Nivîsar

Balî Bi Komcivîna Mezin Ya HAK-PARêve…

Divê ku ev rêxistina emekdar, kedkar (HAK-PAR) Partîya Maf û Azadîya ku ji kevnesopîyek çil-pêncî salî tê û bi programeke xwe û destûrek xweye li gor sertên bakurê Kurdistanê û herêma ku em lêne û cîhana ku em lê dijîn neqsa xwe û rêbazeke xwe danîye. Ev destûr û programa HAK-PARê de wextê ku hate damzrandin, ji gelek bîr û bawerîyên cûr bi cûr, çi îslam, çi demkrat, çi sosyalîst û lîberal hatin cem hev û li ser serokatîya Melîk Firatê hezar rehmeta xwedê lê be, hate damzrandin. Ew dem Partîya Demokrasîyê Guhertinê (DDP) hebû heval ên wê partîyê ji bo yekitîya millî û netewîya gelê Kurd, partîya xwe û teskîlatên ku hebûn, hemûçik dewrî ser Partîya Maf û Azadîya kir, ji bo yekitîyê û Kurd perwerîyê.

Emê çawa vê partîya Melîk Firatê nebîyê Sêx Saîdê Kal xurt bikin û bibe artanatîf di meydana sîyaseta ku ana li tirkî têye kirin, weke Kurd;

1-Komcivîna-kongra 5 emîn ya HAK-PARê de, divê ku em lê xwedî derkevin, madî û manewî.

2-Divê ku hemû endam, dost û pêgirdyên HAK-PARê destên xwe dibin kevirê vê rêxistina ku bawerîya me lêtê, madî û manewî pîber bibin.

3-Divê rêveberîyek cesûr û li gor sîyaseta partîyê bêye hilbijartin ku karê xwe bi camêrî û canfidahî bi mesîne.

4-Kesên di rêveberîyê de kar bike, weke millîtana be, kesên ku hûnandinê bas bizanibe, kesan kezenc bike.

5-Divê bi xwe bawer be, di nava gel de bêye hezkirin, tecrûbên xwe bas be, sîyaseta partîya xwe bas bizanibe.

6-Merivên bi kêrhatî be, di dewûdoza kurd û kurdistanê de bi tecrûbên xwe hebin.

7-Berî kongrê divê meriv gelek kes û sexsiyetên kurdan ku hene wan dewetî hem kongrê bike û hem jî doza kar girtinê li wan bike.

8-Kesên ku bi tirs û dudilo, di rêveberîya partîyê de, divê kar negre, ji ber ku ew di nav kar û barê partîyê de astengan derxwe…

Bi vê wesîlê komcivîna pênca ya HAK-PARê bi dil û can pîroz dikim û serkeftinê ji organên nûh û serokê wêye nûh re dixwazim. Divê em vê rêvebrîyê tenê nehêlin, divê em madî û manewî pîberî wan bibin, ewçax em dibin layîqên hev û hevrêyên hev yê Partîya Maf û Azadîya, damzranvanê partîya Melîk Firatê gorbihust.

De heyîdê heta du salên pêsîya kongra partîya maf û azadîya (HAK-PAR) ê bi mil bi mil, pîberî kar û xebatê wê bibin, hemû dilsozên partîya maf û azadîyan.

Balkêş e ?
Close
Back to top button