Nivîsar

Bang Ji Hemû Kurdan re!…

Di qirna bîstûyekan de, gelê kurd biçik jî be heqek bidestxistine, basûrê kurdistanê hikumetek heye. Ji xwe serhildanên gelê kurd li Cizîra Botan, bi serokatîya malbata bedirxanan, li Colemêrgê serhildana Sêx Ubedulahê Nehrî, ser hildana Sêx Seîdê Pîran, ser hildana Koçgirî bi serokatîya Elî Sêr, ser hildana Agirî yê û ser hildana Dêrsimê bi serokatîya û serhildana Simkoyê Sekakî û Sêx Mehmûdê Berzencî û serokatîya Mistefa Barzanî li basûrî Kurdistan, Seyîd Riza û here ya talî jî yanzdek mehan komara Kurdistan li kurdistana îranê. Herdem gelê kurd ji bo azadîya gelê xwe li ber xwedaye û hînjî li ber xwe dide.

Bi perçekirina xaka kurdistanê bû çarperçe, li herperçeyî gelê kurd xwe bi rêxistin kirin di warê nehînî de, ji ber gelê kurd li her perçê ku lê dimîne sert û zurîfê vekirî-legal karbike tune bû, mecbûrî bû ku nehînî-îlegal kar û xebatên xwe bidomîne. Gelek derban ji hêlên polîs û leskerên wan desthiledarîyan ve dihatin girtin û teadeyên giran li wan dihate kirin û bi sala di girtîgehan de diman û cezeyên giran didan wan.

Û ev dew û doza gelê kurd hate qirna bîstûyekan berdewam kir û wê hînjî berdewam bike. Îrojî xebat û berxwedana gelê kurd li herçar perçê kurdistanê li ber çavaye. Li basûrê kurdistanê bi têkçûna hikmê fasî, hikmeteke federala kurdan û erban pêk hat, rojhilatê kurdistanê kar û xebat ji bo azadîya gelê kurdistanê berdewame, li bakurê kurdistanê xebata ji bo azadîya gelê kurd berdewame û rojavayê kurdistanê jî desthiledarîya Esed li ber têkçûyînê ye.

Ji xwe li basûrê kurdistanê desthiledarîyek kurdan heye. Lê dagirkerên kurdistanê dixwazin rojik berî rojikê vê herêma basûrê kurdistanê têk bibin. Bi dek û dolabên ku berê dikirin niha nikarin pêk bînin. Lê ana bi destên çekdarên DAISê, dagirkerên kurdistan dixwazin rewsa herêmê û bi teybetî jî rewsa kurdistanê tevlihevbikin.

Destkeftîyên basûrê kurdistanê destkeftîyên hemû kurdane, divê ku hemû kurd pîberî basûrê kurdistanê û hikumeta kurdistanê bibin û seferber bibin, ji kalê hefê salî bigre û destê kê çekê bigre herin alîkarîya pêsmerga bikin. Ji bo parastina basûrê kurdistanê çi ji meeriv bê meriv bike. Gefên ku li basûrê kurdistanê û rojavayê kurdistanê têne kirin, divê kurd jî hêzên xwe bikin yek, mil bidin hev û tixûbên kurdistanê biparêzên, ji hêzên DAISê û dagikeran.

Ev dem dema pîberîya gelê basûre, dema hevkarîya kurdane û parastina basûrê kurdistanê ye. Dem dema parastina hikmê basûrê kurdistanê û parlemena kurdistanê û xaka wê tixûbê wêye .

Ev bang, banga ji bo hemû welatîyê kurdistanêye û hemû kurdperwerîyan, nistîmanperweran, destên xwe bidin hev û dibin Alaya Kurdistanê de, dibin sirûda ey-reqîb û ji bo serefa sehîdên kurd û kurdistanê û xaka bav û kalê xwe ku jêre dibêjin Kurdistane, milê xwe bidin hev û di nav rêzên pêsmergên qehreman de cîhê xwe divê ku meriv bigre û ez bi xwe jî amde mim.

Di talî de, ez vêya dixwazim bêjim, bav û kalên me gotine, ‘kustîyo di ber xelkê de’ heger di ber gelê kurd û kurdistanê de be, divê ku em xwîna xwe birjî nin. Lê heger di ber xelê dinê debe, em çima tixûbên xwe neparêzin û herin di ber gelê dinê de xwîna xwe birjînin. Gelê me û xak me û tixûbê mej i hertistî ferstir û pîroztire. Ji ana û pêve alaya kurdistanê lik u hate çikandin divê ew xaka bibe xaka me, ji ber ku bi ser û pefçûnê bi xwîna sehîdên kurdistanê hatîye bidestxistin divê ku meriv jê derneke.

Ev dek û dolabên ku bi destê DAISê têye kirin, tilîyên dagirkerên kurdistanê tê deye û dibe jî destê dewletên emperyalîst jî tê de hebe. Di vî warî de divê ku desthiledarîya herêma Kurdistanê û bi teybetî jî serokatîya herêmê kurdistanê kekê hêja Masûd Barzanî tevbigere. Heger ku xendeqên li ser tixûbên kurdistanê nehatina kolandin ev hicûma ku DAISê kirîye ser Mûsilê wê li ser kurdistanê bikirina.

Dîsa jî dibêjim, û bang dikim ji hemû welatîyên xwere, divê ku em xwedî li birayên xweye basûrê kurdistanê derkevin, wan tenê nehêlin. Em bi madî û manewî li kêleka wan pêsmerên qehreman cîhê xwe bigrin, pî berî wan canfidayên rêka azadî û parastina tixûbê kurdistanê bibin, û li gel birayên xweye pêsmerge, bi mil bi mil di kozik, çeper û enîya li himberî wan mirovên ku dixwazin perçê azad yê Kurdistana li basûr biruxînin bibin.

Bijî kurd û kurdistan. 2014-06-14

Balkêş e ?
Close
Back to top button