Nivîsar

BANG, bo hêz û siyasetmedarên Kurdistana Basûr

Birano!
Dîrokê wezîfeke pirr bi rûmet daye we.
Hûn li ber textê dewletbûna Kurd û Kurdistanê sekinîne.
Bizanbin qedir û wezîfa wa, dîrokê da, para degme evda dikeve.
Pir mêr û mêrxwes, egît û pelewan, zane û a’lim meydanê azadya Kurd û Kurdistanê ra hatine-çûne, derbazbûne lê ev bext, wezîfa waye bi hurmet û giran hê dîrokê nedaye tu kesî.
Hê jî dereng nîne, meydana seref-namûs û serbilindayê hîvya we ye. Yek bin, tifaq bin, ji ber derê neyarê gelê xwe vegerin, jer li wî paryê nan keve, ku neyar dide we, ew dermanê bêrûmetiyê, xweyîntiyê û xiyanetê ye.
Nebin Bekoyê Ewana, ew nav bi nelet mejûyê her evdekî kurd da nivîsar e.
Îro roja xîret û namûsê ye.
Meydan ya weletparêz û mêrxwesan e!
Bêxîret timê jî li ber tendûra neyaran bûn e.
Guh nedine neyarê Kurdistanê, dostên wan û xweyînê me!
Neyar û dagerkirên Kurdistanê, dîrokê da, çi wesîtî hebûye anîne serê kal-bavê we .
Îro jî heçar perçê Kurdistanê da wesîtiya wan berdewan e!
Kurdistana bê dewlet, bê xwedî, bê hêz tu cara jî xezeb û zulma Ereb, Ecem û Tirka xilas nabe!
Her çar dewlet jî dibêjin: Kurdno Rêfêrêndyûmê nekin, lê sozekî nermkirina xezeba xwe nadin, gaveke xêrê ya biçûk berbi gelê Kurd navêjin, sozê mafê heyîtiyê jî nadin Kurdan…
Borbora wan da tenê tirsandin, zulma xwe hê zulmkirin, xezeba xwe hê xurtkirin, bo Kurdan hebs û zindan zêdekirin e.
Bifikirin wê wa kuda here?
Rojekê gerekê dewî vê rezîlyê bê?
Ji wan netirsin! Heçar perçê Kurdistanê da jî gelê Kurd ji neyarê xwe bi hêztir e!
Wan bawar nekin! Wîjdan û bawarya wan nava xûna kurda da hasil bûne.
Bo xatir yan tirsa wan Rêfêrûndûm nekirin, yan pasda gav avêtin tistkî naguhere, ew xatira nizanin. Ya wan zordestî ye, tirsandin, kustin û xapandin e. Ji bo kustina kurda, wêrankirina Kurdistanê çek-sîlihê here kujar ji deshilatdarê cihanê kirîn e. Bi mîlyarda dolara ew rusetkirin û dengê wan himber vê zulmê kerr kirin e…
Destê wan bê, wê gelê Kurd, Kurdistanê tunekin, çe’lkin!
Dewlet bûna Kurdistanê, bi hêz bûna Kurdan tek kare destê wan bigre!
Dewlet bûn, bi hêz bûn ê gelê Kurd ji zulma neyaran rizgarke…
Tistê undakirinê nîne!
Tistê undakirinê nemaye!
Gelê Kurd bi hêvî we dinhêre!
Gavê pasda navêjin!
Meydana xîret û namûsê ya weye!

Eskerê Boyîk
Nivîskar
16.08.20

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button