyayê Sengalê.Û YPG jî di nav me de qet tune bûye.’

Niha Ji bo destxistina Sengelê û deverên din pêsmerge bi hemû qewet û silêhên modern û bi takviyekê ordiya pêsmergan ve êrîs dikin, da kû wan DAIS-an ji wêderê paqij bikin û alikariye digihînên Êzdiyan yên di Çiyayê Sengalê(Singalê) de ne.

Ev roja(03.08.2014) ku Sengal ket destê DAIS-ê ez wê rojê li bajarê Celle li ciyek tevî hevjina xwe mêvan bûn. Dema em çûn rûnistin, ewî xemgîn û bi hêrs bûn gotin ‘ fermana Êzdiya rabûye, Kurdan Êzdî firotine DAIS-ê pêsmergan evder ji wan re berdane çûne û tistê din…’ Min got ez bawernakim, bi rêz Barzanî û hikûmeta Kurdistanê bostek erda Kurdistanê bernade û ji bo vê yekê jî pêsmerge xwe canê xwe feda dikin. Dûre nerm û hinekî qanbûn. Pasî gotin „ waye televîzyon dibêje’ Min got ev ne rast in, bas bixwînin û bas bisopînin hêja bêjin, dive di ser de xemsariyek an jî sasîtiyek hebe.’ Pasî yekî ji van got „tu çêtir zanî.’ Pistî hingê min nûçe û çavkaniyên din her saet û disopand ev dîtina min rast jî derket.

Li dijî DAIS-ê li Oldenburgê çalakiyeke Kurdên Êzdiyan:

Roja Sêsemê, dema 05.08.2014 seet 4.30 pistî nîvro nêzik 500 kesî tevî mesa ku terorîst ketine Sengalê û Êzdiya qir dikin û koçber dikin. Ev ji aliyên Mala Êzdiyan Oldenburg û Leer ve hat lidarxistin. Ev mes pêwîst bû ku bihatina kirin jî. Bi dîtina min mes bas nehatibû organîze kirin ango birevebira vê ji dest derket. Al, pankart,slogan,rêza mesê ne li gor armanca mesê bû. Gotin bila kes al veneke, ala PYG vekirin; wêne neyînin, anîn; sloganên ku pêsî li ser Êzdiya bên gotin ev jî kêm bûn. Armanc ev bû ku li dijî vê kareseta ha dengê Êzdiya bigihîje dewlet û miletê Alman.

Ems ê kes çûn tevî mesê bûn. Yekî tîsortekî ku ala Kurdistanê pêve ye lixwe kiriye, yekî jî ala Kurdistanê bi stûyê xwe pista xwe ve kir û em bi hev re mesiyan. Evê dibêjin jixweyinî me kes tune gotin „ev al yasaxe, gereke hûn venekin’. Min got „çawa yasaxe, kî ev yasax kiriye, ev ala Kurdistanêye û yasax jî nabe’. Pasî em qasî 20 deqa em mesiyan, me dît hevalên Bremen-Komkar Erkan û xuskên xwe bi ala Kurdî hatin ba me tevî mesî bûn . Dîsa ev kes hatin gotin ‘ev al yasaxe gereke venebe’ Di nav me û van kesên ku ala Kurdistanê qebûl nedikirin û dijin we bûn gengesî çêbû, heta nêzî dawiya bername mesê ku xelas be, di vê navberê de kek Esker, û Reyso û kesekî dî (ji Kurdistana rojhilat) hatin ba me û me ala Kurdî di ciyê sekina mes parast û me bilind hist. Em gihîstin armanca xwe. Wisa diyar bû ku Kurdên Êzdî yên li Awropayê di bin tesîra agahdariyên ne rast û çewte ne, ev helwesta ya hemberê nîrxa neteweya Kurdî ya ala Kurdistanê di vê çalakiya de gelek eyib û serme ji bo Kurdên Êzdiyan…

Daxwazî û heviyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê;

– Pêwîste pistî ev kareseta ha hatiye serê Kurdên Êzdiyan, ji bo Êzdiyan êdî otonomî (xwe îdare kirin di nav Kurdistanê de cî û waren Êzdiyan)

– Xort û civanên Kurdên Êzdî him di warê îdarî de û him jî leskerîde bên perwerdekirin. Ev yek him bergiriya Kurdistanê û Êzdiya bi xwe ye.

Êzdî Kurdên resen in û ev ticar ji Kurd û Kurdistanê naqetin û nayên qetandin. Wana bi bîrûbaweriyên xwe ve, zimanê xwe ve , çand û kultura xwe ve kurdîtiyê xwedî kirine û dikin.

Ev organîzasiyana terorist û wahsî DAIS(Dewleta Islam li Irak û Samê) ne sere xwe tenêye li pist vê xêrnexwaz û neyarê Kurdan hene, ku nahelin Kurdistan bibe dewlet û ev êdî eskereye. Nelma jî pistî bi rêz Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê bîryar da, ku ji bo serxwebûna Kurdistanê û madda 140 referandûmê çêbikin, DAIS-ê êrîsên xwe li ser Kurdistanê xurt û zêde kirin. Pêsmergê têra xwe hene û yê van teroristan ji bajarê qedîm û dîroka Kurdistanê Sengel û hemû warê din ku dibin destê wan deye azad bikin.

Li gor sopandina min ya siyaseta derveyê difikirim, ku ev organîsasiyon DAIS planeke Amerika û Tirkiyê ye li dijî Kurdan/ Kurdistanê hatiye danîn. Ev leyîstikeke ser Kurdane û xuyanî dike ku dewleta Tirkiye alikariya wan dikin weke lojostîk û tistên din. Bi dîtina min Kurd divê siyaset û dîplomasiyeke gelek zane û aqilane bikin û ev kesên wisa jî di nav Kurdan de hene.

Gotine’ dostên Kurdan tuneye’, ev raste weke Serokê Kurdistana Herême cenabê Barzanî jî dibêje Kurd eva 2 mehin bi qewet û îmkanê xwe dijî vê terorê xwe diparêzin, heta îro jî ti dewlet alikarî nedaye. Li himberê ve yekê Amerika,Awropa, guhên xwe kerr kirinê û bêdeng in,ka ye mirovatî, demokratî… Sik tune Kurdistanê bibe dewlet îro be sibê be. Bila dijmin dilê xwe bêêsînê, ranezê…

Em tevî hemû ês, qeder,xemgînî û sîna miletê xwe dibin…

Kurdistan bê Sengal nabe! Û Sengal jî bê Kurdistan nabe!

Bijî Kurdistan! Bijî Êzîdxan!

Ahmed Akbas

07.08.2014

Têbînî: Tê zanîn ku sibê 07.08.2014- an li bajarê Geneve-Swîsreyê bi xwesteka dewleta Frensa ji bo Êzdiya ku di rewseke awarte û xirab de ne, civineke Neteweyên Yekbûyî (NY) bê lidarxistin.

Ahmet Akbas

Balkêş e ?
Close
Back to top button