Banga hawarê bo pistgirîya basûrê Kurdistanê

W. LICÎ/Parîs
Dîplomat, sîyasetvan û rojnamevanên Fransî yên dostên Kurdan, roja 2.11.2017, li Parîsê, bernameyeka pistgirîyê ji bo basûrê Kurdistanê amade kirin.
Bi pêsengîya wezîrê berê yê derva yê Fransê Bernard Kouchner, saredara Parîsê Anne Hidalgo, SOS Racisme (rêxistina dij-nijadparêzî), Fondation France Libertés (Weqfa azadîyan-Fransa), ji ‘La règle du jeu’ sînemavan fîlozof Bernard-Henri Lévy, UEJF (Yekîtîya Xwendekarên Cihû), serekwezîrê berê yê Fransê wekîl Manuel Valls, rojnamevan Caroline Fourest, serekê Enstituya Kurdî ya Parisê Kendal Nezan, banga hawarê ji bo Yekîtîya Neteweyan, Yekîtîya Ewropê û raya gistî ya cîhanê belavkirin.
Hêz û partî û kesayetên Kurd ên welatparêz li Fransê jî destek dan vê xebatê.
Ji Kurdistana Basûr jî, yek ji fermandarên gistî yê artêsa Pêsmergeyan, Hejar Ismail tevlî bernamê bû û bi înglîzî agahîyên berfireh dan derbarê ser û rewsa dawîn a Kurdistanê da.
Bernameya ku tê da gelek senator, saredar, wekîl û rojnamevan besdar bûn, bi fîlma ‘serê Mûsilê’ ku Bernard Lévy çêkirîye, dest pê kir. Fîlm rasterast di nava serî da, hatîye kisandin û qaremanî û fîdakarîya Pêsmergeyên Kurd nîsan dide.
Hemî axaftvanan durûtîya dewletên mezin di warê pirsa Kurd û xasima bêdengîya wan di dagirkirina Kirkûk û dorberên wê sermezar kirin. Di banga hawarê da, daxwaz ji D.Y.A, Y.E û dewletên din tên kirin ji bo encama referanduma demokratîk û mafên rewa yên gelê Kurd bên naskirinû hêrisên îran û îraqê bidin rawestandin.
Dengê Kurdistan