Nivîsar

Bangawazî

Taybetî ji bo van berêzan, yên ku navê wan ji bo gelek kurdan û kurdistanîyan eyan in:

Eskerê Boyîk, Temûrê Xelîl, Wezîrê Eso, Celîlê Celîl, Tosinê Resît, Pîr Xidir Silêman, Xelîl Cindî, Îdo Babasêx, Heso Hurmî, Hesûn Cehwar, Sêx Zêdo Baedrî, Edris Hesso, Sêx Semo, Cemîla Celîl, Feremez Xerîbo, Sîro Qewal Silêman, Rêsan Cindî, Semo Qasim ………

Di dîrokê da pîvanek heye, ku rewesenbîran ji mîrovên sade û ji sîyasetmedaran cuda dike. Ew jî ew e, ku rewsenbîr nadin dû cîwatê, ji bo dila xwes bikin nanivîsin û napeyîvin, heta bêjî nabin dûvikê sîyasetê, desthilatdar û rêveberan jî. Ez nexwendewarbûn û nezanîya cîwata kurdan didim alîkî, her usan ya hinek rêveberan jî. Helbe sedemên van jî hene. Ku em perçebûn û bindestya kurdan bidin berçavan, jixwe ew têrê dike, ji ber ku her dagirkerekî xwestîye nasnama kurdan û kurdayetîyê bide ji bîrkirinê û wan asîmîle bike.

Cemabê we, mebesta min van kesayetîyên ku navên wan li jorê hatine rêz kirinê ne. Ez bêhurmetîya we nakim, ji ber ku ez bas dizanim, ku her yek ji we, di warê xwe da pisporek e. Cenabê we berêzan dizanin, ku cîwata kurdan cîwateka gelekregî ye. Gelekolîbûna kurdan jî dewlemendîyek e. Lê ev gelek rengîtî, di dîrokê da bûye sedema nakokîyên di navbera kurdan jî. Caran dagirkeran xwe raste-rast, caran bi destên kurdan va, caran jî kurdan xûna hev û di rêtine. Ku em rastîyê bêjin piranîyê, ango kurdên musulman qedir li kurdên ji bawerîyên di, taybetî jî kurdên Êzidî kirinê. Ji 1400 salan vir da, hê jî ola Êzidîyan nayê pejirandinê. Em dikarin ji dîrokê gelek mînakan bidin. Lê belê ev çarçowa vê nivîsarê der e.

Lê hetanî îro nêrînek heye, ku ola Êzdayî ola tevaya kurdan, ya kewnare bûye. Dagirkerên Kurdistanê, taybetî jî ereb û osmanîya bi darê zorê kurd zivirandine ser ola Islamê. Hejmareka nêzîkî mîlyonekê ber xwe dane, li ser ola kal û bavan mane û gorî erf û edetên xwe dijîn, seremonîyên ola Êzidîyan dimesînin. Em dibînin ku vê dewrana hanê da, ango qurna 21 an da jî zulm li ser wan têne mesandinê. Ser dijî tevaya kurdan be jî, gava ku dor tê kurdên êzidî, formata jenosîdê tê guhartinê. Cenabê we berêzan di derheqa 74 fermanan da, ji min bastir dizanin.

Ez dixwazim cenabê we pisporan bipirsim. Gelo ew têza ku dibêjin ‘Tevaya kurdan berê li ser ola Êdayetîyê bûne’ rast e? Ez bawer dikim, ev nêrîna rast e jî, ji ber ku gelek, an jî netewek navê xwe ji axa ku ew gela li ser dijî digire, zimanê heman gelî jî, ji navê wî gelî an jî neteweyê tê girtinê. Ev nêrîna navnetewî tê pejirandinê.

Ereban û dagirkerên Kurdistanê bi biratîya îslamê va, hinekan jî bi elewîtîyê va kurd perçeperçeyî kirinê. Dîsa cenabê we berêzan dizanin ku heman leyîstik li Gurcîstanê, Ermenistanê û Ezerbaycanê jî dihatine leyîstin. Ewan dewletan jî navê netewa Kurdan di nasnama wan da nedinivîsîn, dewsa wê ola kurdan wek netewe dinivîsîn. Ji ber vê jî, gelek kurdên ji van welatên li jorê navkirî dibêjin: ‘Em Êzidî ne, zimanê me jî êzidîkî ye’. Hejmara kurdên êzidî yê ku heman tistî dibêjin jî ne hindik e. Ez li vira qala kurdên musulman nakim. Derdê wan jî divê ji hinekên di bê pirsînê.

Niha di vê pêvajoya ku kurd di nav da dijîn, pêvajoyeka gelekî hesas e. Em hemû vê dizanin. Lê hinek ketine pêsya Mîrê tevaya Êzidîyên rûberî dinê, berêz Mîr Tehsîn Elî Begê Sêwazê , hinek peyvên ku bi peyvên wî yên berê va hevdu nagirin, didine gotinê. Mîr Tehsîn Begê di televizyona El Erebîye da got : ‘Em Êzidî ne, tevî kurdan û ereban dijîn’. Eva cara ewilîn nîne, ku Mîrê berêz nasnama kurdan ya netewî inkar dike û Êzidîyan dike ereb, an jî bi gotineka di va, ji kurdînîyê dûr dixe.

Dîsa tê zanîn ku ji malbata Mîr Tehsîn Begê, yekî bi navê Enwer Mawîye, ji alîkî va Mîrtîya Mîr Tehsîn Begê nasnake, ji alîyekî di va jî, derdikeva bernama heman TV- El Erebîye û dibêje: ‘Em Êzidî ne kurd in, em erebin. Ez bi erebîya xwe va gelekî serbilin im’.

Pirsa min: Gelo cenabê we hetanî îro erka ku dikete ser milê we neanî cîh, cîvat ronî nekir an gelek tist ji bo we jî ne zelal in?

Ya dudan: Niha ji pistî ku van agahîyana belavbûn, hûn berêzana dixwazin çi bikin? Bo ku cîvat rastîyê bizane.

Fettah Timar

Balkêş e ?
Close
Back to top button