Barê Serbar
Hemû zindîyan kêm an jî zêde quwetên xwe hen e. Quweta gêle (mûrî) û mirovekî ciwan ji hevdû zehf cûdana. Dema ku zindî ji quweta xwe zêdetir çend kîloan hilde ser mili xwe, ev giranîya jî bo zindî dibe serbar. Ba civakan jî quwet ji hevdû cûda ne. Kurdan jî di rizgarîya netewî de barê giran hildane ser milên xwe.
Ev serê PKKê ku 30 sale berdewam dike;li ser navê bidestxistina mafê gelê Kurd, ji feydeyê zêdetir xesar bi xwe re anîye. Ji çar parçeyin Kurdistanê, gelê Kurd bedêl daye. Bi hezaran keç û xortên Kurd hatine kustin, cîyê bav û kalên wan hatine sewitandin.
Bi teybetî li Kurdistana Bakur çar hezar gundên kurdan hatine sewitandin. Pênc milyon kurdan ji cihên xwe barkirine û bûne koçeber. Piranîya wan ji Kurdistanê derketine.
Mixabin 80 hezar gundiyên Kurd bûne qoricîyê dewletê. Wekû tê zanîn Ergenekon û Jîtem’ derketine holê û mala kurdan wêran kirine. 17 hezar kes bê xeter hatine kustin û winda bûne. 40 hezaran zêdetir mirov hatine kustin. Civata Kurd tevlihev bûye , piranîya kurdan bi hevdû re bûye dujmin û dostayetî di navbera gelê Kurd de nemaye.
Daxwaziya PKK ê jî bo azadiya Ocalan e. Ocalan, di peyama xwe de ji aliyê siyasî ve qet tistek bo kurdan nexwestiye. Di vê rewsê de PKK bo gelê Kurd bûye barê giran û serbar.
Herwiha Recep Tayîp Erdogan gor dilê xwe mezin diaxife û car caran tistê ecêb, carina jî tistên bas dibêje.
Erdogan bo çek berdanê jî wiha got:’Bila çekên xwe berdin, biçin û kûva diçin bila biçin.’ Ev gotina Recep Tayîp Erdogan ne bi xêr e.
Recep Tayîp Erdogan di bernameyake televizyonê de bo pêvajoya astiyê ya li Tirkiyê de diyar kir ku sedî 70- 80 pistgirî heye. Bi rastî ev hêjmar zehf bas in û pîrozî ne.
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di bernameyake televizyonê de wiha jî got:’ Di dema Osmaniyan de eyaleta Kurdistanê hebû. Li aliyekî MHP dibêje em berdewama Osmaniyan in û di aliyekî din jî diji pêkanînên Osmaniyan derdikeve.’
Erdogan bo sîstema eyaletan jî wiha got:’Tirkiyeyekî bi hêz qet ji sîstema eyaletan netirse. Hûn dikarin vê çêkerê di nava sîstema eyaletan de jî biparêzin.’
Dema borî Erdogan di programa televizyonê de gotibû’ Qetliama Dêrsim’ niha jî dibêje KURDISTAN.’ Herwiha qoçana tirkan hatîye sikandin û va jî bo kurdan zehf bas e.
Gor dîtina min bo çareseriya pirsa Kurd li Kurdistana Bakur rêya diyalog û astiyê di vê pêvajoyê de rêya herî bas e. Mirovên ku bawarîya xwe bi çekan tînin ew jî xwe dixapînin.