Nûçe

Bangewazîya HAK-PAR Ewropa ji bo xwepesandana 14. Gulanê li Kölnê

Bangewazî

Çewa ku di çapemeniyê, her usa di medyayê da hatiye eskere kirinê, ku di 14.05.2016 an da li bajarê Kölnê çalakiyeke mezin wê bê pêskês kirinê.

Insîyatifeke azad ya kurdên Basûrê Rojava ji ber munasebeta salvegera 100 î ya peymana ku di 16.5.1916 an da, bi awayekî nepenî/dizî hatibû pêkanîn, dixwaze di bin durusma « JI BO ROJEKE AZAD » dengê kurdewarî yê azadîxwaz bilin ke.

Ev peymana di navbera Rusya, Fransa û Ingilistanê da hatibû imzekirinê, lê ji pistî salekê Rusya yê xwe pasta vekisandibû, ji ber vê jî peyman di navbera Fransa û Ingilizistanê da hatibû imze kirinê.

Ev peymana bi navê François Georges Picot yê fransiz û Sir Mark Sykes(Sykes-Picot) tê nasîn.

Ji pistî serê cîhanê yê pêsîn, ingiliz û fransizan welatê kurdan û gelek deverên rojhilata navîn û welatên ereban di navbera xwe da parevekirin.

Divê bê gotinê ku gelek welatên nû hatin afirandin, lê belê kurd û Kurdistan di navbera çar dewletan da hate parevekirin. Dewletên dagirker û hevalbendên wan yê ewropayî hetanî îro jî dijî maf û azadiyên kurda ne.

Insiyatîfa Rojava nexwast ku va salvegera 100 î ya vê peymana malwêraniya kurd û Kurdistan bê deng derbasbe, lê ew bangî :

– tevaya welatperweran

– tevaya azadîxwazan

Hemû kurdistaniyên ku, ala Kurdistanê ya rengîn bidin destê xwe û bixwazin dengê xwe têxin nava vî dengê azadîxwaz, dikarin roja semiyê,14.05.2016 an da li bajarê Kolnê li meydana HEUMARKTê bi besdariya xwe va mil bidin vê çalakiyê, dengê xwe ji bo durusma « JI BO ROJEKE AZAD » bilind bikin.

Em wek KOMELA PISTGIRIYA HAK-PAR ya EWROPA pistgiriya xwe ji bo vê çalakiya Kurdperwer eskere dikin û ji endam û aligirên xwe dixwazin, ku ew tev li vê çalakiyê bibin.

KOMÎTA KARGÊR

Not : Bi kerema xwe Ji xêncî ALA rengîn ya Kurdistanê tu sembol û alayên di gel xwe meynin.

Dengê Kurdistan

Back to top button